Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em ê hiqûqa ku Elewiyan wekhev nebîne qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nobeda azadiyê’ ya li Mexmûrê bi koma 221’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: ‘Em desteserkirin û bombeyan qebûl nakin’
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: ‘Em desteserkirin û bombeyan qebûl nakin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got: ‘’Di dema mezinkirina hêviyên aşitiyê de em desteserkirina îradeyê qebûl nakin. Li aliyekî qala aşitiyê dikin û li aliyekî jî bombeyan dibarînin ser Rojava. Em vê yekê qebûl nakin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nerazîbûnên li hemberî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya di bin rêbeberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û endamên meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç, Yakûp Daniş û Hîkmet Bakirhan berdewam dikin. Li pêşiya avahiya şaredariya nobeta protestokirina desteserkirina şaredariyê berdewam dike û di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên; ‘’Em ê bi têkoşînê ser bikevin’’, ‘’Em ê rê nedin qeyûman’’ û ‘’Qeyûm wê biçin, em ê bimînin’’ hatin berzkirin. Heyeta ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di nav de serdena gelê ku li pêşiya avahiya şaredariyê nobet da destpêkirin, kir.  

Tulay Hatîmogûllari, di çalakiyê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Duh Hevşaredarên me yên Şaredariya Akdenîzê û endamên me yên meclîsê hatin binçavkirin. Hevalên me hê jî di bin çavan de ne. Ne pêkan e ku em vê yekê qebûl bikin. Jixwe vê zîhniyeta xespê senaryoyên têkildarî Şaredariya Akdenîzê beriya mehan amade kirine. Ev feraset û zîhniyeta desteserkirinê li hemberî îradeya gel weke derbeyekê ye. Derbe bi bikaranîna daraz, polîs û misyona siyasî pêk hatiye. Em vê derbeya li hemberî Akdenîzê bi tu awayî qebûl nakin. Em bi têkoşîn û berxwedêriyê hatin van rojan. Me li hemberî tu tiştî û tu kesan serê xwe netewandiye û em natewînin jî.  
Ez duh li Wanê bûm. Li Wanê navendeke koordînasyona bobelatan hate vekirin. AKOM.  Em beşdarî vekirina wê bûn. Min di axaftina xwe ya duh de jî diyar kir. Hevşaredarên me ji bo vê yekê hatine hilbijartin. DEM Partî ji bo xizmeta gel û bajaran hate hilbijartin. Lê belê zîhniyeta qeyûman careke din nîşanî me dan ku li hemberî îrade û dengên gel derbeyek hate kirin. Ev yek li hemberî mafê gel ê hilbijartinê derbe ye. Em bi tu awayî vê yekê qebûl nakin.  Li vir gelên Kurd, Tirk û Ereb di nava aşitî û aramiyê de bi hev re dijîn. Hevşaredar û endamên me yên meclîsa Şaredariya Akdenîzê yên bi dengên gelên Ereb, Tirk û Kurd hatine hilbijartin, niha hatine binçavkirin. Em weke gel vê xespa li dijî îradeyê qebûl nakin.

 

Weke ku hûn jî dizanin ji 1’ê Cotmehê ve ye têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd hin geşadan hene.  Têkildarî vê yekê li aliyekî hevdîtin pêk tên û li aliyekî jî şaredariyên me tên desteserkirin. Ew ê nikaribin mafê gelê yê hêvîdardarbûnê ji destê gel bistînin. Lê belê bila ev yek jî were zanin ku bi desteserkirina şaredariyan dengê aşitiyê bilind nabe. Em ji herkesî zêdetir daxwaza aşitiyê dikin.  Ji bo aşitiyê me bi dayîna berdêlên mezin li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin jî. Dilsozî û baweriya me ya ji bo aşitiyê gelek mezin in. Lê belê em desteserkirina şaredariyan qebûl nakin. Li aliyekî qala aşitiyê dikin û li aliyekî jî bombeyan dibarînin ser Rojava. Ne pêkan e ku em vê yekê qebûl bikin.
Em ji bo aşitiyê li ber xwe didin, ew pêngavên ji bo aşitiyê jehrî dikin; ne pêkan e ku em vê yekê qebûl bikin. 

Hem îradeya gel xesp dikin hem jî çavkaniyên şaredariyan desteser dikin. Bila hevalên me werin berdan, qeyûmên hatine tayînkirin ji wezîfeya wan werin dûrxistin. Ji bo xwedîderketina îrade, aşitî û demokrasiyê em minetdarê we ne.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk ji heman malbatê 3 kes qetil kirin û 6 kes jî birîndar kirin
Nûçeya Pişt re Hewldana desteserkirin û binçavkirin hatin şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Guneş: Meseleya Kurd ne ew mesele ye ku bi taktîka mijûlkirinê bê taloqkirin!

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş anî ziman ku nêzîkatiyeke taktîka mijûlkirinê ya li meseleya Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Esenyûrtê alîkarên şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Alîkarên şaredarê Esenyûrtê Oktay Kiliç, Mûrat Duzgun û Osman Yalçin ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Salvegera Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser li şehîdan hat pîrozkirin

Şêniyên Kantona Firatê di salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêbeveberiyê Xweser li ser gorên şehîdan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?