Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ’ê fermandar Bêrîtan û Avzem bi bîr anî
Rojava

YPJ’ê fermandar Bêrîtan û Avzem bi bîr anî

YPJ'ê bi daxuyaniyekê fermandar Bêrîtan Şoreş û Avzem Çiya bi bîr anî û di şexsê lehengên berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê de diyar ikrin ku wê vê berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî a YPJ’ê Bêrîtan Şoreş (Xalîde Ebdulah) û Avzem Çiya (Tulay Mihemed) ku duh şehadeta wan hatibû ragihandin, bi bîr anîn.

Li ser mijarê fermandariyê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî da û wiha diyar kir:

“Hevrêyên me Xalîde Ebdulah bi nasnav Bêrîtan Şoreş û Tulay Mihemed bi nasnav Avzem Çiya, li eniyên berxwedana bendava Tişrînê û Sirînê dema ku li hember çeteyên girêdayî dewleta Tirk a faşîst, di eniyên şer de bûn, tev li nava karwanê nemiran bûn. Hevrêyên me Bêrîtan û Avzem heya dawî bi bîr û baweriyeke mezin parastina welat kir.

Têkoşîna me ya welatekî azad ku bi yekitiya ruhî ya şervan û gelê me teşe girtiye, armanca xwe bi awayekî pir zelal daniye holê. Ev azwerî û biryardariya bilind ku tu astengiyan nas nake, berdêl çi dibe bila bibe dê bê navber bidome. Sekna şervanên YPJ’ê ku îro li tevahî çeperên parastina welat tê raberkirin, careke din vîn û hêza jinan a ku mohra xwe li dîrokê dixe, nûjen dike.

Em di şexsê fermandar Bêrîtan û hevrê Avzem de hevrêyên xwe Mistefa Hemo, Can Efrîn, Şam Qamişlo, Ciwan Qamişlo, Şahîn Tirbespiyê, Zuhêr Ebdullah Elî, Mîrxan Ebdulqadêr Îbrahîm, Ehmed Mihemmed, Diyar Qamişlo, Silo Qamişlo bi bîr tînin û wê dîroka azadiya gelan berxwedana şehîdên me yên nemir tu car ji bîr neke. Wê berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaqê di şexsê lehengên welat de teqez bigihêje armancê.

Hevrêya me Bêrîtan Şoreş, di nava malbeteke xwedî çanda welatparêz û di zanista nirxên azadiyê de li Serêkaniyê ji dayik dibe. Ji malbata hevrê Bêrîtan tevlîbûna ji refên û şoreşê re çêdibin, di warê girêdana tekoşîna azadiyê de bandoreke mezin li ser wê dike. Xwûşk û birayên fermandar Bêrîtan jî di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe digrin, ji bo azadiya welat şer dikin û tevlî karwanên nemiran dibin. Xwûşka hevrê Bêrîtan di sala 2015’an de di pêngava rizgarkirina Holê de şehîd dibe, hevrê Bêrîtan jî di heman salê de navê xwûşka xwe radike û wisa tevlî nava refên YPJ’ê dibe.

Fermandar Bêrîtan di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi sekna xwe ya dilnizm û girêdana xwe ya bi tekoşîna azadiyê re bû îfadeya kesayeta mîlîtan a jin. Weke fermandareke jin di her şert û mercî de bû hêza çareseriyê û bi tevlîbûna xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê. Sekna xwe ya durûst, vekirî û bi îstîqrar weke fermandareke demê jiya û bi sedan şervanên jin yên Ereb û Kurd perwerde kir. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî bi awayekî çalak cihê xwe girt. Di rizgarkirina bajarê Reqa heta Baxozê de li hemberî tarîtiya serdemê di eniyên hêrî pêş de cihê xwe girt. Di gelek xebatên taybet yên di nava Yekîneyên Parastina Jin de jî bi awayekî aktîf kar û xebat da meşandin. Hevrê Bêrîtan herî dawî jî weke yek ji fermandarên eniya berxwedanê ya Qereqozaxê, bi îdea û biryardariyeke mezin, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi taktîk û stratêjiya şerê serdemê, derbên giran li dagirkeriya Tirk xist. Fermandar Bêrîtan di 4’ê Çileya 2025’an de di encama lêdana balafirên keşfê de tevî rêhevalek xwe gihîşt asta şahadetê. Fermandar Bêrîtan bi berpirsyartiyeke şoreşgerî ji erkên demê re bû bersiv û heta kêliya dawî ya jiyana xwe de jî bi pîvanên jina azad bawer bû û ji bo azadiya welat têkoşîn kir.

Hevrêya me Avzem Çiya li bajarê raperînê Qamişloyê ji dayik dibe. Rûxmî hemû sepandinên pergala modernîst jî hevrê Avzem di bijarteya xwe ya tekoşînê de bi zanebûna lêgera welatek azad tevgeriya û di sala 2022’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Hevrê Avzem Çiya ji bo bikaribe têkoşîneke xurt bimeşîne, xwe di demeke kin de di warê çanda şoreşgertî û ramanên Rêber Apo de kûr dike. Bi dîtina perwerdêyên leşkerî re di warê taktîk û stratêjiya serdemê de gihîşt asteke xurt ya lêhûrbûnê û di eniyên Bendava Tişrînê de jî heta kêliya dawî, ev lêhûrbûna xwe bi awayekî pratîk nîşan da. Di nav hevrêyên xwe de bi taybetmendiyên xwe yên durûst, kedkar û wêrek herdem bû xwedî ciheke giranbûha. Dema ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşên dagirkeriyê pêk anîn, bi heman ruhê ji bo ku bikaribe cihê xwe di nava vê berxwedaniyê de bigre, bi xwestekeke mezin û hêrsa tolhildanê berê xwe da çeperên berxwedanê. Hevrê Avzem li hemberî dagirkeran sekna jina wêrek nîşan da û di dîroka 2’ê Çileya 2025’an de di pevçûna li bendava Tişrînê de, heta kêliya dawî şer kir û tevî hevrêyên xwe hemû êrîşên dagirkeriya Tirk şikandin û bi qehremaniyeke mezin tevlî karwanên nemiran bû.

Em ji bo tevahî gelê xwe yê azadîxwaz ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û rûmeta netewî li ber xwe didin, bi taybet jî malbatên qedirbilind û hêja yên hevrêyên xwe Bêrîtan û Avzem re sersaxiyê dixwazin. Wek Yekîneyên Parastin Jin (YPJ), emê herdem li ser şopa şehîdên xwe bin ta ku xeyalên lehengên welatê me bibin rasteqîn û azadiya welat mîsoger bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo şehîdên ragihandina azad û 3 şervanan merasîm hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re QSD’ê nasnameya şehîdan eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

Li kampa Bacid Kendala ya li ser sînorê îdara serbixwe ya Zaxoyê, şewat derket. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Somayê 70 madenkar hatin binçavkirin

Li Somayê, ji madenkarên ku ji ber derxistina ji kar di çalakiyê de bûn 70…

Ji aliyê Stêrk TV

Karasû: Girîng e ku 1’ê Gulanê weke roja sosyalîzma demokratîk bê pîrozkirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji bo xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya 1'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampanya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ di hefteya 130’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?