Rêber Apo li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Piştî tecrîda mutleq a ji 44 mehan biraziyê wî Omer Ocalan û heyeta DEM Partiyê hevdîtin pê re kirin. Lê belê ji bo rakirina tecrîda mutleq hîn jî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve gaveke erênî nehatiye avêtin.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED (MED TUHAD FED) Pinar Sakik Tekîn li ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ji ajansa me re axivî.
Pinar Sakik Tekîn got, “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate destpêkirin û ji 15’ê Sibatê û vir ve ku ew anîn Tirkiyeyê dewam dike. Bi taybetî di nava 44 mehên dawî de tecrîd hatiye girankirin. Weke ku hûn jî zanin dema dawî 2 hevdîtin pê re hatin kirin. Birêz Ocalan di van hevdîtinan de anî ziman ku tecrîd hîn jî dewam dike. Li gel pêkhatina hin hevdîtinan jî mixabin tecrîda li ser Birêz Ocalan hîn bi rengekî girankirî dewam dike.”
‘TECRÎDÊ BANDOR LI SER HER QADA JIYANÊ KIRIYE’
Pinar Sakik Tekîn ragihand ku tecrîda li ser Rêber Apo bandor li her qada jiyanê kiriye û got, “Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan dibe ku di şexsê wî de tê meşandin, lê belê bandor li hemû girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê kiriye. Li ser girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyan e lê nayên berdan jî tecrîdeke cidî heye. Eger mirov qala tecrîda li derve bikin, destpêkê weke jinekê dikarim bibêjim ku tecrîdek ji bo tasfiyekirina hemû qadên jiyanê yên jinan heye. Mirov dikare bibêje ku ciwan jî hatine tecrîdkirin. Li Kurdistanê ji bo ciwan bê paşeroj bêne hiştin tecrîd heye. Ji aliyê aborî û çandî ve tecrîdek heye. Bi kurtasî tecrîdeke welê heye ku welêt dixe nava gelek krîzan, di serî de gelê Kurd li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê heye.
Ji bo aştî, demokrasî, azadî û mafên bingehîn li welêt bi cih bêne anîn divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Tecrîd ji bo ev hemû pêk werin astengiyeke mezin e. Ji bo şert û mercên heyî baş bibin divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Li gel vê yekê, li meclîsê ji aliyê desthilatdariyê ve MHP’ê pêvajoyeke silavdayinê da destpêkirin. Bi navê aştiyê ev silavdayin mixabin têra civakê nake. Ji ber ku hin tişt tenê di gotinê de man. Mixabin ji bo rakirina tecrîdê gaveke erênî nehate avêtin. Niha li welêt şerek heye. Em baş zanin ku hêz hemû li şer tê xerckirin. Mixabin ji ber vê yekê welat xitimî ye. Pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka bingehîn a welêt e divê tavilê bi rengekî demokratîk bê çareserkirin. Çareseriya ji bo pirsgirêka Kurd wê hemû pirsgirêkên din çareser bike.”
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HER KES TEVKARIYÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE’
Pinar Sakik Tekîn bang li her kesî kir ku di pêvajoya heyî de bi berpirsyarî rabin û got, “Di pêvajoya çareseriyê de ku sala 2013’an destpê kir û heta sala 2015’an dewam kir, mirov ji bo aştiyê bi hêvî bûbûn. Ji bo pêvajo bi rengekî erênî derbas bibe divê her kes wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Her hevdîtina li Îmraliyê bê kirin, bi dîtina min wê bibe wesîle ku hêmanên aştiyê bêne danîn. Aştî ji bo vî welatî û vê civakê pêwîstiyeke mezin e.
Pêkhatina aştiyê wê ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li tevahiya Rojhilata Navîn gelek pirsgirêkan çareser bike. Aştî êdî ji bo hemû beşên civakê bûye pêwîstiyek. Gava herî girîng a ji bo aştiyê bê avêtin bidawîkirina tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye. Divê xwedîderketin li vê pêvajoya ji bo aştiyê bê derketin. Ji bo aştiyê divê her kes bikeve binê bar. Divê aştiyeke demdirêj û mayinde pêk were. Bi taybetî divê desthilatdarî bikeve binê barê vê pêvajoya dîrokî û wezîfeya xwe bi cih bîne.”