Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Hevrêyê me Hogir, bi xebatên ciwanan dest bi meşa xwe ya şoreşgeriyê kir û bi berxwedêriya zindanan û li serê çiyayên Kurdistanê berdewam kir û gav bi gav bi ruheke fedaiyane bû milîtan û şervanekî hêzdar ê felsefeya jiyana azad a Apoyî. Dema ku li dijî gelê me ferman û êrîşên nû yên qirkirinê hatin rojevê, bêyî dudilî bibe, bi hişmendiya şervanekî fedaî yê azadiyê yê gelê me tevgeriya. Hevrêyê me li ser vê esasê di refên berxwedanê de cihê xwe girt û bi sekna xwe ya fedaiyane bû îlhama berxwedanên roja îro jî. Bi pratîka xwe ya serkeftî, nîşan da ku serkeftin bi têkoşîneke Apoyî pêkan e. Hevrêyê me Hogir di 14 salên xwe yên şoreşgeriyê de gelek serkeftin bi dest xistin û ji bo fermandariyê kesekî hêvîdêr bû. Ew pir zêde serwextî hunera şerê gerîlatiyê bû û ev yek di her fersendê de bi awayekî serkeftî pêk dianî. Wî her tim wekî milîtanekî Apoyî têkoşîn geş kir û ji bo hemû hevrêyên xwe wekî mînakekê bû. Hevrêyê me baş dizanî ku hebûna dijminî ya li Kurdistanê, mezintirîn sedema têkoşînê ye û li dijî vê yekê serkeftin encax dikare bi têkoşîneke li ser xeta fedaîbûnê pêk were. Hevrêyê me li gor baweriya xwe dijî û bi qasî gotinên xwe di pratîkê de jî xurt bû û wek mînakeke hevgirtî ya şoreşgeriyê ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak.
Wek hevrêyên wî yên ku ji şerkirin û têkoşîna ji bo heman armancê serbilind in, em soz didin ku em ê mîrateya wî li Kurdistana azad jîndar bikin. Li ser vê esasê, di serî de malbata wî ya hêja, em sersaxiyê ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Hogir Merwan wiha ne:
Nasnav: Hogir Merwan Nav û paşnav: Firat Serîhan Cihê jidayikbûnê: Êlih Navê dayik û bav: Asiye – Halîl Cih û dîroka şehadetê: 10 Cotmeh 2024 / Garê |
Saxlemiya têkoşîna hemdem ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê, sekna wê ya li ser xeta fedaîtiyê û helwesta wê ya netirs a li dijî dijmîn bandoreke mezin li gelê me yê Botanê kir ku bi berxwedan, serînetewandina li hember zilmê û israra xwe ya jiyana azad tê nasîn û gelê Botanê hêj salên destpêkê de sempatiyeke gelek mezin nîşan da. Bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re, ewladên xwe yên herî biqîmet şand nav refên têkoşînê û kir ku têkoşîna me mezin bibe û têk neçe. Ji ber vê yekê, gelê me yê welatparêz ê Botanê careke din bû hedefa dijmin û tevî ku berdêlên giran dan, bi komkujiyan re rû bi rû ma û koçber bû jî bi tu awayî ji sekna jiyana azad ku bi partiya me PKK’ê nas kirin, tawîz neda. Li her derê bi dildoziyeke bihêz, ji bo mezinkirina têkoşîna me kedeke mezin dan.
Malbata hêja ya hevrêyê me Hogir jî ku bi eslê xwe ji Sêrt Dihê ye, di nav vê heqîqeta Botanê da jiya. Dema ku êrîşên dagirkeriyê zêde bûn, ji bo ku teslîmî polîtîkayên dijmin nebin û birûmet bijîn, ji ser axa xwe koç kirin û destpêkê li Êlihê bi cih bûn. Hevrêyê me Hogir li vir tê dinyayê û bi nirx û çanda gelê xwe mezin bû. Tevlêbûna kesûkarên wî bo refên gerîla, çêbûna şehadetan û bi awayekî hovane ji aliyê dijmin ve înfazkirina hin kesûkarên wî dikin ku hevrêyê me heqîqeta dijmin nas bike. Hevrêyê me piştre bi malbata xwe re neçar dimîne ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike, lê li wir gelek bêriya welatê me Kurdistanê kir. Ji ber vê yekê, parastina ziman û çanda Kurdî û taybetiyên wê yên civakî ji xwe re wekî erkeke welatparêziyê dît. Ji ciwaniya xwe ve di nav xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û di nav têkoşînê de ciheke aktîf girt. Hevrêyê me Hogir dema ku dît dijmin li Kurdistanê bi polîtîkayên şer, qirkirin û jiholêrakirinê dixwaze gelê me bitirsîne, bi heman awayî li metropolên Tirkiyeyê jî polîtîkayên qirqirinê pêk tîne. Li ser vê yekê hêrsa Hevrêyê me Hogir a li dijî dijmin mezintir bû. Ji ber vê yekê bi vîn, coş û moreleke mezin beşdarî xebatan bû. Wî li ser bingeha xweparastinê bersiva êrîşên dijmin ên li ser gelê me da û bû xwedî sekneke li gor misyona xwe ya pêşengiyê. Hevrêyê me, ji bo ku ciwanên wekî wî koçî metropolên Tirkiyeyê kirine xwe binasin kedeke mezin da û ew daxilî têkoşîna azadiyê kirin. Bi vî awayî têkoşîna me mezintir kir. Hevrêyê me ji ber vê yekê bala dijminî kişand û di sala 2009’an de dîl hat girtin. Hevrêyê me Hogir zindan jî wekî qadeke têkoşînê nirxand û di 9 mehên xwe yên di zindanê de tevî hemû zextan ji çanda berxwedanê ya partiya me tawîz neda. Di heman de demê de zindan ji xwe re kire bingeha mezinkirina têkoşîna xwe û lêhûrbûnên xwe zêde kirin. Hevrêyê me Hogir di sala 2010’an de ji girtîgehê derket û ji bo ku zanînên xwe bi awayekî pratîkî pêşkêş bike ket nav lêgerînê. Hevrêyê me dizanî ku ew dikare li nav refên gerîla têkoşîna bi awayekî bibandor bidomîne û bi derbasbûna Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Hogir di vê demê de ku tevgera me stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî daye destpêkirin, tevlêbûna nav refên gerîla ji xwe re wekî şansekî dît û wî dizanî ku ji bo xwedî tevlêbûneke li gor ruhê serdemê, divê xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş bixe. Li ser vê esasê di nav yekîneya perwerdehiyê ya şervanên nû de beşdariyeke çalak nîşan da û tecrubeyên giring bi dest xistin. Hevrêyê me bi awayekî çalak beşdarî jiyanê bû û bi kesayeta xwe ya bikelecan bandor li ser hevrêyên xwe yên têkoşînê jî kir. Loma wek fermandarekî xwezayî tevlî jiyanê bû û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî têkûz bi cih anîn. Hevrêyê me Hogir heta sala 2014’an li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîn da û biryar da ku xwe di taktîkên gerîlatiyê de pêş bixe. Di vê pêvajoyê de li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî di gelek çalakiyên li dijî dijminî de cih girt û zanînên xwe di pratîkê de jî nîşan dan. Biwêrekî û xwînsariya xwe ya di çalakiyan de ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me dizanî ku divê zanîn û tecrubeya xwe ya di warê leşkerî de li ser bingeheke îdeolojîk bi cih bike û lêhûrbûna xwe ya di çarçoveya parastinên Rêbertî de bênavber domand. Dema ku li gor xwendinên xwe tevgeriya, di kesayeta xwe de jî guhertinên mezin pêk anîn û pîvanên mîlîtaniya Apoyî ji bo wî bûn taybetiyên herî giring. Loma bi fedakarî, jidilî û rêhevaliya xwe ya hêzdar re ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Wî dizanî ku rêhevaliya PKK’ê xwe li ser mezinkirin û pêşxistine hevdu ava dibe û xwe wekî berpirsiyarê pêşketina hemû hevrêyên xwe dît û bi awayekî fedaiyane ked da.
Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên qirkirinê li dijî gelê me pêk anîn, wek mîlîtaneke Apoyî û şervanekî fedaî yê gelê me, bi gelê me re di eniyên şer de bêdudilî cih girt. Di gelek pêngav û çalakiyên li dijî çeteyan de cih girt û di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de bû xwediyê kedeke mezin. Tevî ku di çalakiyan de bi giranî birîndar bû, ji azwerî, biryardarî û morala xwe tu carî tavîz neda. Hevrêyê me di vê wateyê de bû xwedî sekneke fedaiyane û piştre bi cihgirtina di gelek xebatan de erkên xwe yên şoreşê bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me Hogir ku di her kêliyê de bêrîkirina xwe ya ji bo çiyayên Kurdistanê dianî ziman û dixwest demildest vegere çiyayên xwe, piştî ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de erka xwe ya dîrokî bi cih anî, dîsa vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Dema ku êrîşên li dijî tevgera me zêde bûn, wek gerîlayekê azadiyê di nav kêfxweşiya vegera çiyayên xwe de bû û dixwest demildest vegere qadên ku li dijî dijmin şer bike. Lê belê ji ber baweriya dayî hevrêyên xwe, beşdariya wî ya fedaiyane û kesayeta xwe ya durist û jidil hevrêyên wî dixwestin di hin xebatên giring û stratejîk de cih bigire. Hevrêyên me Hogir baş dizanî ku pêwistiyên rêxistinê berî her tiştî tên, bi hemû hebûna xwe beşdarî xebatan dibû. Hevrêyê me di xebatan de di demeke kurt de bû xwedî tecrube û berpirsiyariyên giring girtin ser milê xwe. Hevrêyê me tu şert û mercên zemhet ji xwe re wekî astengî nedidît û di pêşxistina berxwedana dîrokî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de bû xwedî ked û fedakariyeke bêhempa. Tevî ku di warê akademîk de perwerdehiya îdeolojîk nedîtibû, li gor pîvanên milîtaniya Apoyî bû xwedî sekneke xurt û bi lêhûrbûnên xwe, perspektîfa xwe pêş xist û berpirsiyariyên xwe bêkêmasî bi cih anîn. Hevrêyê me bi vî awayî fedaîbûn di hiş û dilê xwe bi cih kir û bi stîla xwe ya balkêş û kesayetiya xwe ya xurt, bandor li ser gelê me û hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Hogir bi sekn, kesayet, pratîk û rêhevaltiya xwe wek şoreşgerekî jidil, kedkar û pêşeng, mohra xwe li serdemê da.
Hevrêyê me 10’ê Cotmeha 2024’an li Garê di êrîşa dijminî de gihişt şehadetê û 14 salên jiyana xwe ya şoreşgeriyê di asta herî bilind de temam kir. Hevrêyê me Hogir, cihê xwe di nav qehremanên nemir ên gelê me de girt û ji me re wek mîrate şoreşek hişt ku divê em bigihînin serkeftinê. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê erkên ku hevrê Hogir radestî me kiriye, di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe yên leheng bin.”