Yekşem, 19 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Jin gihiştin Gemlîkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civaknas Ezgî Sila Demîr: Êrişên li dibistanan nîşaneya tundiya civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB: Her komkujiya hatî jibîrkirin, rê li ber yên nû vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rastiya tundiya li dibistanan û berpirsiyariya desthilatdariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lorena Lopez de Lacalle: Ocalan ji bo me çavkaniya sûdwergirtinê ye, divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Hêzên şoreşger dikarin di kêliyekê de hevsengiyê biguherin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşa bi mûşekan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Desteserkirina şaredariyê li gelek bajaran hat protestokirin
Rojane

Desteserkirina şaredariyê li gelek bajaran hat protestokirin

Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku li dijî desteserkirina îradeyê têkoşîna têkoşînê ye û ev bang hate kirin: “Divê em bibin yek û rejîma yek zilamî bişînin çola dîrokê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bertekên li dijî girtina Ahmet Ozer ê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi Lihevkirina Bajêr weke Şaredarê Esenyûrtê hat hilbijartin û desteserkirina şaredariyê didomin.

ŞIRNEX

Rêxistina CHP’ê ya Şirnexê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Şirnexê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê pankarta “Em xwedî li vîna gel derdikevin” vekirin û timî dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edalet” berz kirin.

Endamên KESK’ê bi pankarta “Dest nede vîna gel, ji qeyûman re na” û dowîzên “Qeyûm wû biçin, em ê bimînin” heta ber avahiya bajêr meşiyan.

Serokê CHP’ê yê Şirnexê Saît Namdar daxuyaniya hevpar xwend. Namdar diyar kir ku ew ê tayînkirina qeyûman qebûl nekin û bang li gel kir ku xwedî li vîna xwe derkevin. Namdar wiha axivî: “Em ti carî qebûl nakin ku desthilatdariya siyasî, darazê li gorî daxwaza xwe bi kar bîne û ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyên neqanûnî bimeşîne. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li hemberî kesên ku dixwazin li pişt deriyan bi operasyonên siyasî destwerdana yekîtî û hevgirtina me ya civakî dikin, bertêkên xwe zêdetir bikin û em ê li hemberî van zextan bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

EDENE

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Edeneyê li ser banga rêxistina CHP’ê ya Edeneyê li Parka Înonû hatin ba hev. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edalet”, “Roj wê were, dewran bigere qeyûm wê hesab bidin gel“, “Her der Esenyûrt, her der berxwedan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. 

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglû û parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Halîde Turkoglû anî ziman ku ji sala 2016’an û vir ve desteserkirina şaredariyên di hilbijartinê de hatine bidestxistin li Tirkiyeyê bûye şewazeke rêveberiyê û got, “Rêveberiya yek zilamî bi siyaseta qeyûman xwe xwedî dike.”

Halîde Turkoglû diyar kir ku îradeya gel bi desteserkirina hewl îradeya gel bê nefed bihêlin û wiha berdewam kir: “Li cihê ku qeyûm lê hebe, li wir rant heye; cihê ku îradeya gel lê hebe demokrasî û azadî lê heye. Heke îro qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hatiye kirin, zanibin ku ev qeyûm tayînî jiyana bi hev re, îradeya hevpar û komara demokratîk, hatiye kirin. Em rejîma qeyûm a ku ji Colemêrgê heta Esenyûrtê, ji Esenyûrtê heta hemû Tirkiyeyê hewl didin pêk bînin qebûl nakin û nekin. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”

Halîde Turkoglû, diyar kir ku li hemberî emanetan têkoşîn e û banga têkoşîna hevpar kir.

Endamê MYK’ê yê EMEP’ê Halîl Îmrek jî diyar kir ku li cihê ku azadiya bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin û îradeya gel tê paşguhkirin, nikare behsa demokrasiyê bike û wiha got: “Em alîgirê yekîtiya ked, demokrasî û hêzên aştiyê ne. Divê em bi jin, kedkar, ciwan, teqawîdan, hêzên demokrasiyê yên kedê re bibin yek û rejîma yek zilamî têk bibin.”
Serokê CHP’ê yê Edeneyê Anil Tanburogluyê girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer weke destwerdana vîna gel û demokrasiyê nirxand û banga têkoşînê kir.
Daxuyanî bi temaşekirina mîtînga li Esenyurtê berdewam kir.

AMED

Hevserokên Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) Neslihan Şedal û Siraç Çelîk têkildarî girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û desteserkirina şaredariyê daxuyaniyeke nivîskî dan. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku Sekreterê Giştî yê Yekemîn ê GABB’ê bû û destserkirina şaredariyê, ji bo binpêkirina îradeya hilbijêran e. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 8 sal in polîtîkaya qeyûman dewam dike û wiha hat gotin, “Em weke hevşaredarên ku ev 8 sal in rasterast encamên wêranker ên vê pêkanînên dijhiqûqî jiyane dibêjin ku lêpirsîn ji bo bingeha qeyûman çêbike hatiye destpêkirin. Di dîroka demokrasiyê de bûye şermek.Ji ber vê sedemê em diyar dikin ku sûcdariyên li hemberî birêz Ahmet Ozer ê ku emrê xwe ji bo civak û zanist derbas kiriye, li gel wijdanê raya giştî ti qîmeta vê biryarê tineye û em daxwaz dikin ku ev êrîşa li dijî vîna gel demildest gel bê rawestandin. Biryara girtinê ya bêhiqûqî bê rakirin û birêz Ozer  vegere ser wezîfeya xwe.”.

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Sanatê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê daxuyanî da.

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay daxuyanî da û wiha got: “Li ciheke ku qeyûm lê heye, qala aştiya civakî û asayîbûn naye kirin. Pêkanînên qeyûmê berterefkirina hilbijartinan û nenaskirina îradeya gel e. Em jî weke pêkhateyên ked û demokrasiyê yên Wanê daxwaz dikin ku dawî li vê desteserkirina qeyûmê bê anîn.”

Çalakî bi dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

MÊRDÎN

Ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve desteserkirin hat protestokirin. Çalakiya protestoyî li Parka Karayollari hat lidarxistin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana gelan” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku ew di serdemeke ku hê jî bêedaletî dewam dike de dijîn û wiha got: “Em pir baş dizanin ku darbeyên siyasî çawa li gel û şaredariyên me tên kirin. Armanca wê ew e ku gel û kesên bi rastî jî demokrasiyê dixwazin bêdeng bikin.”

Parlemantera DEM Partî Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Me çawa li Wanê bi hev re têkoşiyan û bi ser ketin, em ê li Stenbolê jî bi hêzên demokrasiyê re li ber xwe bidin.”

DERSIM

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê li Sûka Yeralti daxuyanî da û desteserkirinê protesto kir. Hevşaredarên Dersimê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Ergîn Tekîn ve hat kirin û wiha hate gotin: “Ev destwerdana li ser Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer nayê qebûlkirin, ji ber ku ev êrîşeke li ser tercîhên siyasî yên gel in. Eger ev êrîş bi ser bikeve, wê belavî li şaredarî û hevşaredarên din bibe. Divê tu hêzeke alîgirê ked, aştî û demokrasiyê destûrê nede vê êrîşê.”

ÊLIH

Li Êlihê jî ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ve li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyke çapemeniyê ya girseyî hate lidarxistin. Parlamentera DEM Patî ya Êlihê Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşil Işik, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlamentera DEM Patî ya Êlihê Zeynep Oduncu wiha got: “Bi tunekirina maf û azadiyan aştî nayê pêkanîn. Ev gel wê bêmafiya li dijî îradeya bi mîlyonan kesan qebûl nekir û wê neke. Em bang dikin ku tavile ji vê şaşitiyê wegerin.”

 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê Rêber Apo azad bikin’
Nûçeya Pişt re ‘Bêrîtan bi çalakiya xwe rêya serketinê nîşan da’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê: Mafên jinan divê esasê destûra bingehîn be

Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Rend Abdullah: Di her xaleke Destûra Bingehîn de…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz li tunelên berxwedanê yên gerîla hate pîrozkirin

Li tunelên berxwedanê yên gerîla Newroz hate pîrozkirin. Ji fermandarên HPG'ê Egîd Reşîd got, "Divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li herêma PDK’ê nuqteya kontrolê ya artêşa Tirk

Artêşa Tirk a dagirker li gundên di navbera Bazê û Bêrîzanê û her wiha li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Jin gihiştin Gemlîkê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Sê welatan bang kir ku bi Kubayê re ‘diyaloga samîmî û bi hurmet’ were kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civaknas Ezgî Sila Demîr: Êrişên li dibistanan nîşaneya tundiya civakî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?