Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê rewşa parêzvana mafê mirovan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî de agahî parvekirin. Li gorî komeleyê rayedarên girtîgeha Evînê 150 roj in rê nadin Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Hate gotin ku derbarê qedexeya hevdîtinê de, parêzeran nerazîbûna xwe nîşan dane.
Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.