Gelê Kobanê di bin siwana Şerê Gelê Şoreşgerî de, ji 7 salî heta 70 salî ji berxwedanê re pêşengiyê dike. Bi hezaran malbat ên li Kobanê ji bo şervanan rojane xwarinê amade dikin û kel û pelan dikin. Şeniyê gundê Telikê yê li rojavayê bajarê Kobanê ye, ji şervanên di çeperên şer de ne re gore, lepik, kum, fêkî û şîranî amade dikin û dişînin.
Rûspiyê gund Berkelê Elê anî ziman ku ew çi bikin jî ji bo şervanan kêm e, wiha axivî: “ji bo şervanan ji sermayê biparêze em kel û pelan çêdikin. Em di bin parastina şervanên xwe de jiyan dikin. Wê serkeftin teqez ya me be, em ê bi wê serkeftinê re jî dawî li dagirkeriyê bînin.”
Gundiyê bi navê Hemedê Miçoyê Elê jî diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li hemberî şervanan têk çûne û wiha pê de çû: “em berxwedana şervanên xwe silav dikin. Em çi bikin jî ji bo şervanên me kêm e, lê hewla me ev e ku em hemû derfetên xwe bixin xizmetê wan. Em li gel şervanên xwe ne û em ê bi vê yekê re ser bikevin. Yek ji me jî bimîne wê bi şervanan re be.”