Çarşem, 9 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman biryara xwe ya beriya niha bîne bîra xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferat Koçak: Daxwaza me ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Tirkiye nikare ji ‘mafê hêviyê’ bireve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Edeneyê û Manavgatê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Abdullah Aksû piştî 31 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyetên KNK û PJAK’ê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akay: Nabe ku pêvajoya aştiyê di çarçoveya girtiyên nexweş de bê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûda Sha’arawî: Pêşengek ku rê li ber jinên Misrê vekir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nûnera felsefeya xwişk û biratiya gelan: Dîrok Cudî
Kurdistan

Nûnera felsefeya xwişk û biratiya gelan: Dîrok Cudî

Tevgera Azadiyê ji destpêka avabûna xwe ve heta niha di nava xwe de gelek netewan digre. Bi felsefeya Rêber Apo yê xwişk û biratiya gelan ve, gelek ciwanên ji netewên cuda berê xwe dan nava refên têkoşînê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Jiyana her qehremanekî tekoşîna azadiyê, ji bo dîrokê destaneke bê dawî ye. Her ku ev destan tên nivîsîn, gotin û hevok nema têrê dike ku mirov jiyana van gernasan pênase bike. Meş û jiyana her milîtaneke Apoyî mîna heybeta çiyayên Zagrosa ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistan ji bo jiyaneke azad ji gelê xwe re misoger bikin di rêya fedaiyan de li ser şopa Mazlûm, Kemal, Bêrîtan û Zîlanan dimeşin. Ev rêyeke jêneveger e ku ji zarokên agir yên bi hestên tolhildanê ve mezin bûne. Gerîlayên ku di vê rêyê de bi hemû hêz, vîn û cesareta xwe ve meşiyane, bûne lehengên herî hêja yên ku ji bo azadiyê canê xwe kirine diyarî. Yek ji rêwiyên qehreman ya di vê rêyê de bûye pêşenga demê gerîlaya azadiyê Dîrok Cûdî ye.

Solîn Başturk li Tilhemîs di nava malbateke Mihelmî de çavê xwe li cîhanê vedike. Keça ciwan li Qamişlo di nava dorhêleke welatparêz ya Kurd de mezin dibe. Dema ku Solîn digihîje temenekî ciwan şoreş li Rojavayê Kurdistanê destpê dike. Ew bi çavên xwe ve, ji nêz ve, ji şoreşa Rojava re şahidî dike. Pêngavên rizgariyê, şerê li dijî DAÎŞ’ê û bi taybet jî rizgarkirina gelê Ereb ji nav lepên DAÎŞ’ê pir li ser bandor dike. Bi taybet jî sekna jina Kurd û tevahî jinan, ku bi vînek mezin li hember zihniyeta zilamsalar şer dikin bandor dibe. Helbet dorhêla ku tê de mezin bûye jî bandoreke erênî li ser ava dike. Piştî ku bi çavên xwe yê belek ve ji van hemûyan re şahîdî dike, biryar dide ku ew jî bibe perçeyeke vê têkoşînê. Lewma dibe dilsoza vê biryara xwe û di sala 2017’an de berê xwe dide çiyayên azad.

DÎROKA ÇIYAYÎ DIBE HÊZA ÇIYAYAN

Gavên destpêkê, hestên destpêkê, gerîlayên destpêkê dîtin, di ruhê jina asî de vejîneke nû avadike. Bi vê vejîna nû re ew navê xwe dike Dîrok Cûdî. Ew ji netewke Ereb beşdarî nava tekoşîna azadiyê dibe. Ji bo wê jî ew dixwaze mîna navê xwe di nava tekoşîna azadiyê de bibe xwedî dîrokeke têr û tije berxwedan û şerkerî. Dilvîna ciwan gavên xwe yî yekem yê hatina çiyayên azad û yê di nava gerîla de wiha tîne ziman: “Ez tevlîbûn û hatina xwe ya çiya ji xwe re weke şensekî mezin dibînim. Bi taybet weke jinekê hatina çiya û di nava vê tekoşînê de cihê xwe girtin heyecaneke mezin dida min. Weke jin li van çiyayan rastiya xwe zanîn, ji bo min pîroziyeke ye. Van tiştan di min de bîr û baweriyek da avakirin. Zehmetiyên çiya jî hişt ku ez hîn baştir hêza xwe derxim holê û zêdetir ji jiyanê hez bikim.”

Dîroka çiyayê li çiyayên azad êdî wiha ji jiyanê hezdikir ku di berdêla wê de hazire ku canê xwe feda bike. Piştî ku ew perwerdeya xwe dibîne, berê xwe dide qadên pratîkê. Weke gerîlayek enternasyonal di nava demeke kin de berê xwe dayina qadên pratîkê ji bo wê şanseke mezin bû. Ew jî vî şensî ji xwe re dinirxîne û di nava demeke kurt de pêşketinên mezin di kesayeta xwe de ava dike. Bi taybet jî di pratîka destpêkê de di nava tabûrekî xweser yê gerîlayên YJA Star’ê de cih girtin, ji bo milîtantiyeke rast di xeta jina azad de dayina meşandin de jê re dibe bingehek. Dîroka dilderyayî ji bo vê wiha hest û nêrînên xwe tîne ser ziman: “Tişta yekem jî ez di nava vê tekoşînê de jê bandor bûm jî nêzîkatiyên hevalên jin bû. Kombûna her hevaleke jin ji bajar yan welatekî, ji netewên cûda li yek cihî ji bo meşandina tekoşîna azadiya jinê di min de xwesteke mezin ava dikir. Her çiqasî tu zehmetiyan bikşînî yên ku destpêkê destê xwe ji te re vedike û dibe alîkar rêhevalên te yên jin in. Bi taybet jina ku tenê jê re karên malê hatiye veqetandin, li ser van çiyayan bûyina gerîlayeke ku bejna xwe bi çek û rext pêçaye di min de hêviyên pir mezin ava kir. Ev jî hişt ku ez hîn zêdetir gav bi pêş ve bavêjim, tekoşîn bikim û di kesayeta xwe de pêşketinên mezin ava bikim.”

Piştî ku gerîla Dîrok Cûdî pratîka xwe ya yekem di nava nêvengeke xweser  dederbas dike, ji bo bûyina gerîlayeke YJA Star’ê ya şerker, pispor û wêrek berê xwe dide akademiya pisportiya leşkerî. Ew li ser vî hîmî xwe di pisportiya leşkerî de pêşdixe. Dibe pisporeke çekan û di taktîkên şerê gerîla de xwe kûr dike. Hêza jina şerker derxistina holê û tekoşîneke bê eman dayina meşandin jê re, yek ji pîvanê jiyana wê bû. Ew bi serkeftî perwerdeya xwe diqedîne û bi gelek danehevan careke din berê xwe dide pratîkê.

REMZA HEVGIRTIN Û XWIŞK Û BIRATIYA GELAN

Vê carê Dîrok wê jiyan û tekoşîna xwe bi destaneke mezin ve derbasî dîroka lehengên tevgera azadiyê bike. Qada Xakurkê jî li hêviya gerîlayeke ciwan, şerker, bi vîn, wêrek û xwedî sekneke milîtanên Apoyî bû. Gerîlaya YJA Star’ê qada Xakurkê pir zêde di bendewariyan de nahêle û ber bi wir ve dibe rêwî. Ew weke şoreşgereke mezin, milîtaneke Apoyî ku xwe di xeta jina azad de kûr kiriye bê dudilî bi hemû hêza xwe ve têkoşîn dike. Her kêliyeke jiyana xwe ya şoreşgerî tije derbas dike. Li ser şopa Bêrîtan û Zîlanan dibe pêşengeke demê. Ew li vir jî bi hevaltiya xwe ya dilpak ve, dil nizmî û jîrbûna xwe ve tê nasîn. Li hember hemû şert û mercên zehmet, weke çiyayekî bi tevahî heybeta xwe disekine. Ji ber ku ew ramanên Rêber APO hembêz kiriye, ti astengî li pêşiya meşa wê naba kelem. Di sengerên şer de ew dibe hêza Apoyî û bersiva herî xurt li hember dagirkeriyê. Gerîla Dîrok Cûdî mîna heybeta çiyayê Cûdî dibe xwedî sekneke fedaiyane. Şerkera bi ezim di Tîrmeha sala 2024’an de digihîje şehadetê û dibe lehengeke bê mînak. Ew da dû xeyalê xwe û navê xwe mîna dîrokekê derbasî pirtûka qehremanên fedaî kir. Wê bi qasî ku ji jiyanê hezkir, ewqas xwe di oxira wê de feda kir. Ew jî mîna gelek hevreyên xwe yên enternasyonal bû sembola xwişk û biratiya gelan û fedayiya welatê rojê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eleonora Bonaccorsî: Abdullah Ocalan heqîqet e, divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê dayîn
Nûçeya Pişt re Gelek berhemên jinan di Pêşangeha Şehîd Herekol de hatin pêşkêşkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 27’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Hrant Dînk hate bîranîn: Ev doz bi dawî nebûye

Hrant Dînk di salvegera qetilkirinê de li gelek bajaran hate bîranîn. Di bîranînê de işaret…

Ji aliyê Stêrk TV

SKB a Fransa’yê ji bo çalakiya 11’ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê (SKB), bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyanî da û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Heyetên KNK û PJAK’ê hevdîtin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?