Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de ji girtiyên jin ên li Wanê re kart hatin şandin, li Colemêrgê semîner hat lidarxistin, li Mêrsînê jî bi kedkarên jin re hatin ba hev. Li Farqînê yê Amedê navê Rojîn Kabaîş li parkekê kirin.
WAN
Li Wanê TJA û TUHAY-DER’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de ji girtiyên jin re kartên piştevaniyê şandin. Jinên TJA’yê û nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr li avahiya DEM Partiyê ya bajêr hatin cem hev û ji bo ji girtiyan re bişînin kart amade kirin. Paşê jin ber bi PTT’ê ve meşiyan. Di meşê de jinan gelek caran bênavber dirûşmeya “Jin, jîyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Jinên hatin ber avahiya PTT’ê, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji girtiyên jin re kartên amade kiribûn şandin.
COLEMÊRG
Şaredariya Geverê bi wesîleya 25’ê Mijdarê semînera “Têkoşîna li dijî tundiyê” li dar xist. Hevşaredarên Geverê, endamên meclîsên jin ên şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û gelek kes beşdarî çalakiya li salona konferansê ya avahiya şaredariyê hat lidarxistin bûn. Psîkolog Şacan Canan Çapraz û hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Colemêrgê Cevahîr Agirî weke axaftvan beşdarî semînerê bûn.
Derûnnas Şacan Canan Çapraz li ser mijarên “Tundiya li ser malbatê, tundiya li ser jinê û têkoşîna li dijî tundiyê” pêşkêşî kir û wiha got: “Ji bo hişyarkirina tundiyê divê bernameyên perwerdeyê bên lidarxistin. Têkoşîna li dijî tundiyê encax bi rêxistinbûna civakî-perwerdeyê dikare bê astengkirin.”
Hevserokê OHD’ê ya Şaxa Colemêrgê Cevahîr Agiralî der barê têkoşîna hiqûqî ya li dijî tundiyê û mafan de nirxand, kir.
Semîner piştî beşa pirs-bersivan bi dawî bû.
MÊRSÎN
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi jinên karker ên atolyeyên tekstîlê yên navçeya Akdenîzê re hevdîtin kir. Di serdanê de ku rêveberên bajêr û navçeyên Mêrsînê yên DEM Partiyê jî amade bûn, têkildarî girîngiya 25’ê Mijdarê agahî hatin dayîn û banga meşa ku dê di 25’ê Mijdarê de li Kolana Kuşîmato bê lidarxistin, hat kirin.
FARQÎN
Şaredariya Farqînê ya Amedê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) de ye, li taxa Yenîşehîrê navê Rojîn Kabaîş a ku di meha Cotmehê de li Wanê hat windakirin, li parkeke bênav kir.
Hevşaredar Sevîm Bîçîcî, malbata Rojîn Kabaîş, hevserokên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî navlêkirina li parkê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê diyar kir ku polîtîkayên li dijî jinê tên meşandin ne tesadufî ne û got ku jin ji ber mafên xwe û ji ber ku dibin dengê zarokan, xweza û azadiyê, hedef tên girtin.
Piştre Sevîm Bîçîcî axivî û wiha got: “Me navê parka xwe kir Rojîn Kabaiş ku ji jiyanê hat dûrxistin. Em ê ji bo her jineke jiyana xwe ji dest daye darekê biçînin. Em ê bi felsefeya ‘Jin, jiyan azadî’ pêvajoya avakirinê bidomînin. Dilê me êşbar be jî, dîsa em bi hêrs in. Em ê li dijî zîhniyeta ku jinan dikuje têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”
Piştî daxuyaniyê dayika Rojîn Kabaîş û beşdaran bi hev re li parkê dar çandin. Navê jinên hatin qetilkirin li darên hatin çandin hat kirin.
ERXENÎ
Hevşaredara Erxeniyê Birsen Azak Bayar û endamên meclisa şaredariyê li Kolana Mîlî Egemenlîk, Kolana Ziya Gokalp û navenda sûkê di çarçoveya kampanyaya “Soza me neqediya, em ê tundiyê rawestînin” broşurên agahdarkirinê yên li dijî tundiya li ser jinê belav kirin.