Yekşem, 18 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kira Legerhausen: Di karên Jineolojiyê de em derbasî pêvajoya avakirinê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronda Tayfûr: Jineolojî dike ku em ji paceyên cuda li pirsgirêkan binihêrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê: Divê Jineolojî bi zimanê civakê biaxive 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aze Ronecan: Jineolojî li min da lêpirsînkirin ku ez dixwazin civakekî çawa ava bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Jineolojî dihêle ku jin bi dîrok û nasnameya xwe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eleonora Bonaccorsî: Abdullah Ocalan heqîqet e, divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê dayîn
Rojane

Eleonora Bonaccorsî: Abdullah Ocalan heqîqet e, divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê dayîn

Seroka Komaleya Fonti di Pace a Îtalyayê Eleonora Bonaccorsî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê wekî derhiqûqiyeke metirsîdar nirxand û got, "Di cîhanê de mînaka vê tecrîdê tine ye. Abdullah Ocalan heqîqetek e û divê em ji bo azadiya wî têbikoşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin pergaleke êşkenceyê û tecrîdeke giran de ye ku ev 44 meh in ti agahî jê nayê wergirtin. Mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê hevdîtina bi malbat û parezerên xwe re bi temamî hatiye xespkirin û rêya têkiliyê bi temamî hatiye qutkirin. Herçiqas dewleta Tirk di pergala êşkence û komkujiyê ya Îmraliyê de israr bike jî, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’yan de li cîhanê hat destpêkirin, bi hemî xurtiya xwe didome.

Pêkhateyên civakê yên ciyawaz li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bertekên xwe nîşan dan û bal kişandin ser giringiya paradîgmaya Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku xwe dispêre civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire. Bi vî awayî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Yek ji piştgirên pêngava cîhanî ya azadiyê jî Komaleya Fonti di Pace a Îtalî ye. Seroka komaleyê Eleonora Bonaccorsî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê û giringiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand.

‘MÎNAKA TECRÎDA ÎMRALIYÊ LI TI DERÊ CÎHANÊ TINE YE’

Eleonora Bonaccorsî, şertên metirsîdar ên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de dijî nirxandin û got, “Tu mînaka vê pergalê li ti dera cîhanê nîne. Ev tecrîd rewşeke metirsîdar e û ti hiqûq têra rewakirina wê nake. Em hemû berpirsiyarên van şert û mercan in ku Abdullah Ocalan tê da dijî. Bi taybet Îtalya berpirsiyarê van şert û mercan e. Divê Îtalya vê berpirsiyariya xwe bibîne. Ji ber ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû û piştî ku ji vir derket hat girtin. Her çiqas Îtalya vê berpirsiyariya xwe qebûl neke jî haya me baş ji vê rewşê heye.

Em wekî komale şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê da dijî ji nêz ve dişopînin. Ji bo nîqaşkirina vê meseleyê li Parlamentoya Ewropayê û çalakkirina saziyên civaka sivîl, ez beşdarî gelek civînan bûm. Berpirsiyariya me ew e ku em vê neheqiya ku li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin li her derê behs bikin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi rastî jî pergaleke têra xwe giring û metirsîdar e. Her çiqas em wek gel berteka xwe nîşanî vê tecrîdê didin jî saziyên Ewropî bêdengiyê tercîh dikin. Sedema vê bêdengiyê jî ew e ku naxwazin zirar bigihêje têkiliyên di navbera wan û Erdogan de.”

‘EM HEWL DIDIN FIKRÊN ABDULLAH OCALAN DERBASÎ JIYANÊ BIKIN’

Eleonora Bonaccorsi bal kişand ser giringiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: ” Paradîgmaya Abdullah Ocalan bi rastî jî di asteke pir pêşketî de ye. Gelek pirsgirêkên roja îro di xwe de dihewîne û fikrên wî ji bo van pirsgirêkan dibin alternatîf û çareseriyê pêşkêş dikin. Em wek komale paradîgmaya Abdullah Ocalan bi xurtî diparêzin û hewl didin derbasî jiyanê bikin û her wiha ji hêla aborî ve piştgiriya projeyên vê paradîgmayê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê piştgiriya vê paradîgmayê bê kirin. Loma em bi her kesî re, hem ji Kurdistanê hem jî ji Ewropayê, ku dixwaze fikrên Abdullah Ocalan derbasî jiyanê bike di nav hevgirtinê da ne.”

‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN TÊBIKOŞIN’

Bonaccorsî anî ziman ku divê ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li her derê têkoşîn bê dayîn û wiha bi dawî kir: “Abdullah Ocalan heqîqetek e. Tişta ku ew pêşkêş dike bingeha heqîqet û nirxên civakî ye. Em nikarin heqîqet û rastiyê înkar bikin. Her wiha em nikarin çavên xwe ji şertên ku Abdullah Ocalan tê de dijî û bêhiqûqiya heyî re bigirin. Loma ji bo azadiya heqîqet û rastiyê divê em têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÎLANO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên tiryakê zarokan weke kurye bikar tînin
Nûçeya Pişt re Nûnera felsefeya xwişk û biratiya gelan: Dîrok Cudî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

Li Balîsanê doh bi şev jinek ji bilindahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Lubnanê ji 8’ê Cotmehê û vir ve 1640 kes hatin kuştin

Ji roja destpêkirina şerê li Şerîda Xezeyê û vir ve li eniya Lubnanê heta niha…

Ji aliyê Stêrk TV

Li balafirgeha Kerkûkê êrîşa bi roketê: 2 kes bi sivikî birîndar bûn

Şeva Duşemê du roket li balafirgeha Kerkûkê ket. Hate ragihandin ku 2 kes bi sivikî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?