Li aliyekê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê axaftin, li aliyê din şaredariyên li Kurdistanê tên xespkirin. Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsyarê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tiryakî sedemê qeyûmên ku li şaredariyan hatine tayînkirin, ji ANF’ê re nirxand.
Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku desthilatdariya siyasî cara sêyeme qeyûm li şaredariyan tayîn dike û anî ziman ku çendek sedemê vê yekê hene: “Yek ji sedeman, dixwazin di aliyê malî de bajarên ku nifûsa wan qasî milyonekê, kontrol bikin. Yanî, dixwazin ranta bajêr kontrol bikin, pêşkêşî mirovên nêzî xwe bikin û vê budçeyê kontrol bikin. Ti hincetên ji bo tayînkirina qeyûm, hatine gotin maqul nînin û nayên qebûlkirin. Her carê senaryoyek cuda çêdikin û dikin hinceta qeyûm. Desthilatdariya siyasî ev demek dirêje siyaseta rehîne û şantajê dimeşîne. Niha rewşa ji aliyê bi hezaran girtiyên siyasî ve jî rewş wiha ye. Di doza têkildarî Ekrem Îmamoglû yê ku yek ji namzetên mezin ê serokkomariyê ye de jî, wiha ye. Yanî ev siyaseteke rehîne û şantajê ye.”
‘POLÎTÎKAYA QEYÛM BAWERIYA JI BO ÇARESERIYÊ DIŞIKÎNE’
Tiryakî ragihand ku li aliyekê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê axaftin, li aliyê din siyaseta qeyûm tê domandin û destnîşan kir ku ev yek baweriya mirov dişikîne. Tiryakî got, “Tenê weke DEM Partî em vê yekê nefikirin, ji bo mirovên li kolanan jî rewş wiha ye. Niha li aliyekê desthilatdariya siyasî qala çareseriya pirsgirêka Kurd û bêdengkirina çekan dike, li aliyê din jî qeyûm tayîn dike, ev ji bo kesekê li Xelfetî, Mêrdîn, Êlih, Colemêrg û Miksê dijî wê çawa samîmî were?”
‘EM Ê BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM BIDOMÎNIN’
Mehmet Ruştu Tiryakî bal kişand ser berxwedana gel a li bajarên qeyûm lê hatî tayînkirin û destnîşan kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin. Tiryakî ev tişt bilêv kir: “Desthilatdariya siyasî li Wanê paşde avêt. Li Colemêrg, Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Miksê bi rastî jî gel berxwedan raber kir. Li Esenyûrtê jî gel nobetê didomîne û qeyûm qebûl nake. Li Dersimê bi rojan gelê me li ber xwe da. Em bi rengekî demokratîk û rewa dibêjin ku em siyaseta qeyûm qebûl nakin. Li her çar aliyên cîhanê, me ji her saziya ku têkîliya wê bi Tirkiyeyê re heye re, qala vê bêhiqûqiya siyaseta qeyûm kir û em hîn jî dibêjin. Û em ê berxwedana xwe bidomînin.”