Pêncşem, 21 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Êrîşa li dijî saziyên ziman û tecrîd hate protestokirin: Seferber bibin!
Rojane

Êrîşa li dijî saziyên ziman û tecrîd hate protestokirin: Seferber bibin!

Êrîşên li dijî saziyên zimanê Kurdî û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û banga seferberiyê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşengtiya Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê ya li Navenda Wanê têkildarî serdegirtina MED-DER’ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê yên li Amedê û binçavkirina rêveber û mamosteyên zimanê Kurdî, li ber derê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Artemêtê daxuyani hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “zimanê kurdî nasnameya me ya neteweyî ye” hat vekirin û dowîzên “Kurd, Kurdî, Kurdistan”, “bila zimanê Kurdî bibe xwedî statu” hatin rakirin. Rêveber û endamên ARSÎSA’yê, rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, rêxistinên sivîl û gelek mamsoteyên Kurdî tevlî daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar axivî û da zanîn ku ev êrîşên wiha li dijî zimanê Kurdî, çand, nasname û nirxên gelê Kurd in. Acar, anî ziman ku ev êrîş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê Kurdî, perwerdeya bi Kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê Kurdî ne û wiha got: “Em baş dizanin ku ev êrîş parçeyek ji êrîşên li dijî hemû nirxên me Kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê Kurd in. Ev êrîş jî wek hemû êrîşên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye.”

‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ HOVÎTÎ Û SUCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’

Acar, destnîşan kir ku bila hêzên serdest û desthilatdar, pergala AKP û MHPê ya nîjatperest û faşîzan baş bizanin ku ew ê li dijî êrişên wiha heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Acar, bi bîr xist ku zimanê Kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e û wiha pê de çû: “Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê Kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrîşên li ser zimanê Kurdî ne tenê êrişên li ser me Kurdan in, di heman demê de êrîşên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne.”

Di berdewamiyê de Acar, bi lêv kir ku Kurd bi dehan sal in ji bo azadiya ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşîneke bêhempa didin. Acar, diyar kir ku wan li dijî tu zext û êrîşan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Acar, bi domdarî ev tişt gotin: “Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin. Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê Kurdî û hemû nirxên neteweya Kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin. Li şûna vê yekê zimanê Kurdî bikin zimanê fermî. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin.”

‘JI BO ZIMANÊ KURDÎ TEKOŞÎNA XWE BERFIREHTIR BIKIN’

Acar, bang li gel, sazî, platform, rewşenbîrên Kurd hwd. kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz, zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê Kurdî û hemû nirxên neteweya Kurd bilind bikin, hemû Kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê Kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên Kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê Kurdî û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bomeberdumana li Lubnanê dewam dike: Îsraîlê sînyala operasyona bejayî dide
Nûçeya Pişt re Di êrîşa li ser saziyên ziman de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê kampanya piştgiriya bi girtiyan re

Di çarçoveya kampanya 'Şandina pereyan ji bo girtiyan sûc nîne' bi pêşengiya Wan TUHAY-DER'ê pere…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Iraqê lêçûna gaza klorê: Zêdeyî 600 kes bi jehrî ketin

Li başûrê Iraqê, li tesîseseke paqijkirina avê ya di navbera Kerbela û Necef de ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?