În, 2 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Gelo hûn ê destûreke bingehîn a ku Birêz Ocalan inîsyatîfê tê de negire, çawa çêbikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Komînal derket: ‘Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûkên Rêber Apo bi Îngilîzî û Swêdî hatin weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava refên YDG-H’ê ber bi çiyayên Kurdistanê ve: Andok Cûma Zagros

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger dewlet ne bi sedeman lê bi encamê re eleqedar bibe, wê nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Divê em li dora Rojavayê Kurdistanê bibin yek’
Rojane

‘Divê em li dora Rojavayê Kurdistanê bibin yek’

Parlamenterê berê yê YNK'ê û endamê KNK'ê Mûhsîn Osman destketiyên li Rojava û êrîşên dagirkeriyê nirxand û got, gelê Kurd di demeke dîrokî de ye, lewma hêzên Kurd divê bibin yek.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê berê yê Iraqê yê ji YNK’ê û endamê KNK’ê Mûhsîn Osman bûyerên dawî yê li Rojava û êrîşên dagirkeriyê yên Tirk ji ANF’ê re nirxand û destnîşan kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye û gefên li ser firsendan bi sekneke neteweyî dikarin ji holê bêne rakirin.

FIRSENDÊN DÎROKÎ Û GEFA DIJMINAN

Mûhsîn Osman got, “Destpêkê ciwanên Kurdistanî, gerîla, pêşmergeyên li eniya şer, şervan û berxwedêrên Rojava silav dikim. Berxwedêrên li zindanan, mirovên li sirgûnê, yên ku bi ked û çalakiya xwe tevkariyê li vê berxwedanê dikin, silav dikim” û anî ziman ku li Rojhilata Navîn guhertineke gelekî mezin dibe. Mûhsîn Osman got, “Ji bo gelê me derfet û firsendeke gelekî mezin afirî ye. Rojavayê Kurdistanê li ber wê yekê ye ku mîna Başûrê Kurdistanê bibe xwedî destketî. Lê belê dijminên me ji bo pêşîgirtina li van destketiyan wê serî li her rê û rêbazê bidin. Rast nîne ku mirov ji dijmin gilî û gazinan bikin. Gilî û gazinên me ji kes û hêzên navxweyî ye ku van firsendan bi kar nînin.”

Mûhsîn Osman destnîşan kir ku ji bo avakirina yekîtiya Kurdan destketiyên li Rojava firsendeke mezin e û bi dewamî got, “Dijminên me, dewleta Tirk, dewletên Ereb, Fars li gel ku gelek nakokî di nava wan de hene jî dema ku mesele dibe pirsgirêka Kurd hemû van nakokiyan didin aliyekî û dibin yek. Em jî, ji bo doza gelê xwe divê nakokî û cihêrengiya xwe bidin aliyekî.”

Mûhsîn Osman anî ziman ku Rojavayê Kurdistanê di demeke zehmet re derbas dibe, bang li Kurdan hemûyan kir ku di vê têkoşînê de li dora Rojava bicivin û got, “Ji vê derê bang li hemû rêxistin, kesayetên siyasî û saziyêm me dikim. Ji wan kes û hêzan re dibêjim; ên ku bi rengekî vekîr yan jî veşartî alîkariyê didin dijmin, êrîşan hêsan dikin, têklidarî yekparebûna Rojava bahaneyan hildiberînin û zehmetiyan diafirînin; êdî bi aqil bin û nebin alîkar ji dijmin re. Eger îro destketiyên Rojava ji holê rabin, sibe wê destketiyên Başûr jî ji dest biçin. Dijmin ne tenê li dijî parçeeykî, partiyekê yan jî derdorekê ye, dijmin li dijî tevahiya Kurdan e.”

Mûhsîn Osman bang li lobiya Kurd a li derve jî kir û got, “Eger hûn nikarin biçin Rojava jî li her devera ku hûn lê ne bi nivîsên xwe, bi peyamên xwe, bi karên xwe yên dîplomasiyê, bi çalakiyên xwe têbikoşin û piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Ji bo bibin parçeyek ji vê berxwedanê, moralê biafirînin.”

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD WÊ AŞTIYÊ BÎNE ROJHILATA NAVÎN

Mûhsîn Osman diyar kir ku ji peymana Lozanê û vir ve Kurd berdêlên giran didin, azadiya gelêw Kurd di nava Tirk, Ereb û Farsan de çavkaniya pirsgirêkan e û got, “Heta ku Kurd dewleta xwe ava nekin û azad nebin, li vê cografyayê ne Tirk, ne Ereb, ne jî Fars nikarin di nava aştiyê de bijîn. Ji ber ku pirsgirêka bingehîn neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.”

KOBANÊ NÎŞANEYA BERXWEDANÊ YE

Mûhsîn Osman gotina ‘Berxwedan jiyan e’ ya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan bi bîr xist û anî ziman ku Kobanê di dîroka Kurdan de bû sembolek. Mûhsîn Osman got, “Kobanê nîşaneya berxwedanê ye. Bi hezaran lehengên me li vê derê berdêl dan û bi vê têkoşînê azad kirin. Îro jî lehengên me hîn jî li ber xwe didin. Divê em vê berxwedanê li her derê belav bikin û bi wan re li ber xwe bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Parastina şoreşa jinê ya Rojava parastina azadiyê ye’
Nûçeya Pişt re HPG: Hevrêyê me Hogir Merwan şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şengalî li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan: Hûn ê bi ser nekevin!

Li Şengalê Komploya 9’ê Cotmehê û Peymana Şengalê bi meşekê hate protestokirin. Hate destnîşankirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çelebiyê gel berê xwe da qada Newrozê

Ji Çelebiyê û derdor gel ji bo şahiya Newrozê berê xwe da gundê Reqasê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê di êrîşa Îsraîlê de 6 leşkerên HTŞ’ê hatin kuştin

Televîzyona dewletê ya di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ye, ragihand ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Ewropayê rekora stresa termal: Ji sedî 52 ê parzemîna Ewropayê zêde germ bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Gelo hûn ê destûreke bingehîn a ku Birêz Ocalan inîsyatîfê tê de negire, çawa çêbikin?

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Washington zexta dîzelê li Ewropayê dike: Rezervên stratejîk pêşkêşî bazarê bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?