Hinek jê, weke ku tiştekî nû dîtibin, behsa mêhtingehbûna Kurdistanê dikin. Ji bo ku xweşik bê fêmkirin. Tesbîtên mêhtingehbûna Kurdistanê ji mêj hatine kirin. Hereketên ku ev tesbît kirin, bi armancên cihê, dozên cihê bi rê ve birin. Li Başûrê Kurdistanê piştî enfalekê û bi sedhezaran şehîdan, di rewşa mandayê de çi hebû, niha ew heye, tenê bûye du qetîtk. Di wê hayellaha referandûmê de yên ku doza serxwebûnê kirin, niha ji çûnûhatina Bexda, Tehran û Enqerê xwe jî û me jî gêj dikin. Di gotara wan a fermî de jî ti behsa serxwebûnê nema. Bi gotina amî, daketin xişxişê. Ji bo carinan alîgirên xwe yên neteweperest fiş bikin, gotareke navxweyî bi pêş dixin.
Li Bakurê Kurdistanê, ji qewlê Mûsa Anter ve, ji binê sifirê bi zorê di salên 70’yî de Kurd gihîştin sifirê. Ji wê sifirê jî niha Kurd li temamê Rojhilata Navîn, bi xêra rêxistinbûna xwe ya li Bakurê Kurdistanê, hêza herî birêxistinkirî ne. Sedema ku niha agir bi rêveberiya dewleta tirk ketiye jî ev bi xwe ye. Li Rojhilata Navîn wê guhertin çêbin û kî rêxistinkirî be, ew ê hêza xwe berfirehtir bike. Hema tiştek li Îranê ji cihê xwe bileqe, Kurd hazir in li Rojhilat xwe biparêzin. Li Rojava jî êdî çi ji cihê xwe bilive, bêyî ku hesabê Kurdan bê kirin wê ji cihê xwe nelive. Li nava Tirkiyeyê jî rewş ev e.
Axir mesela min ne ev e. PKK’ê gava manîfestoya xwe sala 1978’an weşand, tesbîta mêhtingehbûna Kurdistanê kir û weke hela meseleyê jî îdeolojiya rizgariya Kurdistanê bi pêş xist; armanc avakirina Kurdistaneke yekbûyî ya serbixwe bû. Di destpêka salên 1990’î de bi şerê xwe û bi hişyarkirina milet, Sekreterê Giştî yê PKK’ê yê hingê Abdullah Ocalan ji rojnamevanê Mehmet Ali Birand re digot, “Helbet, rewşa min biqudret e”. Ew hêza ku wî hingê bal dibir serê, ew bû ku gihiştiye wê hêzê ku muzakereyan bi dewleta Tirk re bike. Yanî, êdî pêvajoya muxatebbûnê ji bo aliyê Kurd dikemilî. Hingê behsa federasyonê hat kirin, heman salê serokkomarê hingê yê Tirkiyeyê Turgut Ozal behsa wê yekê kir ku ew dikarin behsa federasyonê jî bikin.
Tevgera Kurd serxwebûn dixwest, lê hazir bû bi dewleta Tirk re federasyonê muzakere bike. Ji hingê ve gelek tişt guherin. Muhtemel e ku tesbîtên herî berfireh li ser mêhtingehbûna Kurdistanê di peywenda dîrokî de, dîsa Abdullah Ocalan kirin û ev tesbîtên wî hemû di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ji pênc bergan de hene. Niha hinek, bi gotina amiyane, weke ku di nav g*yê xwe de liba nîskê dîtibin, behsa wê yekê dikin, û dibilînin: Divê pêşî tesbît bê kirin û paşê rêya çareyê were dîtin. Tesbît hatin kirin. Lê rastiya miletê Kurd a li Tirkiyeyê binihêrin û tesbîtên muhim bikin. Niha li Bakurê Kurdistanê kesek bibêje, ez serxwebûnê dixwazim û li dijî PKK’ê me, ew rehet e. Lê heger li aliyê hêza miletê Kurd be, yanî li wî aliyê dikare muzakere bike, di hela meseleyê de alî ye, cihê xwe bigire, miameleya dijminê herî mezin pê re dike. Ev ne tesaduf e û ez dikarim eşkere bibêjim, ji bo parçekirina bereya Kurdan, dibe ku dewleta Tirk bi qesd jî hinan ji van aliyan teşwîq bike. Berê jî nimûneyên vê hene, sermeselê, ji bo lawazkirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê, fikra netewebûna Zazatiyê weke projeyeke siyasî hem afirand, hem teşwîq kir û hem jî destek dayê. Baş e, ev neteweya Zaza ya ku dewleta Tirk destek dayê li ku ye? Li ser wan erdan e yên ku dewleta Tirk ew dagir kirine. Yanî ne ecêb e ku dewleta Tirk hewl bide bereya xurt a Kurdan bi parçekirinên bi vî awayî lawaz bike.
Lê ecêb e ku gelek Kurdên întellektuel, qismî dinyadîtî beriya her kesî hazir in xwe biavêjin nava vê dava dijmin. Carinan ji xwe re dibêjim, qey dîroka xwe bi xwe naxwînin. Erê ma hinek jî ji nava wê dîrokê ne, çima evqasî bîroke ne?
Na xwişkê û na birako, ew tesbîtên tu dibêjî, ji mêj hatin kirin. Êdî meseleya Kurd jî bi federasyoneke besît a ku li Başûr jî hat ceribandin, wê hel nebe. Divê Kurd bi her awayî karibin xwe bi rê ve bibin. Maneya wê jî ew e, sîstemeke muzakerekirî ya ku wê tesîra mêhtingeriyê daxe asta herî jêr û xweparastina wê sîstemê jî misoger bike. Konfederalîzma demokratîk dikare li Kurdistanê tenê jî were bicihkirin û dikare li seranserê Rojhilata Navîn jî, lê mesele ewlekirina xwerêveberiya Kurdan e.