În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmdat Bîngol ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ji bo Şehîdên Azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK-HPJ: Tevlîbûna li greva giştî biryardariya ji bo parastina destketiyên şoreşê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Serdestbûna zihniyeta mêrsalar bûye sedema zêdebûna kuştina jinan’
Jin

‘Serdestbûna zihniyeta mêrsalar bûye sedema zêdebûna kuştina jinan’

Parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr dibêje: "Partiyên başûrê Kurdistanê kujerên jinan distrînin da ku neyên darizandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamentera berê ya Iraqê û endama Platforma Yekîtiya Jinan Rêzan Şêx Dilêrê di hevpeyvîneke taybet de têkildarî Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinan, rewşa niha ya jinan û tundiya ku li dijî jinan tê kirin ji ANF’yê re axivî.

Têkildarî rewşa jinan li Iraqê û tundiya ku li hemberî wan tê kirin, çalakvana warê jinan Rêzan Şêx Dilêrê wiha got: “Pirsgirêka me ne tunebûna qanûnan e, pirsgirêka me cîbicînekirina qanûnan e. Dema ku jinek tê kuştin, kujer bi lez radestî dadgehê nayên kirin. Her wiha zihniyeta mêrsalar li ser civakê serdest e, bi awayekî ku mêr jinan wek namûsa xwe dibînin. Ji ber zihniyeta mêrsalar mêran maf daye xwe ku kengî bixwazin hemû desthilatên xwe li dijî jin, keç û zarokên xwe bi kar bînin, ev jî bûye sedem ku rêjeya kuştina jinan zêde bibe.”

‘JIN WEK BERÊ TUNDIYÊ QEBÛL NAKIN’

Rêzan Şêx Dilêrê her wiha ev tişt anîn ziman: “Li gorî berê guhertin di jiyana jinan de çêbûye, niha bo nimûne jin wek berê wê tundiya ku li hemberî wan tê kirin, qebûl nakin û wisa dizanin ku qanûn piştgiriya wan dikin, lê hemû ew qanûnên heyî nebûne piştgiriyeke baş ji bo jinan.”

‘TAWANBARÊN KUŞTINA JINAN JI ALIYÊ PARTIYAN VE TÊNE VEŞARTIN’

Rêzan Şêx Dilêrê amaje bi xerabiya rola partiyên başûrê Kurdistanê kir di veşartina kujerên jinan de û got: “Erka her kesî ye ku takekesên civakê hişyar bike ku jin ne milkê tu kesî ne û xwedî raman û baweriyên xwe ne. Ev siyaseta ku partiyên niha yên başûrê Kurdistanê dimeşînin, bûye sedema belavbûna zêdetir a zihniyeta mêrsalar, bûye sedem ku tawanbarên kuştina jinan li cem partiyan xwe veşêrin.”

‘PARTIYÊN ÎSLAMÎ BÛNE ASTENG LI PÊŞIYA DERKETINA QANÛNÊN PARASTINA JINAN’

Rêzan Şêx Dilêrê her wiha got: “Li Herêma Kurdistanê qanûna rêgirtina li tundiya malbatî heye, lê li derveyî Herêma Kurdistanê, ango li navçeyên din ên di bin desthilata hikûmeta Iraqê de qanûna tundiya malbatî tune ye. Li parlamentoya Iraqê jî me gelek hewl da ku em ji bo rêgirtina li tundiya li dijî jinan û tundiya malbatî qanûnekê derxin, lê zihniyeta mêrsalar û partiyên Îslamî yên parlamentoya Iraqê bûn asteng li pêşiya derketina qanûna parastina jinan û tundiya malbatî.”

Rêzan Şêx Dilêrê di berdewamiya axaftina xwe de ragihand: “Ji bo rêgirtina li tundiya li dijî jinan, pêwîst e em bi rêya perwerde, xwendin û zanîngehan hişyarkirina civakê bidin destpêkirin. Her wiha divê zihniyeta partiyan bê guhertin, ji ber ku zihniyeta mêrsalar li ser partiyan serdest e, her wiha partiyên Îslamî jî ku zihniyeta Îslama siyasî li ser wan serdest e, bûne asteng li pêşiya parastina jinan bi rêya qanûnan.”

‘PÊWÎST E JIN ÊN PARLAMENTER ERKA XWE BI CIH BÎNIN’

Rêzan Şêx Dilêrê di dawiya axaftina xwe de peyamek ji jinan re şand û got: “Hêvîdar im rojek ji rojan jin bikarin bi zihniyeteke jinane û dûr ji serdestiya zihniyeta mêrsalar bifikirin, em behsa jineolojiyê dikin. Dema ku jin dibin parlamenter, pêwîst e wek jinekê erka xwe li parlamentoyê bi cih bînin û ji bo mafê jinan û mafê mirovan bixebitin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
Nûçeya Pişt re Li Dersimê 2 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ne darvekirin ne jî girtin wê nikaribin li pêşiya çapemeniya azad bibin asteng’

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkanînên li dijî rojnamevanan ên li Îranê û li Başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê li dijî zîhniyeta ku jinan qetil dike têbikoşin

Jinan li gelek bajaran 25'ê Mijdarê bi çalakiyên cuda pêşwazî kirin û peyam ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçberên Efrînê: Em ê her tim li pişta gelê xwe yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bin

Koçberên Efrînê yên ku li Hesekê bi cih bûne, êrîşên komên çeteyan ên girêdayî Hikumeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?