Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jin li dijî qeyûm meşiyan: Berxwedan wê bidome
Kurdistan

Jin li dijî qeyûm meşiyan: Berxwedan wê bidome

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li dijî xespa li ser şaredariyan, meşek hate lidarxistin. Jinan diyar kirin ku ew ê qeyûm qebûl nekin û wê berxwedanê bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Platforma Jinan a Dersimê li dijî tayînkirina qeyûman, bi dirûşma “Bajarê me, nasnameya me, îradeya me ên me ne. Dê qeyûm bi têkoşîna me biçin” meşê li dar xistin. Jin, ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di meşê de dovîzên “Berxwedan dê bidome, silav ji azadiyê re”, “Jin, jiyan, azadî”, “Her tişt ji bo azadiyê” û “Gulistan Doku li ku ye?” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”,  “Em natirsin û serî natewînin”, “Qeyûm bicehime, şaredarî yên me ne” û “Serok Bîrsen rûmeta me ye” berz kirin.

 

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal jî tevlî meşê bûn. 

 

Jin, ji ewil li pêşiya şaredariya bi bariyeran hatiye dorpêçkirî sekinînin û daxuyanî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û wiha got: “Hewl didin bi xespkirina îradeya gel bi ser kevin. Ji dîrokê ve xelkê Dersimê gelek Muaviye, Yezîd û Fîrewn dîtin. Xelkê Dersimê seknekî Huseynî raber kir û nasname û eslê xwe parast. Bedela vê jî pir giran da. Di 38’an de 70 hezar kesên bêcang binax kir. Muqtedîrên vî welatî naxwazin dev ji zilmê berdin. Zîhniyeta 38 pêk anî û ya li çar aliyên Kurdistanê qeyûman tayîn dike heman zîhniyet e. Îktîdareke bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kurdan, elewiyan û jinan dibe heye. Me li dijî wan tu caran paşvegav neavêt. Bû cara sêyemîn îradeya gelê me xesp dikin. Gelê me jî her carê îradeya xwe nîşan da.” 

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nobeta li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin û got ku ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Dersimê li ser pêyan e. Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha domand: “Em ê ji vir û şûnde jî li ser pêya bin. Qeyûm efendî şaredarî bi bloqên betonê dorpêç kiriye. Çima? Ji ber ku ew jî dizane rewa nîne û gel dizekan naxwaze. Ev çiya, Munzur pîroziyên me ne. Di her bihosta vê xakê de hestiyên mirovên me hene. Her Dersimî dê li dijî vê zîhniyeta Yezîd sekna xwe raber bike û rê nede wan. Em ê li dijî derbeyê, qeyûman li ber xwe bidin. Dê gelê me, Dersim û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser kevin. Em ê welatekî wekhev, azad, demokratîk û di nava aştiyê de ava bikin.” 

Piştî daxuyaniyê, jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.

 

‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’

Li Qada Seyîd Riza ji ewil siyasetmedar Sebahat Tuncel axivî û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de em ê îro li ser tundiya ser jinê, rêyên çareseriyê, girîngiya pergala hevserokatiyê û hwd. biaxiviyan. Em nikarin biaxivin ji ber ku îradeya me ya siyasî hate xespkirin. Bi sepana qeyûm re îradeya gel xesp dikin. Jin jî li dijî vê îtîraz dikin. Xespkirina îradeya gel, sûcê herî mezin e. Ev ne tenê meseleya Dersim û Mêrdînê ye. Em ê xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Dersim, dîroka êş û berxwedanê ye. Dîroka dijderketina li hemberî zilmê ye. Sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê ne. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Dersim, bajarê elewiyan, kurdan û sosyalîstan e. Weke jin em dibêjin êdî bes e. Em ê serî li ber tundiyên siyasî û aborî nedanin. Em ê bi hev re jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.”

 

Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî diyar kir ku ew ji bo jiyana xwe, ji bo pêşeroja welêt, li dijî tundiya qeyûma a îktîdara AKP’ê her roj li ber xwe didin. Sevda Karaca anî ziman ku “jin, jiyan, azadî” hêrsa wan e û bila ev hêrsa wan her tim tirsa dilê qeyûm be.

 

Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz jî ew ê berxwedana xwe mezin bikin.

 

Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî berxwedana gelê Dersimê silav kir û got: “Dê heqîqet li dijî tarîtiyê bi ser keve. Hûn dê li hemberî Dersimê têk biçin. Ya ku hûn dikin, eyb e, şerm e, zilm e. Ma we karî serî bidin tewandin? We nekarî û dê nekarin. Hûn ê di bin wan dîwarên hûn xwe li pişt vedişêrin bên binaxkirin. Dê jin gotina herî dawî ya sedsala 21’emîn bikin, em ê bi ser kevin. Dê kesên li ber xwe didin bi ser kevin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DERSÎM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dersim li ber xwe dide, Hevseroka Giştî ya DBP’ê hat bajêr
Nûçeya Pişt re Li Amedê mêr li dijî tundiya li ser jinê daketin kolanan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Nisêbînê êrîşê gorên şehîdan kirin

Li navçeya Nisêbînê êrîşî gorên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de şehîd bûne kirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar: Delîl veşartin, Yildiz ê AKP’î kujer e

Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê ya li Meclîsê berdewam kir û got, "Delîl veşartin. Halîl û…

Ji aliyê Stêrk TV

Operasyona li Şaredariya Antalyayê: 8 binçavkirî

Di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" de ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê 8 kesên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hawagê meş û çandina şitlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?