Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de ne nirxand.
Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê, endamên meclîsa şaredariya Akdenîzê û desteserkirina şaredariyê da.
Bakirhan desteserkirina şaredariyan weke ‘darbeya li demokrasiyê’ pênase kir û go, “Herdu hevalê me deriyê odeya xwe ya meqamê jê kirin. Çi kirin, derî li gelan vekirin. Dema ku me serdana Mersînê kir, dema em çûn navçeya Akdenîzê me bi rastî jî ew tablo dît. Şênî dikarîbûn yekser biketibûna odeya hevşaredaran, xwe bianiya ziman, qala pirsgirêka xwe bikira. Derî nîne, sekreter nîne, pêwîstî bi wergirtina randevûyê nîne. Şaredariya Akdenîzê bi vî rengî paradîgmaya me bi cih dianî. Ev qeyûm ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî îradeya rêveberiya hevpar a li wê derê ye.”
PEYAMA ‘DEMOKRATÎKBÛNÊ’
Tûncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya heyî jî û got, “Rêya me rêya demokrasiyê ye. Kes nikare me bisekinîne.”
Bakirhan destnîşan kir ku aştî û çareserî hem tişteî bi rûmet e hem jî tiştekî serbilindahî ye û got, “Em bang li her kesî dikin ku li hemberî aqlê dewletê li dora aqlê demokratîk bibin yek, têbikoşin û vê têkoşînê mezin bikin.”
PEYAMA RÊBER APO HATE SILAVKIRIN
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku bi vê têgihiştinê ew careke din diyar dikin ku li pişt peyamên Rêber Apo ne û got, “Ji bo avakirina aştiyê wezîfe û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Dem ew dem e ku li ser bingeha wekheviyê destê aştiyê bê dirêjkirin. Dest ji bo aştiyê divê bê vekirin. Divê em dest bidin hev û aştiyê ava bikin. Heta niha di vê mijarê de ji Birêz Bahçelî heta bi muxalefetê û derdorên civakî me bersiv dan gavên erênî yên bi nêta baş. Di vê mijarê de li nava civakê hevparebûneke mezin pêk hat. Li Tirkiyeyê yekemcar piraniya partiyên siyasî berjewendiyên xwe yên demî danîn aliyekî û piştgiriyeke mezin dan çareseriya demokratîk. Ev gelekî hêja ye. Birêz Abdullah Ocalan di du peyamên xwe de anî ziman ku hêza wî ya ji bo avakirina aştiyê heye. Êdî dor hatiye desthilatdariyê. Desthilatdarî divê tavilê ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje. Divê biavêje. Birêz Erdogan çûbû Amedê. Li Amedê got, ‘Aramiya Amedê aramiya Tirkiyeyê ye’. Aramiya hevpar a Tirkiyeyê jî ya Amedê jî çareseriya demokratîk û aştî ye. Eger çareseriya demokratîk û aştî pêk were wê aramî bê Amedê jî bê Tirkiyeyê jî. Lewma em ji bo aştiyê û çareseriyê hewl bidin.”