Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê re mezin dibin, bi berxwedanê re bi ser dikevin” konferansa jinan li dar dixe. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê tê lidarxistin. Di salonê de bi 6 zimanan “Jin jiyan azadî” û “Ked a me ye, beden û nasname ya me ye”, “Aştî bi berxwedana jinan tê“ û “Ne peyman dev ji şîdetê berdin” hatin daliqandin. Jinên ku beriya konferansê govend gerandin, bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berzkirin.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ((DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî û delegeyên HDK’ê tevlî konferansê bûn.
Kongre piştî hilbijartina dîwanê destpê kir. Li ser navê endamên diwanê endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê, Semîha Şahîn axivî û bal kişand ser girîngiya kongre û got: “HDK ji bo kesên aştî û azadiyê dixwazin keştiya hêviyê ye û têkoşîna ku bi salan e dimeşînin tevî hemû zehmetiyan jî xurtir bûye.
Piştî axaftina Semîha Şahîn, bo jinên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyona ji bo Konferansa Jinan hatibû amadekirin hate pêşandan.
‘KES NIKARE LI HEMBERÎ GEL BISEKINE’
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, axaftina vekirinê ya konferansê kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Hawîrdora pevçûnên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên şer ji aliyê desthilatdaran ve bi awayekî plankirî hatiye meşandin. Li hemû cîhanê gel li dijî van polîtîkayên şer dadikevin qadan û deng derdixin. Dema ku gel li dijî van polîtîkayên şer e, desthilatdar gavekê jî paşve navêjin, biryardariya desthilatdaran a di vê mijarê de nîşan dide. Kes nikare li hemberî îtîrazên gel bisekine. Serhildan ji Rojava heta Filîstînê, ji Perû heta Şîlî didome. Dîsa bi taybetî di van demên dawîn de dibe ku wisa xuya bike ku şert û mercên aştiyê hene, lê ew luksa me tune ku em vê yekê ji desthilatdaran hêvî bikin. Aştiya serdest bi biryardariya me ve girêdayî ye. Ji bo gelên vê erdnîgariyê azad bijîn aştî lazim e. Divê em jî li ser bingeheke rêxistinî bin ku vê aştiyê ava bike. Em neçar in ji mirovan re rave bikin ku xefika ku ev welat tê de ye encax bi pêvajoyek aştiyê dikare derbas bibe.”
‘JIN LI DIJÎ PERGALÊ DI NAVA SERHILDANÊ DE NE’
Esengul Demîr, bal kişand ser qeyranên ku bandorê li jinan dike û wiha dewam kir, “Li vî welatî her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Ev hemû weke tiştên asayî tên dîtin. Lê belê zirardayîna tayek porê jî sedema serhildanê ye. Pergal bi zanebûn kujerên jinan diparêze. Kuştina jinan tenê bi hêrs û sûcê mêran nayê ravekirin. Pergala ku dewleta zilam a serdest li ser jinan ferz dike ev e. Em ji bo hilweşandina pergala serdest a mêr di nava serhildan û berxwedanê de ne.”
Esengul Demîr, anî ziman ku HDK’ê ji damezrandina xwe heta niha bi xebatên di hemû qadan de, bi taybetî jî têkoşîna jinan armanc dike ku zemîneke hevpar a têkoşînê biafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê û avêtina kevirên aştiyê ye. Rêya me zelal û ronak e. Tenê em jin dikarin vê siberojê bi serhildan, berxwedan û hêviyê bihûnin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari di 13’emîn Konferansa Jinan a ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve bi dirûşma “Em bi hêvî dimeşin, bi îsyan mezin dibin, bi berxwedanê bi ser dikevin” hat lidarxistin de axivî. Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku têkoşîna hevpar a HDK’ê li dijî pergala serdest e û got, “HDK kongreya ku partiya me jî tê de cih digire ye. Paradîgmaya yekîtiya gelan e.”
Tûlay Hatîmogullari, bal kişand ser zêdebûna qetlîamên li ser jinan ên li Tirkiyeyê û got, “Em ê hewl bidin rewşa jinan a li Tirkiyeyê û herêmê bi awayekî herî baş analîz bikin, bi analîzê têr nebin, em ê bi hev re qala xeta xwe ya têkoşîn û pratîkên di dema pêş de bikin. Em ê planên xwe jî bi hev re nîqaş bikin. Ev rastiyeke ku li vê erdnîgariyê her roj jin tên qetilkirin. Herî dawî me dît ku li Stenbolê qirika jinan bi rêbaza DAÎŞ’ê hat kirin. Sedema herî mezin a van kuştinan pergala serdest a mêr û rejîma heyî ye ku destekê dide vê pergalê ye. Binêrin, di bin navê mirinên bi guman de bêhejmar mirin hene. Em baş dizanin ku li pişt her mirina bi guman mirovek heye. Em baş dizanin ku zihniyeteke serdest a mêr heye.”
Hatîmogullari, bal kişand ser girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku bi modela “lihevhatina bajarî” hat hilbijartin û piştre qeyûm hat tayînkirin û xwest Ahmet Ozer tavilê bê berdan. Hatîmogullari, destnîşan kir ku divê qeyûm biçe û got ku desthilatdarî vîna gel nas nake.
Hatîmogullari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê gelên hildibijêrin desthilat bin, ne yên tayînkirî” û bal kişand ser êrîşên li dijî hevserokatiyê. Hatîmogullari got, “Me got ku hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya binefşî ye û em ê vê yekê bidomînin. Em ê berdewam bikin ku hevserokatî û temsîliyeta wekhev li her derê, li hundir û derve xeta me ya binefşî ye. Ji bo vê em ê bi we re jinên delal têkoşîna xwe bidomînin.”
Hatîmogullari, bal kişand ser nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd jî û wiha got: “Bi rastî em ji vê pêvajoyê re nabêjin pêvajo, divê em jê re nebêjin pêvajo. Geşedan hene. Helbet li ku derê ronîkirina aşitiyê çêbibe divê em ji bo aştiyê têbikoşin. Duh jî bi qeyûmê ku li Esenyûrtê hatiye tayînkirin re nîşan dan ku çi kar kirine. Me di vê wateyê de peyama xwe girt. Çi dibe bila bibe, em ê dev ji israra xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bernedin. Çi dibe bila bibe, ji bo destpêkirina pêvajoya bê pevçûn li Tirkiyeyê û avakirina aştiyeke bi rûmet em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Çi dibe bila bibe, em ê li dijî hêzên emperyalîst ên ku her derê Rojhilata Navîn veguherandine pizota agir, têkoşîna aştiyê bidomînin û li ser navê gelan li dijî kesên ku dixwazin wê bikin qada şer, aştiyê biparêzin.”
Hatîmogullari, da zanîn ew ê jin bi hev re bi hêz bin û wiha got: “Em bi paradîgmaya HDK’ê dimeşin. Li gel hemû pêkhateyên di bin HDK’ê de dixebitin, divê em vê rastiyê qebûl bikin û xwe rexne bikin; Ji bo pêşdebirina paradîgmaya HDK’ê divê em gavên pratîktir bavêjin. Pêwîstî bi rêxistinkirina HDK’ê zêdetir heye. Weke rêwiyên rêya sêyemîn em difikirin ku rojên ku em ê bi hev re Komara Demokratîk ava bikin nêzîk in. Şert û mercên objektîf di vê wateyê de teqez mezin bûne û divê em di vê wateyê de xebatên xwe bidomînin. Em bi baweriya xwe ya bi vê yekê re dibêjin ku em jin bi hev re li dijî kesên ku êrîşî beden, ked û nasnameya me dikin bi hêz in.”