Şemî, 3 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Derya Okatan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    46 welat ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Gelo hûn ê destûreke bingehîn a ku Birêz Ocalan inîsyatîfê tê de negire, çawa çêbikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Komînal derket: ‘Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hevserokên giştî banga têkoşîna bênavber kirin
Kurdistan

Hevserokên giştî banga têkoşîna bênavber kirin

Tulay Hatîmogullari li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û got, “Em ji bo têkoşîna bê navber amade ne. Tûncer Bakirhan jî got, “Tecrîda xirabiya herî mezin a li welêt hatî kirin e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna koma Meclisê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a qeyûm lê hatiye tayînkiri lidar xist. Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi, Hevserokên Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, Berdevka TOP’ê Juliana Sozen, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz Feray Mertoglû û Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca tev li civînê bûn.

Di komcivînê de ji ewil Hatîmogûllari axivî û got ku ji Mêrdînê heta Êlih, Xelfetî û Esenyurtê dê darbeya qeyûm bi hev re têk bibin. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku qeyûm di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an de hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Ev zîhniyet, Kenan Evren, Tahsîn Yalçinkaya û Generalên 28’ê Sibatê tîne bîra me. Heke Kenan Evren bijiya dibê bigota; ‘Darbeya vê îktîdarê ji ya me baştir e.’”

Hatîmogûllari, destnîşa kir ku bi qeyûman re mafê bijartin û hilbijartinê yê gel ji dest hatiye girtin û wiha pê de çû: “Armanca qeyûman ev e; ‘heke tu kurd bî tu nikarî bê hilbijartin.’ Qeyûm, tê wateya derbeya li dijî demokrasiyê, binpêkirina destûra bingehîn û binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm tê wateya nenaskirina îradeya siyasî ya gelê kurd. Ev rejîma faşîst bi tayînkirina walî, qeymeqaman dixwaze pergala şaredartiyê ji holê rake. Ji Esenyûrtê xuya bû ku ev rejîma qeyûm tenê zirarê nade kurdan û DEM Partiyê. AKP-MHP ji bilî xwe hemû partiyan tune dihesibîne. Mezintirîn astengiya li pêşiya tirkiyeyîbûnê, tifaqa AKP-MHP’ê ye.”

Bi domdarî Hatîmogûllari, hedefnîşandana Bakirhan a ji hêla medyaya alîgir ve rexne kir û got ku ew ê heta dawiyê bi Bakirhan re bin.  

Hatîmogûllari destnîşan kir ku qeyûm ji bo rantê hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Xebateke çeteyan û talankirinê ye. Her ku hejmara şaredariyên winda dikin kêm dibin, her ku ranta wan kêm dibe, tayînkirina qeyûman ji xwe re weke derman dibînin. Armanca tayînkirina qeyûm a li Esenyurtê jî ev e.”

Hatîmogûllari, bi lêv kir ku şaredarî ji bo wan ne çar dîwar lê kolan, gel û tax in. Bi domdarî Hatîmogûllari daxuyand ku tayînkirina qeyûm binpêkirina Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî ye. Hatîmogûllari, bang li Meclisê kir û got: “Çareserî, parlamento ye. Ji bo çareseriya li Meclisê divê her kes destê xwe deyne bin kevir.”

Hatîmogûllari, herî dawî ev bang li muxalefetê, hêzên demokrasiyê û rêxistinê kedê û pîşeyî kir: “Em bi hev re xwedî li vê doza mafdar derkevin. Em duh dereng man û qeyûm tayînî Esenyurtê krin. Heke vê carê jî em dereng bimînin, bila gumana we nebe ku dê qeyûman tayînî şaredariyên li rojavayê Tirkiyeyê jî bikin. Roj roja xwedîderketina li demokrasî, mafên mirovan, heq, hiqûq û edaletê ye. Em ê li dijî derbeya qeyûm bênavber têbikoşin. Em ê bi ruhê Wanê li ber xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku mîna duh dê îro jî derbeya siyasî qebûl nekin. Bakirhan, wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê du xet hene; yek ew kesên ên komara qeyûmparêz dixwazin, ya din jî em in ku komareke demokratîk dixwazin. Alîgir û qelemfiroşên rûmeta wan bi qasî mîdeyê wan in, dibêjin ji ber terorê qeyûm hatine tayînkirin. Van kesan, bi salan hemû nebaşî û derhiqûqtiyên xwe di bin vê têgeha terorê de kirin û welêt şêlandin. Hemû dizî û nelirêtiyên xwe bi vê peyvê veşartin. Heke hûn li terorê û dabeşkariyê bigerin, ji ewil li pratîkên xwe binêrin.”

Ji avabûna komarê heta niha koalîsyona herî mezin a dijminatiyê kurdan dike re rû bi rû ne. Ji Hewlêrê heta Batman, Qamişlo, Mêrdîn û Ûrmiyeyê, li her derê dijminatiya kurdan dikin. Bi tifaqa JÎTEM’Ê re ji sala 2015’an her cureyên zilmê li me kirin. Êrişî goristanên me kirin, nehiştin em cenazeyên xwe rakin. Cenazeyên zarokan bi rojan di sarincan de hatin sekinandin. Mirov dest bi vegotina xerabiyên van bike, dê bi rojan nekare xelas bike. Bi vê koalîsyona dij-kurd re nabe, aştî wiha nabe, xwişk-biratî wiha nabe. Hûn nikarin pirsgirêkan bi vî awayî çareser bikin.”

Di berdewamê de Barkihan diyar kir ku îktîdar li rexekî dibêje ‘ez destê xwe dirêj dikim’ û bi destê din jî kurdan tune dihesibîne. Bakirhan, wiha pê de çû: “Ma dê gel çawa ji we bawer bike? Her destê ji bo aştiya civakî tê dirêjkirin biqîmet e û em ê bigirin. Lê wekî hûn jî dibînin, wisa xuya dike ku destê hatiye dirêjkirin ji bo tayînkirina qeyûman bû. Xwe teşhîr kirin. Her tim dipirsin bê ka pirsgirêka kurd çi ye. Pirsgirêka kurd ew e ku di serê sibehê de li deriyê Hevşaredar Ahmet Turk û Devrîm Demîr bixin û jê re bibêjin me hûn ji peywirê girtin. Pirsgirêka kurd, krîmînalîzekirina tevahiya nirxên gelê kurd, amûrên têkoşîna wan û mafên wan e. Hûn dibêjin bila kurd dengê xwe nedin û zimanê xwe bi kar neyînin. Wê demê kurd çi bikin? Hey bêwijdanîno, li îradeya wan qeyûm tayîn dikî, zimanê wan qilfe dikî û vîna wan dişînî zindanê. Wê demê dê kurd çi bikin? Divê hûn bersiva vê pirsê bidin. Ez ji Bahçelî, Erdogan û hemû Meclisê dipirsim, ma kurd dê çi bikin?”  

Bakirhan, got; “Pirsgirêka kurd tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê û tecrîdkirina DEM Partiyê ya di qada siyasetê de ye.” Bakirhan, wiha dom kir: “Ev tecrîd, xerabiya herî mezin a li dijî welêt e. Dev ji vê feraseta xwe berdin. Ji kerema xwe hûn jî vê pirsê ji AKP’iyên tên taxên we siyasetê dikin bipirsin. Em bang li hemû siyasetmedarên kurd ên di nava AKP’ê de cih digirin dikin ku heke hindik jî heysiyeta we hebe îstîfa bikin. Serokê Giştî yê AKP’ê hefteya din digot; muxatabê me xwişk-birayên min ên kurd in. Tu qala kîjan xwişk-birayê xwe dikî? Kurdên tu qeyûman lê tayîn dikî xwişk-birayên te nînin û kesek ji van gotinên te bawer jî nake. Hûn dizanin ew çi dixwazin? Ew Bekoyan dixwazin. Lê nizanin ku xelkê Mêrdînê, xelkê Dêrsimê Mem û Zîn in. Hûn dê nekarin li xaka kurdan Bekoyan biafirînin.”

Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Ji muzakereyan direvin. Ji ber ku muzakere nîşan dide bê ka kî jidil e û kî çareseriyê dixwaze. Heke muzakereyan bikin dê rastiya wan derkeve holê lewma direvin. Weke DEM Partyê muxatabên esasî yên aştiyê em in û em ji bo çareseriyê amade ne. Dê her tim di destê me de kevokên aştiyê hebin. Lê di destê we de qeyûm û zilm heye. Bi tayînkirina qeyûman re firsendekî dîrokî ji dest xwe birin. Xerabiyeke mezin li 85 milyon welatiyan dikin. Min li Bahçelî guhdar kir. Erê rast e gelek gef xwarin û gotinên nexweş kir. Lê gotinên girîng jî dike. Birêz Bahçelî me bi destê we girt lê we şirîkê te destê din têk bir. Pirsgirêk ne di destê me de, di şirîkê te de heye. Madem tu çareseriyê dixwazî, wê demê ji ewil qala qeyûm bike, tecrîdê rake, bi hiqûqê bike û qeyûman paşve bikişîne. Dema me ji bo guftûgo û muzakereyan hewl dida, wan xefik danîn. Ji bo me digotin ev firseneke dîrokî ye. Em jî ji bo îktîdarê dibêjin ku ev firseneke dîrokî ye. Hûn nikarin bi zîhniyeta qeyûm re aştiya navxweyî çêbikin. Em ê serî li ber we netewînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Protestoyên darbeya qeyûm dewam dikin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Nûçeya Pişt re Li Êlihê polîsan êrîş kir, gel li ber xwe dide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, ji bo Hasan Ocak ê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Qurbaniyên erdhejê li Berlînê hatin bîranîn

Li paytexta Elmanya Berlînê, kesên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtin bi Rêber Apo re çêbû

Piştî 43 mehan Rêber Apo yekemcar li Îmraliyê bi Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?