În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kartal: Nûçeyên navenda şerê taybet bi temamî derew in
Rojane

Kartal: Nûçeyên navenda şerê taybet bi temamî derew in

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku nûçeyên navenda şerê taybet yên ku dibêjin Tevgera Azadiya Kurdistanê guh nade Rêber Apo bi temamî derew in û got: "Desthilat li ber hilweşînê ye, ev sala wê ya dawî ye, divê em têkoşînê mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal pirsên ANF’ê yên li ser pirsgirêka Kurd, rêbazên şerê taybet û berxwedanê bersivandin. Remzî Kartal diyar kir ku pergala şerê taybet serî li derewan dide û dibêje, “Di navbera Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de nelihevkirinek heye. Ev bi temamî derew e. Ev, parçeyek ji polîtîkayên berfireh ên navenda şerê taybet e.” Kartal diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve ketiye tengasiyê û banga mezinkirina berxwedanê kir.

Hin çavkaniyên şerê taybet li ser medyaya dîjîtal tînin ziman ku hûn bi dewleta Tirk re hevdîtinan dikin. Her wiha Rêber Apo jî bi rêya telefonê beşdar bûye. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?

Wekî ku we jî anî ziman, di medyaya Tirk de li ser medyaya dîjîtal hin nûçe hatin belavkirin ku qaşo me bi hinek siyasetmedarên AKP’ê re li Brukselê li otêlekê hevdîtinek pêk aniye. Ev bi tevahî derew e. Li ser vê mijarê ne bi AKP’ê ne jî bi dewleta Tirk re tu hevdîtin nehatiye kirin. Hevdîtin li aliyekî, diyalog jî ne mimkin e. Ev nûçe bi tevahî bi arastekirina navenda şerê taybet ji bo xapandina raya giştî tên belavkirin.

Agahiyên wisa belav dikin ku qaşo Rêber Apo jî bi rêya telefonê tevlî van hevdîtinan bûye. Jixwe kiryar û polîtîkayên niha yên AKP-MHP’ê bi temamî li dijî van agahdarkirinan in û nîşan didin ku ev nûçe bi temamî derew in. Lê dîsa jî ji aliyê hin derdoran ve bi israr parvekirina nûçeyên bi vî awayî ji niyeteke dilpak dûr e. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê li ser hemû aliyên jiyanê êrîşên mezin dike. Ji aliyekî ve cezayên dîsîplînê li Rêber Apo dibire, ji aliyê din ve lêpirsînên nû li dijî partiya siyasî û hevserokên wê vedike, gefên girtina partiyê dixwe, qeyûmên nû davêje ser şaredariyan û cezadarkirinên nû derdixîne holê… Yanî bi gotineke din li dijî gelê Kurd, bingeha têkoşîna siyasî, siyasetmedar û parlamenteran êrîşek tê birêvebirin.

Niha li dijî Rojava jî amadekariya êrîşeke leşkerî dikin. Li dijî gerîla li her qadê êrîş tên kirin. Konsepteke şerê topyekûn tê meşandin. Lê bi mîsyona ku dane ser milê Bahçelî, dixwazin raya giştî bixapînin. Dixwazin vê mijarê bikin rojev ku rojeveke yekalî ya li gor dilê xwe biafirînin. Ji vî aliyî ve divê em bi eşkereyî vê yekê bînin ziman: Desthilata AKP-MHP’ê ji şerê topyekûn ku ev 10 sal in bi rê ve dibe, tu encam bi dest nexist. Di vî warî de xetimîneke mezin dijî. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn her ku diçe li Rojhilata Navîn belav dibe. Tirkiye ji ber vê derdora şerî ya berfireh ku di navbera Îsraîl, Filistîn, Hizbullah, Sûriye, Îranê de berbelav dibe, ji geşedanên navxweyî û derveyî ditirse. Loma ji xwe re konseptekê ava dikin, lê ev konsept bi temamî konsepteke berfireh ya êrîşê ye.

Daxwaza me ji gelê me û raya giştî ew e ku vê pêvajoyê û geşedanên girêdayî wê di vê çarçoveyê de binirxînin. Ji xeynî vê, nûçeyên derbarê diyalog û hevdîtinan de bi tevahî derew in. Di vê pêvajoyê de ku tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê birêvebirin, nûçeyên ku dibêjin Rêber Apo bi telefonê beşdarî van hevdîtinan dibe, jixwe nîşan didin ku ev yek di çarçoveya telîmatên navenda şerê taybet de derdikeve holê.

Her çiqas Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dehan caran diyar kir ku di mijara çareseriya demokratîk de muxatab Rêber Apo ye, dîsa jî nirxandinên wekî ku cudabûnek heye tên kirin. Bi ya we armanca nirxandin û nûçeyên bi vî awayî çi ye?

Helbet di çarçoveya vê plansaziya berfireh a şerê taybet de, ji alîyekê ve hin nûçeyên wiha tên belavkirin: ‘Rêber Apo bi Qendîlê re hevdîtinan dike, nameyan dişîne Qendîlê, Rojava û Ewropayê. Di navbera Rêber Apo û Qendîlê de nelihevhatinek heye, bersiva banga Rêber Apo nedane û ji ber vê yekê Rêber Apo aciz bûye û telefon girtiye…’  Ev hemû bi awayekî bizanebûn ji aliyê medyaya şerê taybet ve tên belavkirin. Dixwazin bi van nûçeyan serê gelê me û raya giştî ya demokratîk tevlihev bikin û ji xwe re rojeveke nû çêbikin. Ev yek bi temamî parçeyek ji polîtîkayên berfireh ên êrîşên navenda şerê taybet e.

Hevdîtin li aliyekî ev demek e yek û yek navê siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê didin û wan dikin hedef. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?

Armanca endamên çapemeniyê ji belavkirina nûçeyên derew ên navenda şerê taybet û çapemeniya Tirk a girêdayî wan ew e ku  siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê jî bi vî awayî bikin hedef. Dixwazin bi vî rengî welatên Ewropayê bikin hedef û zextên siyasî li ser wan çêbike. Bi vî awayî bi bilêvkirina hin navan dixwazin di vê mijarê de bigihin encamekê. Em baş dizanin ku hem li derveyî welat hem jî li Tirkiyeeyê armanca nûçeyên bi vî rengî ku li dijî siyasetmedarên Kurd tên belavkirin ev e. Lê belê ne mimkin e ku navenda şerê taybet û çapemeniya xizmeta wê dike, di vî warî de bigihêje encamekê. Em dixwazin bi awayekî zelal li ser vê mijarê ji raya giştî re, bi taybetî ji raya giştî ya demokratîk re, vê yekê bibêjin. Divê raya giştî ya demokratîk û çapemeniya demokratîk di vê mijarê de hesas be. Divê kesên ku qaşê endamên çaepemeniyê ne û xizmeta polîtîkayên şer ên taybet dikin bên deşîfrekirin û raya giştî di vî warî de bê agahdarkirin.

Xebatên hêzên şerê taybet ên Tirk di demên dawî de zêde bûne. Ji bo ku gel ji têkoşînê qut bikin û bitirsînin serî li her cure rêbazê didin. Di vê mijarê de hûn dixwazin ji gelê Kurd û hêzên demokratîk re çi bibêjin?

Divê gelê me û hêzên demokrasiyê vê pêvajoyê rast binirxînin û polîtîkayên AKP-MHP’ê rast fêm bikin. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê di polîtîkaya jinavbirinê de têk çû. Tirkiye di nava qeyraneke mezin a aborî de ye, di warê leşkerî de encamek bi dest nexist, ji hêla siyasî ve têkçûneke mezin dijî. Loma dikarim bibêjim ku wekî gava dawî dest bi êrîşeke berfireh kiriye. Niha hêzên dewleta kûr wezîfeyek daye Bahçelî û bi vî awayî plansaziyek dan destpêkirin. Armanca wan ew e ji hemû aliyan ve êrîşî têkoşînê bikin. Lê belê ez dixwazim vê yekê bi eşkereyî bibêjim; ev plana wan jî wê têk biçe. Ev pêvajo, pêvajoya dawî ye. Pêvajoya hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê, di vê pêvajoya şerê berfireh a nû de ku li Tirkiye û li tevahiya Rojhilata Navîn pêş dikeve, dê bibe sedema geşedanên pir giring. Dê bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêka Kurd, pêvajoyeke nû ya demokratîkbûna herêmê û hilweşîn û têkçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê.

Ji ber vê yekê, divê ne gelê me ne jî hêzên demokrasiyê, ji ber êrîşan newestin û belav nebin. Berovajî vê, di vê pêvajoya dawî de, divê hêzên demokrasiyê, li hemberî van êrîşên li dijî şaredarî, partiyên siyasî, gel, rewşenbîr, rojnameger, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl yên ku wê desthilatdariya AKP-MHP’ê têk bibe, têkoşîna demokrasiyê li her qadê mezin bikin.

Jixwe ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêngaveke mezin a têkoşînê tê meşandin. Ev pêngav ket sala xwe ya duyemîn. Armanca sereke ya vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Loma divê gelê me karakterê pêvajoyê rast fam bike. Di şexsê desthilatdariya AKP-MHP’ê de pergala yekperest û faşîst di nav têkçûnekê de ye. Ji ber vê yekê dixwazin polîtîkayên êrîşê bimeşînin. Divê em jî li hemberî vê yekê bi têkoşîneke berfireh, rêxistinkirî; bi hemû dostên xwe yên enternasyonalîst re li çar parçeyên Kurdistan, Tirkiye, li derveyî welat û li qada navneteweyî pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi awayekî bihêztir bidomînin. Divê encama vê pêvajoyê teqez wê azadî be. Loma divê em li dor azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kom bibin. Divê em hemû xebatên li gor vê armancê bi rê ve bibin. Ji bo vê yekê serketinê gelê me û dostên me dixwazim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê li dijî zîhniyeta ku jinan qetil dike têbikoşin
Nûçeya Pişt re ‘PKK’ê bi têkoşîna xwe ya 46 salan êrîşên dijmin hemû têk bir’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê ji bo Sevîm Bellî peyam da: Em ê têkoşîna wê bigihînin serketinê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku nivîskar Sevîm Bellî tevkariyek mezin li têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Li DYE’yê xwendekareke 15 salî 2 kes qetil kir

Li eyaleta Wisconsinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwendekara 15 salî 2 kes qetil…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Mexmûrê: Newroz cejna gelên azadîxwaz e

Jinên Wargeha Penabaran a Mexmûrê Newroza 2024’an pîroz kirin û wiha gotin: “Niha li seranserî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?