Kongra Star li bajarê Kobanê li hember bûyerên li bajarê Hesekê qewmîn daxuyaniyek da.
Daxuyanî li akademiya Şehîd Şîhan, ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a şêranê Nadiya Hiso ve hat xwendin
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di van çend rojên dawî de li bajarê Hesekê hewldanên derxistina fitnyan tên kirin, dixwazin bi vê yekê careke din alozî û tevlîheviyan li ser axa Sûriyeyê pêk bînin. “
Kongra Star, diyar kir ku “Ev destdirêjiyên ku li ser herêmên me tên kirin armancên wan ew e ku tevlîheviyan di nav pêkhateyên herêmê de derxînin. “
Her wiha hat gotin ku hevgirtina gelan û yekîtiya wan dê bibe bersiva rast li hember her cureyên fitneyê.
Kongra Star, bang li gelên Sûriyeyê kir ku guh nedin hewldanên fitneyê û ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bibin yek dest.

