Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Binpêkirinên li girtîgehan ji rewşa siyasî ya li derve qut nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Banga li dijî cezayên darvekirinê yên li Îranê
Kurdistan

Banga li dijî cezayên darvekirinê yên li Îranê

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li gel 17 rêxistinên mafên mirovan ên Îranî û navneteweyî banga demildest rakirina cezayê darvekirinê ya li ser girtiyên siyasî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bang û piştevaniyên li dijî cezayên darvekirinê yên ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî girtiyên siyasî berdewam dikin. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li gel 17 rêxistinên Îranî û cîhanê yên mafên mirovan têkildarî cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi navê jiyanê, bi navê mirovahiyê, bi navê bedewiyê’. Ev gotin destpêka nameya girtiyê siyasî û yek ji hezaran têkoşerên jin ên Kurd Werîşe Muradî ya ji girtîgeha Evînê ye. Ev gotin carek din dengê jinên Îran û Kurdistanê yên leheng û berxwedêr yên giyanê xwe li dijî pergala mêtingeriyê dikin mertal, tîne bîra me. Ev gotin dengê wan û bersiva banga wan e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî destpêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Îranê ji bo derbaskirina atmosfera tirsê dîsa pêleke nû ya darvekirinê hatiye destpêkirin û wiha hate gotin: “Vê carê jî zext û zordariya li ser jin û gelê Kurd, du baskên girîng ên têkoşîn û berxwedanê, ketiye navenda vê pergala mêtinger. Di vê qonaxa nû de jinên wêrek ên weke Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bi tometên nerast û derew bi cezayên darvekirinê hatin cezakirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du jinên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ku bi salan li dijî zilma sîstematîk a Komara Îslamî têkoşiyane, di bin metirsiya darvekirinê de ne û hate destnîşankirin ku rawestandina darvekirinan pir girîng e.

Bi berdewamiya daxuyaniyê wiha hate gotin: “Em tekezî li ser wê yekê dikin ku Îran tu carî nikare bi afirandina mexdûriyetê di nava civaka têkoşer a Îran û Kurdistanê de krîzên siyasî yên li derve çareser bike û hevsengiyê bike. Werîşe Muradî di nameya xwe ya de ku ji girtîgeha jinan a Evînê nivîsandiye, behsa rewşa Rojhilata Navîn û rewşa navxweyî ya Îranê dike û dibêje; ‘Agirê şer hemû Rojhilata Navîn girtiye û divê em nehêlin ku komkujiyên salên 1960’î li gel şerê ser sînor dubare bibin.’

Ev hevok hişyariyeke dîrokî ye li ser girêdana qeyranên navçeyî, her wiha tepeseriya navxweyî û aliyên aloz û trajîk ên rewşa niha ya Îranê rave dike. Li cihê ku ji bo domandina desthilatdariyê û berdewamkirina otorîterîzma rejîma Îranê, zextên navxweyî û polîtîkayên şerkerî hevdem tê meşandin.

Di doza Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî de jî wek piraniya girtiyên siyasî, mafê dadgehkirina adil gelek caran hatiye binpêkirin. Ev jinên têkoşer ne tenê ji mafê parêzeriyê bêpar man, di heman demê de ji bo îtirafên bi darê zorê rastî zextên giran û êşkenceyên nemirovane hatin. Em wek rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe ya li hember vê meyla dijmirovî radigihînin û ji bo edaletê ji bo van her du jinan çi ji destê me tê em dikin.

Îro dengê Werîşe û Pexşan ne tenê li Kurdistan û Îranê ye. Ev her du jin sembolên berxwedan û têkoşîna dîrokî ya jinê ne, jinên ku tevî hemû gef û xeteriyan serî natewînin û ji bo mafê jiyan û azadiyê têdikoşin in. Banga wan ji raya giştî ya cîhanê re banga hevgirtinê ya ji bo hemû jinên ku di bin sîwana zext û cudakariyê de ne ye.

Em wek rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên gel daxwaz dikin ku cezayê darvekirina Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û hemû girtiyên siyasî demildest bên rakirin. Van jinan bi îrade û wêrekiya xwe, demsala nû di têkoşîna azadî û wekheviyê de vekirine û bê guman ev darvekirin dê encamên giran li ser rejîma Komara Îslamî bi xwe re bîne. Her dilopek xwîna van jinan dê bibe birîneke ne jibîrkirî li ser bedena zordar a rejîmê û motîvasyoneke nû ji bo civaka têkoşer a Îranê.

Di vê zindana hov û nemirovane de, pîvana me ya mirovatî zêdetir şîn dibe û di ezmûna desthilatdarî û nemirovane de, jinbûn serbilindî û serkeftin e.”

Navên Rêxistinan:

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Pêşxistina Perwerdeya Navdewletî, Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan, Encûmena Pena Amerîkî, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Rêxistina Mafên Mirovan a Ehwazê, Piştevaniya li Dijî Darvekirinê, Kampanya Çalakvanên Belûc, Resanak, Navenda Mafên Mirovan a Abdurrahman Broomand a li Îranê, Ji bo Her Kesî Mafên Mirovan a Îranê, Navenda Siyamek Purzend, Koma Mafên Mirovan a Belûcistanê, Mafên Mirovan a Îranê, Mehrengîz Kar, Saziya Mafên Mirovan a Gelê Azerbaycanê li Îranê, Rêxistina Yekgirtinê ji bo Îranê, Atlasa Girtîgehên Îranê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pênc rojnamevan û nivîskar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
Nûçeya Pişt re Gulîstan Sonuk: Ew ê nikaribin serê Kurdek jî bitewînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê tundiya mêr: Tevî kujer 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Kesê bi navê Bahtiyar Aladag piştî diya xwe Necmiye Aladag û bavê xwe Muhammet Aladag…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê piştgirî dan Gizingî Berbeyan

Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê girtina Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyan şermezar kirin. Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Divê sererastkirinên entegrasyona demokratîk werin kirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got: ‘’Heya ku têkildarî mijara yasayên entegrasyona demokratîk gav…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Amnesty: Em di qonaxa herî zehmet a serdema xwe de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Gelo çiyayên Kox û Şerefdînê pêşkêşî rantê têne kirin?

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Kurdistan di bin zexta JES, GES û şîrketên madenê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?