Antonyoyê Kal ji Subcomandante Marcos re çîrokekê vedibêje. Antonyoyê Kal di çîroka xwe de behsa nêçîrvaniya şêr û nêçiriya xezalê dike. Li gorî çîroka Antonyoyê Kal, şêr beriya êrîşa xwe ya bi destelepên xwe, beriya bazdana xwe ya weke brûskê û beriya pençe û diranên xwe yên weke xencerê, xezalê bi awirên xwe dikuje.
Marcos pirsa vê kuştinê ji Antonyoyê Kal dike bê ev kuştin çawa dibe gelo. Antonyoyê Kal ê xwedî daneheveke kûr û qedîm a civaka xwe ye bersivê dide Marcos û dibêje; “Belê şêr beriya êriş bike xezalê bi çavên xwe dikuje. Di wê kêliya ku bide pey xezalê, çavê xezalê bi şêr dikeve, xezal di wê kêliyê de di nav çavê xezalê de tirsa xwe dibîne. Di wê tirsê de jî mirina xwe dibîne. Piştî wê çiqas bireve jî êdî feyde nake. Ji ber ku beriya şêr bigihîjê, xezal ji xwe miriye.”
Ev çîrok her tim di salvegera şehadeta Heval Zîlan a 30’yê Hezîranê de tê bîra min. Ji ber ku wateya çalakiya Heval Zîlan her tim weke tolhildana ji wê tirsê, neqebûlkirina wê tirsê tê ji min re. Bi wê çalakiyê, vê carê şêrê ku di nav awirên xwe de xezalê dikuşt, di awirên xezalê de parçeweslebûna xwe, tarûmariya xwe, binketina xwe dibîne. Ew tirsa ku bi dijwarî û erjeng dihate avakirin, dizivirî xofa hilweşandina xwe, vedigûherî perçebûna xwe. Di çavên Zîlan de dijmin hilweşandin û binketina xwe didît. Xofa ku Zîlan ava kiribû dibû xewnereşkeke erjeng ji serdest, mêtînger û zaliman re. Werçerxî bû Zîlan û êdî nav û dibistana nemiriyê bû.
Ev nav û dibistana nemiriyê, di 23’yê Cotmehê de bi Asya û Rojger, li Enqere bi awayê herî serkeftî, bi awayê herî karîger û bi awayê herî dijwar xwe da çêkirin. Di nav mejiyê dagirker de wê çawa serkeftin bi dest bikeve nîşanî tevahî cîhanê dan. Pergal tirsiya, ji ber ku bi dijwarî pergal hejandin.
Nameyên wan hişmendî, hest, rê û rêbazên serkeftina vê çalakiyê û bingeha vê serkeftinê bi her awayî, bi zelalî û bi cewher nîşan dide. Berpirsiyariya wan a jiyanê ya di her kêliyê de, neqebûlkirina ji rêzêbûnê, xwedîderketina li tevahî kêliyên xwe wisa kir ku xwedî li dîroka gelê xwe û ya mirovahiyê derkevin. Asya û Rojger lehengên jiyanê bûn û bi tarzê şehadetên xwe werçerxa serkeftinê nîşan dan. Hêza jin û mêrên azad be dikare çi bike, di nameyên xwe de û bi çalakiya xwe pêşkêşî dîrokê kirin.
Ne jiyîna bi hêsanî û ne bi erzanî û ne jî ji rêzê. Çalakiya wan a ku bi destê xwe û bi dilê xwe û li gorî xwe rêsan, ji her kesekî/ê re nîşan da ku wê mirina wan jî ne bi hêsanî, ne bi erzanî û ne jî ji rêzê be. Di heman kêliyê de bi van lehengan re parvekirina jiyanê ji bo me tevahiyan nirx û erkeke jêneveger e.
Jixwe encax mirovên weke wan dikarin diyariyekê bidin dîrokê. Diyariya Asya û Rojger a ji bo dîrokê denge teqîna azadiyê û jiyaneke baweriyê bû.