Bertekên li dijî girtina Ahmet Ozer ê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi Lihevkirina Bajêr weke Şaredarê Esenyûrtê hat hilbijartin û desteserkirina şaredariyê didomin.
ŞIRNEX
Rêxistina CHP’ê ya Şirnexê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Şirnexê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê pankarta “Em xwedî li vîna gel derdikevin” vekirin û timî dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edalet” berz kirin.
Endamên KESK’ê bi pankarta “Dest nede vîna gel, ji qeyûman re na” û dowîzên “Qeyûm wû biçin, em ê bimînin” heta ber avahiya bajêr meşiyan.
Serokê CHP’ê yê Şirnexê Saît Namdar daxuyaniya hevpar xwend. Namdar diyar kir ku ew ê tayînkirina qeyûman qebûl nekin û bang li gel kir ku xwedî li vîna xwe derkevin. Namdar wiha axivî: “Em ti carî qebûl nakin ku desthilatdariya siyasî, darazê li gorî daxwaza xwe bi kar bîne û ji bo berjewendiyên xwe pêvajoyên neqanûnî bimeşîne. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li hemberî kesên ku dixwazin li pişt deriyan bi operasyonên siyasî destwerdana yekîtî û hevgirtina me ya civakî dikin, bertêkên xwe zêdetir bikin û em ê li hemberî van zextan bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
EDENE
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Edeneyê li ser banga rêxistina CHP’ê ya Edeneyê li Parka Înonû hatin ba hev. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edalet”, “Roj wê were, dewran bigere qeyûm wê hesab bidin gel“, “Her der Esenyûrt, her der berxwedan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglû û parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Halîde Turkoglû anî ziman ku ji sala 2016’an û vir ve desteserkirina şaredariyên di hilbijartinê de hatine bidestxistin li Tirkiyeyê bûye şewazeke rêveberiyê û got, “Rêveberiya yek zilamî bi siyaseta qeyûman xwe xwedî dike.”
Halîde Turkoglû diyar kir ku îradeya gel bi desteserkirina hewl îradeya gel bê nefed bihêlin û wiha berdewam kir: “Li cihê ku qeyûm lê hebe, li wir rant heye; cihê ku îradeya gel lê hebe demokrasî û azadî lê heye. Heke îro qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hatiye kirin, zanibin ku ev qeyûm tayînî jiyana bi hev re, îradeya hevpar û komara demokratîk, hatiye kirin. Em rejîma qeyûm a ku ji Colemêrgê heta Esenyûrtê, ji Esenyûrtê heta hemû Tirkiyeyê hewl didin pêk bînin qebûl nakin û nekin. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”
Halîde Turkoglû, diyar kir ku li hemberî emanetan têkoşîn e û banga têkoşîna hevpar kir.
Endamê MYK’ê yê EMEP’ê Halîl Îmrek jî diyar kir ku li cihê ku azadiya bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin û îradeya gel tê paşguhkirin, nikare behsa demokrasiyê bike û wiha got: “Em alîgirê yekîtiya ked, demokrasî û hêzên aştiyê ne. Divê em bi jin, kedkar, ciwan, teqawîdan, hêzên demokrasiyê yên kedê re bibin yek û rejîma yek zilamî têk bibin.”
Serokê CHP’ê yê Edeneyê Anil Tanburogluyê girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer weke destwerdana vîna gel û demokrasiyê nirxand û banga têkoşînê kir.
Daxuyanî bi temaşekirina mîtînga li Esenyurtê berdewam kir.
AMED
Hevserokên Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) Neslihan Şedal û Siraç Çelîk têkildarî girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û desteserkirina şaredariyê daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku Sekreterê Giştî yê Yekemîn ê GABB’ê bû û destserkirina şaredariyê, ji bo binpêkirina îradeya hilbijêran e. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 8 sal in polîtîkaya qeyûman dewam dike û wiha hat gotin, “Em weke hevşaredarên ku ev 8 sal in rasterast encamên wêranker ên vê pêkanînên dijhiqûqî jiyane dibêjin ku lêpirsîn ji bo bingeha qeyûman çêbike hatiye destpêkirin. Di dîroka demokrasiyê de bûye şermek.Ji ber vê sedemê em diyar dikin ku sûcdariyên li hemberî birêz Ahmet Ozer ê ku emrê xwe ji bo civak û zanist derbas kiriye, li gel wijdanê raya giştî ti qîmeta vê biryarê tineye û em daxwaz dikin ku ev êrîşa li dijî vîna gel demildest gel bê rawestandin. Biryara girtinê ya bêhiqûqî bê rakirin û birêz Ozer vegere ser wezîfeya xwe.”.
WAN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Sanatê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê daxuyanî da.
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay daxuyanî da û wiha got: “Li ciheke ku qeyûm lê heye, qala aştiya civakî û asayîbûn naye kirin. Pêkanînên qeyûmê berterefkirina hilbijartinan û nenaskirina îradeya gel e. Em jî weke pêkhateyên ked û demokrasiyê yên Wanê daxwaz dikin ku dawî li vê desteserkirina qeyûmê bê anîn.”
Çalakî bi dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
MÊRDÎN
Ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve desteserkirin hat protestokirin. Çalakiya protestoyî li Parka Karayollari hat lidarxistin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana gelan” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku ew di serdemeke ku hê jî bêedaletî dewam dike de dijîn û wiha got: “Em pir baş dizanin ku darbeyên siyasî çawa li gel û şaredariyên me tên kirin. Armanca wê ew e ku gel û kesên bi rastî jî demokrasiyê dixwazin bêdeng bikin.”
Parlemantera DEM Partî Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Me çawa li Wanê bi hev re têkoşiyan û bi ser ketin, em ê li Stenbolê jî bi hêzên demokrasiyê re li ber xwe bidin.”
DERSIM
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê li Sûka Yeralti daxuyanî da û desteserkirinê protesto kir. Hevşaredarên Dersimê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Ergîn Tekîn ve hat kirin û wiha hate gotin: “Ev destwerdana li ser Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer nayê qebûlkirin, ji ber ku ev êrîşeke li ser tercîhên siyasî yên gel in. Eger ev êrîş bi ser bikeve, wê belavî li şaredarî û hevşaredarên din bibe. Divê tu hêzeke alîgirê ked, aştî û demokrasiyê destûrê nede vê êrîşê.”
ÊLIH
Li Êlihê jî ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ve li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyke çapemeniyê ya girseyî hate lidarxistin. Parlamentera DEM Patî ya Êlihê Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşil Işik, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Parlamentera DEM Patî ya Êlihê Zeynep Oduncu wiha got: “Bi tunekirina maf û azadiyan aştî nayê pêkanîn. Ev gel wê bêmafiya li dijî îradeya bi mîlyonan kesan qebûl nekir û wê neke. Em bang dikin ku tavile ji vê şaşitiyê wegerin.”