Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Rihayê yê tiryakê bifiroşe azad e, yê têbikoşe girtî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê ji bo Birêz Ocalan derfetên koordînatoriyê bên afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berdevka DEM Partiyê: Dem hatiye ku li Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin!
Rojane

Berdevka DEM Partiyê: Dem hatiye ku li Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin!

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Dem hatiye ku êdî li Birêz Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin" û diyar kir ku divê şert û mercên Rêber Apo bêne guhertin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) nirxand.

Ayşegul Dogan bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derheqê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û diyar kir ku ev biryar ji bo siyasetmedarên din jî emsal e û ev tişt got: “Me gotibû ev doza tolhildanê ye. Aliyekî vê yê ku bi hiqûq an bi darazê ve bêravekirin tune. Li vir ne sûc ne jî guman heye. Tiştek tune. Ev hefhilanînek siyasî ye. Îro rewşa ku hiqûq, siyaseta hindur û qenaeta civakê çi dibêjê? Ev yek gotina me piştrast dike.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç a piştî biryara DMM”yê û wiha pê de çû: “Li ser gotina wî re roj derbas bûn. Ji bo tehliyeyê li benda çi ne? Ji bo çi nayê tehliyekirin? Bi salan in biheq û bêhiqûq tên hefskirin. Ev dozeke siyasî ye û ji aliyê siyasetê ve jî talimat çûye ji wan re. Em aşkera dibêjin em ê vê veneşêrin. Mixabin li vî welatî daraz bi talîmatên siyasî ve birêve diçe. Heta îro wiha bû.”

Ayşegul Doganê diyar kir ku divê edalet bê cibicîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya ku tê payîn bicihanîna edaletê ye. Divê ji edaletê hêvî geş bin û bi siyaseta demokratîk re hevrûbûnek çêbe. Em edaletê bi hevrûbûnê ve dikarin misoger bikin. Normalîzebûna Tirkiyeyê û avakirina aştiya civakî bi hiqûqê ve pêkan e. Êdî wijdan jî dibêje tu hukmê vê dozê nîne.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser banga Rêber Apo, kongreya PKK’ê, merasîma çekşewatê û vekişîna ji Tirkiyeyê û anî ziman ku demeke dirêj li ser van gavan re derbas bûye û lê gaveke qanûnî nehatiye avêtin û wiha pê de çû: “Ewqas gav hatin avêtin lê hêj pel neliviyaye. Divê gavên şênber di pratîkê de bên avêtin. Niha çi bûye? Xebatên hiqûqî çi ne? Raya giştî nizane. Em nizanin. Divê komîsyon bicive.”

Ayşegul Doganê daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê AKP’ê û Tayyîp Erdogan yên ji bo guhdarîkirina her aliyan bi bîr xist û got: “Ji bo çi heta niha komîsyon ji vê rojeva ku her kes li serê diaxive, dinirxîne nacive û nanirxîne. Ji bo çi divê yekê de ewqas bi israr e. Rêzdar Ocalan ne tenê rêberê damezrîner ê PKK’ê ye. Em qala rêbertiyeke xurt dikin. Niha di mercên dijwar de li gorî çarçoveya xwişk û biratiyê, li ser esasê hiqûqî pêvajoyeke stratejîk birêve dibe. Komîsyon, bêyî ku aktorê esasî bêgudharkirin û fikrên wî bêpirsîn wê û derfetên ragihandinê bên cih dê rawestandina xwe bidomîne? An ji bo pêşxistina pêvajoyê wê gavên bicesaret bên avêtin?”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me gotibû ku divê berpirsiyariyê li xwe bigirin û bicesaret bin. Em vê bandê dubare dikin. Divê komîsyon vê rojeva ku her kes nîqaş dike bixe rojeva xwe. Divê partiya desthilatdar, helwesta xwe aşkera bibêje. Divê îradeya siyasî bicesaret gav biavêje. Niha dema guhdarîkirina li rêzdar Abdullah Ocalan e. Ji bo danîna çekan û mayîndekirina pêvajoyê ev yek divê bê kirin.”

Ayşegul Dogan anî ziman ku divê mercên Rêber Apo bên guhertin û serdana komîsyonê ji bo Îmraliyê hêvî dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîroknasê Îtalî Gentile: Gava PKK’ê hêvî geş kir
Nûçeya Pişt re Li Uruguayê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate nasandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin

Hêzên rejîma Îranê, baregehek girêdayî Wezareta Peşmergeyan hedef girt, li Koyê jî 2 fuze hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Durzî yên ku li Sûriyeyê daxwaza jiyaneke xweser dikin, kî ne?

Durzî xwedî yekîneyên xweparastinê ne ku ji sê tûgayan pêk tên û li her gund…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî: Ger pêvajo ser bikeve wê demê hincetên Tirkiyeyê ji bo êrîşê jî namînin 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ger di navbera PKK û Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Rihayê yê tiryakê bifiroşe azad e, yê têbikoşe girtî ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê ji bo Birêz Ocalan derfetên koordînatoriyê bên afirandin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?