Wezareta Karên Navxweyî ya Polonyayê, ragihand ku piştî agahiyên sûîkastê yên derbarê Donald Tusk û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê Władysław Kosiniak-Kamysz de gihîştine polîsan, civîneke lezgîn a ewlehiyê tê liadarxistin.
Polîs, Saziya Parastina Dewletê û Ajansa Ewlehiya Navxweyî (ABW) beşdarî vê civînê dibin. Berdevka wezaretê Karolina Galecka, da zanîn ku ji bo tedbîrên hewce bên girtin ferman hatiye dayîn.
Polonya endama NATO û Yekîtiya Ewropayê ye û li ser sînorê rojhilat ê van saziyan cih digire; ji ber vê yekê geşedanên ewlehiyê ji nêz ve dişopîne.
Li aliyê din, ji destpêka sala perwerdehiyê ya di Îlona borî de êrîşên bi kêran ên ji aliyê ciwanan ve di dibistanan de hat kirin, fikaran zêde dikin.
Serokwezîr Tusk, di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşemê de bal kişand ser çanda tundiyê ya ku li cîhanê belav dibe û got ku ev rewş belavî Polonyayê jî bûye.

