Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal pirsên ANF’ê yên li ser pirsgirêka Kurd, rêbazên şerê taybet û berxwedanê bersivandin. Remzî Kartal diyar kir ku pergala şerê taybet serî li derewan dide û dibêje, “Di navbera Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de nelihevkirinek heye. Ev bi temamî derew e. Ev, parçeyek ji polîtîkayên berfireh ên navenda şerê taybet e.” Kartal diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve ketiye tengasiyê û banga mezinkirina berxwedanê kir.
Hin çavkaniyên şerê taybet li ser medyaya dîjîtal tînin ziman ku hûn bi dewleta Tirk re hevdîtinan dikin. Her wiha Rêber Apo jî bi rêya telefonê beşdar bûye. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?
Wekî ku we jî anî ziman, di medyaya Tirk de li ser medyaya dîjîtal hin nûçe hatin belavkirin ku qaşo me bi hinek siyasetmedarên AKP’ê re li Brukselê li otêlekê hevdîtinek pêk aniye. Ev bi tevahî derew e. Li ser vê mijarê ne bi AKP’ê ne jî bi dewleta Tirk re tu hevdîtin nehatiye kirin. Hevdîtin li aliyekî, diyalog jî ne mimkin e. Ev nûçe bi tevahî bi arastekirina navenda şerê taybet ji bo xapandina raya giştî tên belavkirin.
Agahiyên wisa belav dikin ku qaşo Rêber Apo jî bi rêya telefonê tevlî van hevdîtinan bûye. Jixwe kiryar û polîtîkayên niha yên AKP-MHP’ê bi temamî li dijî van agahdarkirinan in û nîşan didin ku ev nûçe bi temamî derew in. Lê dîsa jî ji aliyê hin derdoran ve bi israr parvekirina nûçeyên bi vî awayî ji niyeteke dilpak dûr e. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê li ser hemû aliyên jiyanê êrîşên mezin dike. Ji aliyekî ve cezayên dîsîplînê li Rêber Apo dibire, ji aliyê din ve lêpirsînên nû li dijî partiya siyasî û hevserokên wê vedike, gefên girtina partiyê dixwe, qeyûmên nû davêje ser şaredariyan û cezadarkirinên nû derdixîne holê… Yanî bi gotineke din li dijî gelê Kurd, bingeha têkoşîna siyasî, siyasetmedar û parlamenteran êrîşek tê birêvebirin.
Niha li dijî Rojava jî amadekariya êrîşeke leşkerî dikin. Li dijî gerîla li her qadê êrîş tên kirin. Konsepteke şerê topyekûn tê meşandin. Lê bi mîsyona ku dane ser milê Bahçelî, dixwazin raya giştî bixapînin. Dixwazin vê mijarê bikin rojev ku rojeveke yekalî ya li gor dilê xwe biafirînin. Ji vî aliyî ve divê em bi eşkereyî vê yekê bînin ziman: Desthilata AKP-MHP’ê ji şerê topyekûn ku ev 10 sal in bi rê ve dibe, tu encam bi dest nexist. Di vî warî de xetimîneke mezin dijî. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn her ku diçe li Rojhilata Navîn belav dibe. Tirkiye ji ber vê derdora şerî ya berfireh ku di navbera Îsraîl, Filistîn, Hizbullah, Sûriye, Îranê de berbelav dibe, ji geşedanên navxweyî û derveyî ditirse. Loma ji xwe re konseptekê ava dikin, lê ev konsept bi temamî konsepteke berfireh ya êrîşê ye.
Daxwaza me ji gelê me û raya giştî ew e ku vê pêvajoyê û geşedanên girêdayî wê di vê çarçoveyê de binirxînin. Ji xeynî vê, nûçeyên derbarê diyalog û hevdîtinan de bi tevahî derew in. Di vê pêvajoyê de ku tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê birêvebirin, nûçeyên ku dibêjin Rêber Apo bi telefonê beşdarî van hevdîtinan dibe, jixwe nîşan didin ku ev yek di çarçoveya telîmatên navenda şerê taybet de derdikeve holê.
Her çiqas Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dehan caran diyar kir ku di mijara çareseriya demokratîk de muxatab Rêber Apo ye, dîsa jî nirxandinên wekî ku cudabûnek heye tên kirin. Bi ya we armanca nirxandin û nûçeyên bi vî awayî çi ye?
Helbet di çarçoveya vê plansaziya berfireh a şerê taybet de, ji alîyekê ve hin nûçeyên wiha tên belavkirin: ‘Rêber Apo bi Qendîlê re hevdîtinan dike, nameyan dişîne Qendîlê, Rojava û Ewropayê. Di navbera Rêber Apo û Qendîlê de nelihevhatinek heye, bersiva banga Rêber Apo nedane û ji ber vê yekê Rêber Apo aciz bûye û telefon girtiye…’ Ev hemû bi awayekî bizanebûn ji aliyê medyaya şerê taybet ve tên belavkirin. Dixwazin bi van nûçeyan serê gelê me û raya giştî ya demokratîk tevlihev bikin û ji xwe re rojeveke nû çêbikin. Ev yek bi temamî parçeyek ji polîtîkayên berfireh ên êrîşên navenda şerê taybet e.
Hevdîtin li aliyekî ev demek e yek û yek navê siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê didin û wan dikin hedef. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?
Armanca endamên çapemeniyê ji belavkirina nûçeyên derew ên navenda şerê taybet û çapemeniya Tirk a girêdayî wan ew e ku siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê jî bi vî awayî bikin hedef. Dixwazin bi vî rengî welatên Ewropayê bikin hedef û zextên siyasî li ser wan çêbike. Bi vî awayî bi bilêvkirina hin navan dixwazin di vê mijarê de bigihin encamekê. Em baş dizanin ku hem li derveyî welat hem jî li Tirkiyeeyê armanca nûçeyên bi vî rengî ku li dijî siyasetmedarên Kurd tên belavkirin ev e. Lê belê ne mimkin e ku navenda şerê taybet û çapemeniya xizmeta wê dike, di vî warî de bigihêje encamekê. Em dixwazin bi awayekî zelal li ser vê mijarê ji raya giştî re, bi taybetî ji raya giştî ya demokratîk re, vê yekê bibêjin. Divê raya giştî ya demokratîk û çapemeniya demokratîk di vê mijarê de hesas be. Divê kesên ku qaşê endamên çaepemeniyê ne û xizmeta polîtîkayên şer ên taybet dikin bên deşîfrekirin û raya giştî di vî warî de bê agahdarkirin.
Xebatên hêzên şerê taybet ên Tirk di demên dawî de zêde bûne. Ji bo ku gel ji têkoşînê qut bikin û bitirsînin serî li her cure rêbazê didin. Di vê mijarê de hûn dixwazin ji gelê Kurd û hêzên demokratîk re çi bibêjin?
Divê gelê me û hêzên demokrasiyê vê pêvajoyê rast binirxînin û polîtîkayên AKP-MHP’ê rast fêm bikin. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê di polîtîkaya jinavbirinê de têk çû. Tirkiye di nava qeyraneke mezin a aborî de ye, di warê leşkerî de encamek bi dest nexist, ji hêla siyasî ve têkçûneke mezin dijî. Loma dikarim bibêjim ku wekî gava dawî dest bi êrîşeke berfireh kiriye. Niha hêzên dewleta kûr wezîfeyek daye Bahçelî û bi vî awayî plansaziyek dan destpêkirin. Armanca wan ew e ji hemû aliyan ve êrîşî têkoşînê bikin. Lê belê ez dixwazim vê yekê bi eşkereyî bibêjim; ev plana wan jî wê têk biçe. Ev pêvajo, pêvajoya dawî ye. Pêvajoya hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê, di vê pêvajoya şerê berfireh a nû de ku li Tirkiye û li tevahiya Rojhilata Navîn pêş dikeve, dê bibe sedema geşedanên pir giring. Dê bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêka Kurd, pêvajoyeke nû ya demokratîkbûna herêmê û hilweşîn û têkçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê.
Ji ber vê yekê, divê ne gelê me ne jî hêzên demokrasiyê, ji ber êrîşan newestin û belav nebin. Berovajî vê, di vê pêvajoya dawî de, divê hêzên demokrasiyê, li hemberî van êrîşên li dijî şaredarî, partiyên siyasî, gel, rewşenbîr, rojnameger, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl yên ku wê desthilatdariya AKP-MHP’ê têk bibe, têkoşîna demokrasiyê li her qadê mezin bikin.
Jixwe ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêngaveke mezin a têkoşînê tê meşandin. Ev pêngav ket sala xwe ya duyemîn. Armanca sereke ya vê pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Loma divê gelê me karakterê pêvajoyê rast fam bike. Di şexsê desthilatdariya AKP-MHP’ê de pergala yekperest û faşîst di nav têkçûnekê de ye. Ji ber vê yekê dixwazin polîtîkayên êrîşê bimeşînin. Divê em jî li hemberî vê yekê bi têkoşîneke berfireh, rêxistinkirî; bi hemû dostên xwe yên enternasyonalîst re li çar parçeyên Kurdistan, Tirkiye, li derveyî welat û li qada navneteweyî pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi awayekî bihêztir bidomînin. Divê encama vê pêvajoyê teqez wê azadî be. Loma divê em li dor azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kom bibin. Divê em hemû xebatên li gor vê armancê bi rê ve bibin. Ji bo vê yekê serketinê gelê me û dostên me dixwazim.