Beşa duyemîn a hevpeyvîna Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan a bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re bi vî rengî ye:
Hûn dikarin ji aliyê xwe ve qala qonaxên girîng ên 9 salên dawî bikin. We stratejiyeke çawa ya şer û tatîkeke çawa meşand?
Ne hêsan e ku şerê 9 salan bi kurtasî li vê derê bê îzahkirin, ji ber ku gelek aliyên vî şerî hene. Bi esasî bi tecrîda giran a li Îmraliyê ya li dijî Rêber Apo re ji 5’ê Nîsana 2015’an û pê ve, vê pêvajoyê destpê kir. Piştre jî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi êrîşên hewayî yên berfireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer bi fermî hate ragihandin. Rabûna destpêkê ya li hemberî êrîşa tinekirinê ya dewleta Tirk a bi navê ‘Plana Têkbirinê’, bi dirûşma Xweseriya Demokratîk li hin bajarên Kurdistanê bi berxwedanê bû.
Ev berxwedana bajaran xeta wê rast bû, lê belê pêvajoyeke welê bû ku amadekariyên xwe bi têrkerî nehatibû kirin, xwedî rêbazeke têrker nebû, ne tam siyasî-civakî bû, ne tam leşkerî bû, di nava xwe de gelek kêmasiyên xwe hebûn. Weke pêvajoyeke lehengiyê rû da ku pêşengên berxwedanê Çiyager, Xebatkar, Zeryan, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Çeko Çatak, Îslam Gever, Rûken Hoserî mohra xwe lê dan. Ev berxwedana ku 10 mehan dewam kir, bû bersiva destpêkê ya li hemberî ‘Plana Têkbirinê’, lê belê negihîşt armanca xwe. Li dijî êrîşan ruhekî berxwedanê afirand, lewma xeta berxwedanê diyar kir.
Piştî salekê yanî sala 2016’an di dîroka me ya têkoşînê de bû saleke fedaiyan. Li Enqere, Stenbol, Kayserî, Cizîr, Şemzînanê, li gelek deveran çalakiyên fedaî Yên berfireh, mezin û gelekî girîng hatin lidarxistin. Hejmara çalakiyên fedaî yên serketî 27 bûn. Di heman demê de di salên 2015-2016’an de li qada bejahî şerekî gelekî giran qewimî. Bi esasî piştî hewldana darbeyê ya bi kontrol ku derdorên Fethûllahiyan hatin tasfiyekirin, pêvajoya tifaqa li nava dewletê temam bû. Bi taybetî bi qanûnên Rewşa Awarte re ku piştî vê pêvajoyê hatin ragihandin, hikumeta şer hate avakirin. Bi şênberbûna tifaqa hêzên nava dewletê re li ser bingeha konsepta ku vê tifaqê qebûl kir û li ser ava bû, yekser ketin nava liv û tevgerê.
Hem bi destûra hêzên navneteweyî hem jî li ser bingeha lihevkirina bi DAÎŞ’ê re 26’ê Tebaxa 2016’an Cerablûs hate dagirkirin. Artêşa Tirk li ser vê bingehê tevlî pêvajoya li Rojhilata Navîn bû. Piştre jî di 31’ê Tebaxa 2016’an de ji Çelê heta Ertûş û aliyê bakur ê Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke berfireh a bejahî hate destpêkirin. Ji bo vê jî Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim ku hat Çelê got, “Ev şer şerê îstîklalê yê Tirkiyeyê ye”. Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Yaşar Guler li heman merasîmê axivî û got, “Ev şer ji bo Tirkiyeyê şerê man û nemanê ye.” Dewleta Tirk bi vî rengî li dijî tevgera Apoyî dest bi şerekî berfireh kir û li tevahiya herêmê meşand.
Di vir de aliyê girîng ew e ku hikumeta şer piştgirî ji NATO’yê wergirt. Tayyîp Erdogan bi xwe çû Emerîkayê, çend caran xwest SÎHA ji DYE’yê bikire. DYE’y’ê neda, lê belê bi rêya Gladiyoya NATO’yê çareseriyek peyda kirin. Bernameya nivîsandina sîstema SÎHA her wiha parçeyên wê ji welatên cuda yên NATO’yê hatin peydakirin. Li Tirkiyeyê montaja wê hate kirin, bi vî rengî Tirkiye kirin xwediyê sîstema SÎHA. NATO naxwaze artêşa Tirk li hemberî gerîla têk biçe, têkçûn û tasfiyekirina gerîla bêhtir li berjewendiyên xwe didît. Ji ber vê jî ji bo hevsengiya şer ber bi aliyê artêşa Tirk ve biguherîne teknîka SÎHA da dewleta Tirk. Hêmana esasî ya ku hevsengiya şer guhert, ev bû.
Piştre jî gav bi gav şer bi rengekî ku bi kêrî dewleta Tirk bê, meşiya. Di salên 2017 û 2018’an de di serî de hemû eyaletên Bakur, berxwedaneke gelekî dîrokî hate kirin. Gelek fermandarên me û hevrêyên me yên hêja di vê demê de şehîd bûn. Dewleta Tirk ji dawiya sala 2017’an û pê ve bi taktîkeke nû dest bi pêvajoya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir. Di serî de Xakurkê ev hewldan hate destpêkirin. Piştre jî Çileya 2018’an li Efrînê, piştre Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê-Til Ebyadê bi destûr û piştgiriya hêzên navneteweyî êrîşên dagirkeriyê hatin kirin. Ev hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk hem li Bakur hem jî li Rojava rastî berxwedaneke girîng hat. Her wiha ji qada navneteweyî nerazîbûn dît.
Dewleta Tirk baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bo karibe tevgera gerîla li Bakur lawaz û tasfiye bike, her wiha Rojava jî bi rê û rêbazên hêsan dagir bike, divê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike ku navenda kontrolê ya fermandariyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê lê ye. Dît ku heta Herêmên Parastinê yên Medyayê tasfiye neke wê timî berxwedan hebe, wê zehmet be ku qadên din bê xistin û planek amade kir ku derbê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bixe. Bi vê armancê serdana Bexda-Hewlêrê kir. Piştî ku piştgirî ji Iraqê û PDK’ê wergirt, weke gava destpêkê ya vê planê di 10’ê Sibata 2021’ê de dest bi êrîşa li Garê kir. Her çend ev gava wê ya destpêkê hate şikandin jî dewleta Tirk xwe ji vê pêvajoyê neda alî; vê carê jî ji sînor li hemberî Metîna, Avaşîn û beşek ji Zapê di 23’ê Nîsana 2021’ê de dest bi êrîşeke hîn berfireh a dagirkeriyê kir.
Li hemberî vê pêvajoya şerê topyekûn ê dewleta Tirk û êrîşên wê, lêgerîn û kûrbûnên me timî di rojevê de bûn. Di pêvajoya 2017-2018’an de li ser bingeha projeya jinûve avabûnê kûrbûnek çêbû ku gerîla bi temamî bê nûkirin, asteke gerîla bê afirandin ku teknolojiya serdemê û çekên îmhayê têk bibe; bi taybetî jî li ser taktîka xweparastina ji teknolojiya modern a serdemê li qadên azad hate afirandin. Li ser vê bingehê;
* Sîstema tabûr, yekîne û tîm bi temamî hate betalkirin ku dihate wateya guhertin û nûbûneke bingehîn. Li şûna vê jî sîstema tîm a xwe dispêre pisporiyê hate afirandin û biryara şerê tîm ê gerîla yê koordîneyî hate wergirtin.
* Li dijî şerê ku xwe dispêre teknolojiyê rêbaza tîmê bi tevger ê li qadê belavbûyî û rêbaza şerê binê erdê ku taktîka şerê tunelan bû, hate destnîşankirin û li gorî hin amadekariyên ku berê hatibûn kirin, di sala 2021’ê de yekemcar li Garê ev teknîk hate bikaranîn. Ya rast berê biryara me hebû ku bi kar bînin, lê belê beriya her tiştî diviyabû hêza bi kar bîne, şervan û fermandar di vê taktîkê de qanih bibin. Ev pêvajoya qanihbûnê di nava me de li demê belav bû. Ya rast diviyabû sala 2016’an ev taktîka şer biketibûya meriyetê, lê belê ji ber sedemên ku me got, di sala 2021’ê de bi pêşengiya fermandarê me yê leheng Şoreş Beytuşşebap li Garê/Siyanê di tunela berxwedanê de hate bikaranîn. Piştre jî ev pêngava taknîkî li hemû qadan belav bû. Berxwedanên Girê Sor, Werxelê, Mamreşo û Zendûra ku heman salê lehengî afirand, li ser vê bingehê pêk hatin.
* Di vê serdemê de mijara ku herî girîng dihat dîtin jî girêdayî nirxandina Rêber Apo ku gotibû ku ‘’mezintirîn teknîk însan bi xwe ye’’ girêdayî îdeolojî û felsefeyê giranî ji perwerdeyê re haye dayîn û zêdetir li ser pêşketina însan hate sekinîn. Di nava hêzên gerîlayan de girêdayî rihê fedaî yê Apoyî, pisporbûn û pêşxistina rastiya însanên bikalîte ji kûrbûn û fedaîbunê re girîngî hate dayîn. Yek ji armanca herî girîng a jinûveavabûnê ev bû.
Girêdayî vê yekê pêngava taktîkê ya hatî pêşxistin û bi sepandinê stratejiya parastina qadên azad a li hemberî teknolojiya modern bi demê re şikil girt. Di bingeha vê pêngava taktîkê û fedaîbûnê de têkoşîna çar salên dawîn, hate îspatkirin ku bi vê stratejiyê wê artêşên herî pêşketî jî werin sekinandin, yanî nîşan dan ku parastina qadên azad pêkan e. Ji ber ku bi tenê em rastiyên şerî radigihînin, hin rastiyên şer ji raya giştî re nayên nîşandan. Nexwe vê têkoşîna çar salan bi temamî pêşiya artêşa Tirk girt û ew têk bir. Ev çar sal in artêşa Tirk tevî hemû teknîkên modern, piştevaniya NATO’yê, hebûna Iraq û PDK’ê ya li qadê û daxilbûna wan û parvekirinên îstixbaratî yên berdewam nekariya Geliyê Zapê dagir bike û bi dest bixe. Ev encameke girîng e. Girêdayî vê pêngava taktîkê têkoşîna gerîlayan bi awayekî eşkere îspat kiriye ku wê bikare çi û çi bike.
Li gorî daxuyaniyên baskên we yê leşkerî û siyasî; Piştî lihevkirinên bi Iraqê û PDK’ê re, yanî ji 3’ê Tîrmehê û vir ve di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê de cudahî çêbûye. Ji 3’yê Tîrmehê çi guherî? Bombekirina jîngehan, siyaseta bêmirovkirin û sûîqestên bi balafirên bê mirov zêde bûne? Dijwariya li xeta Metîna, Xakûrkê û Xinêre û her wiha daxistina leşker û pêşveçûna ji Şekîf a hatî girtin çiqas çêbûye?
Artêşa Tirk piştî dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê di meha Nîsanê de lihevkirin pêkanîn, li Bakurê Kurdistanê çawa tevdigere, li Başûrê Kurdistanê jî dest bi heman tevgerê kir. Berê rêyên fermî û deriyê sînor zêde bi kar neanî yan jî bi dizî bi kar anî, lê piştî vê lihevkirinê bi awayekî vekirî dest bi bikaranîna hemû rêyan kir. Hemû rê ji artêşa Tirk re hatin vekirin. Deriyê sînor ê bi navê Serzerê ya li Çelê ku çend sal berê bi armanca bazirganiyê hatibû vekirin, niha bi temamî ji bo derbasbûna hêzên leşkerî tê bikaranîn. Di vê wateyê de guhertineke radîkal çêbûye.
Ji aliyê leşkerî ve piştî 3’yê Tîrmehê çend gav avêtin. Hemû rêyên fermî yên avêtina van gavan bi PDK re pêk hatine. Mîna ku êrîşên dagirkeriyê fermî bûne. Beriya hevkarî û şirîkatiya PDK a bi Tirkiyeyê re, her tişt wisa eşkere nebû, di rastiyê de li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê bû. Sûcekî li dijî hiqûqê bû. Piştî lihevkirinê ev yek qanûnî bû. Dagirkeriya dewleta Tirk jî ‘rewa’ bû û ji ber vê yekê derfet dît ku hîn bêhtir rehet tevbigere. Derfeta ku bikare hemû teknîka xwe, bariyerên beton, çekên giran, tank û topan bi van rêyan derbasî Başûrê Kurdistanê bike, bi dest xist. Bi awayekî leşkerî heta Serê Metîna dirêj kir. Li hin cihên Serê Metîna gavên dagirkeriyê hinek din bi pêş ve bir. Bi rastî di meha Nîsanê da destpê kir, lê bi 3’yê Tîrmehê ra hîn baştir rûnişt. Tevî ku êrîşên li dijî Girê Bahar ev sê sal in dihate plan kirin jî, cesaret nedikir êrîş bike. Lê vê carê bi desteka PDK û Iraqê ji aliyê başûr ve rêya li ser Amediyê û Dêralokê bikar anî û dest bi hewldana dagirkirina Girê Bahar kir. Bêguman hewl dide vê yekê li ser bingeha desteka aktîf a PDK bike. Hin cihên hatine dagirkirin, leşker bi cih kirin. Ev hemû bi eskortiya hêzên PDK pêk hat.
Artêşa Tirk ne tenê hêzên xwe li qadê bi cih dike. Dema ku hêzên xwe bi cih dikin, her wiha diyar dike ku hêzên PDK’ê ku jê re pêşmerge tê gotin li ku derê bi cih bibin. Yanî valahiyan bi rêya wan dadigire. Hêza ku jê re Hêza Sînor a Iraqê tê gotin, mîna hêza PDK’ê li gorî daxwaza dewleta Tirk li ku derê valahî hebe li wir têne bicihkirin. Li qadê hin deverên qewîn hene ku gerîla dikarin lê li ber xwe bidin. Dewleta Tirk li van herêmên ku ji bo xwe ewle nabîne û naxwaze bikeve van deveran, hêzên Iraqê yan jî PDK’ê bi cih dike. Bi vî rengî hêzên jê re dibe alîkar koordîne dike û êrîşa dagirkeriyê bi hêsanî dimeşîne.
Lewma pratîka ku hêzên PDK’ê dike bi navê Kurdîtiyê û Kurdistanê rewşeke rezîltî ye. Ji bilî hevkariya herî nebaş û xulamtiyê nayê wateya tiştekî din. Bûye nobedarê artêşa Tirk a dagirker. Dewleta Tirk wê bi ku ve biçe, destpêkê weke eskort wan dişîne wê derê. Li ku derê ji aliyê bicihbûnê ve valahiyeke hesas hebe wan bi cih dike. Îstîxbaratê ji xwe ji wan werdigire. Bi rastî jî hem sîxuriyê hem jî xulamtiyê di rengê herî rezîl dike û navê pêşmergeyan jî gemarî dike.
Bi saya vê yekê li her devera Başûrê Kurdistanê giranî da ser êrîşên sûîqestê yên li dijî sivîlan. Artêşa Tirk di vê pêvajoyê de ji Lelîkanê ber bi Xinêre ve heta astekê bi pêş ve çû. Li cihê nêzî Geliyê Sînênê ku weke Girê Hemîn tê naskirin, bi pêş ve çû û li wir sekinî. Di heman paralelê de 3’ê Tîrmehê Çiyayê Şekîf careke din dagir kir. Ya rast Çiyayê Şekîf sala 2019’an dagir kiribû, lê belê piştre hêza xwe vekişandibû. Qadeke gelekî bilind û vala heye. Girîngiya wê ew e ku li hemberî Îranê cihekî ku stratejîk be. Ji ber ku serê çiyê vala ye, hêzên gerîla lê nîne. Niha dewleta Tirk hewl dide li wê derê bi berfirehî bi cih bibe, bikeve çeperê. Hewl dide bi vî rengî li Şekîf bi cih bibe.
Bi kurtasî ji 3’ê Tîrmehê û pê ve ev bûyer qewimîn, lê belê ev hemû jî li ser bingeha alîkariya xurt a PDK’ê û Hêzên Sînor ên Iraqê hatin kirin.
Di 13’ê Tebaxê de we daxuyaniyek dan û gotin, “Garê girekî li jorê Mûsilê ye, li navenda Hewlêr û Dihokê ye, dilê herêmê ye. Em li vê derê rê nadin dijmin.” Asta gefa li ser Garê çi ye, gelo biryardariya we ya astengkirina dagirkeriyê ya li vê derê dewam dike?
Belê, weke ku min beriya niha jî gotibû, Çiyayê Garê cihê herî stratejîk ê Başûrê Kurdistanê ye ku gelekî berfireh e. Serweriya li ser Garê di heman demê de serweriya li ser Deşta Mûsilê ye. Her wiha serweriya li ser rêya navbera Hewlêr û Dihokê ye. Cihekî weke dilê Başûrê Kurdistanê ye.
We pirsî bê ka biryardariya gerîlayan ya di vê mijarê de berdewam dike yan na. Gerîla ne tenê li Garê, bi biryar e ku li hemû Behdînanê artêşa Tirk têk bibe. Şerê di çar salên dawî de biryardariya gerîlayan ya di vê mijarê de bi awayekîbaş eşkere kiriye. Behdînan wê bibe dawîya artêşa Tirk, AKP-MHP’ê û rejîma Ergenekonê bîne. Lê binêrin; di salên 1980’yan de artêşa Sovyetê hemû Efxanistan dagir kir lê belê biserneketina wê ya li Geliyê Penşîr ji bo wê veguherî têkçûneke giştî. Ji bo artêşa Tirk jî biserneketina li Behdînanê wê ji bo wê veguhere têkçûnê. Gerîla di vê mijarê de gelekî bibiryar e û ji aliyê taktîk û teknîkê de jî pêş ketiye. Girêdayî vê yekê şer û têkoşîna ku a niha li Behdînanê berdewam dike, ger dewleta Tirk hewl bide zêdetir pêş bixe û belav bike, teqez e ku wê gerîla jî li hemberî wê têkoşîneke mezintir ya dîrokî bide meşandin.
Wê dewam bike…