Sêşem, 28 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sezer Çakmak: Em weke amûreke siyasî hatin bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev qanûn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê wê bibe gaveke dîrokî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qanûna çarçoveyê destpêk e, divê Desteya Şopandinê bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye
Rojane

Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ev bang kir, “Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye. Wêrek bin, jidil bin û gavê biavêjin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Mîtînga 1’ê Îlonê ku bi hezaran kes beşdar bûn bi dawî bû. Bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mîtîngek bi dirûşmeya “Demokrasî û Aştî dê li dijî şer û mêtingeriyê bi ser bikevin” hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên kedê, rêxistinên ciwanan, sendîkayan û gelekên din beşdarî mîtîngê bûn.

 DIRÛŞMEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ LI QADÊ DENG VEDA

Qada mîtîngê bi coşeke mezin tijî bû, mirovan dirûşmeyên wekî “Ne şer, niha aştî” qîr kirin û li ser aştiyê israr kirin. Posterê mezin ê Rêber Apo hat vekirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Cîhan Bilgin û gelek jinên ku di têkoşîna xwe ya azadiyê de hatine qetilkirin jî li meydanê hatin hilgirtin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî mîtîngê bûn û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li seranserê Kadikoyê deng veda. Coşa ciwan û jinên ku govend gerandin qet nesekinî û li seranserê meydanê belav bû.

 Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir û daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş a Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ji hêla Zeynep Yildirim ve bi Kurdî û ji hêla Nebil Sarıkaya ve bi Tirkî hate xwendin.

 ‘TEKANE RÊ TÊKOŞÎN E’

 Zeynep Yildirim diyar kir ku nakokî û şer dibin sedema xizanî, mêtingerî û koçberiyê û diyar kir ku ew li dijî van hemûyan şer dikin da ku mirov bi awayekî wekhev û demokratîk bijîn. Zeynep Yildirim got, “Nimûneya herî dawî ya wêraniya ku ji ber şer çêdibe li Filistînê diqewime. Jenosîd bi eşkereyî, li ber çavên cîhanê tê kirin. Saziyên navneteweyî ji bo pêşîgirtina li komkujiyê helwestek bi bandor nagirin. Xelk li her derê radibin û mîrata xwe ya mirovî diparêzin. Di vê navberê de, hêza siyasî ya li Tirkiyeyê jî nikare bertekên sembolîk ên ku berê dabû Îsraîlê pêşkêş bike. Wekî din, li cîranê me yê Sûriyeyê, hikûmeta demkî ji êrîş û hewldanên komkujiyê yên li dijî Durzî û Elewiyan dûr derdikeve pêş. Tekane rêya rawestandina komkujiyan li herêma me têkoşîna gelan ji bo cîhanek wekhev, dadperwer û aştiyane ye.”

WÊREK Û JIDIL BIN, GAVÊ BIAVÊJIN

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî wiha got: “Yek ji mijarên herî girîng ku divê komîsyon çareser bike, hevdîtina tavilê bi Birêz Abdullah Ocalan re ye. Divê bi lezgînî hawîrdorek ku Birêz Ocalan bikaribe bi azadî bixebite û bijî, û ku ew bikaribe bi hemî beşên civakê re hevdîtin bike were avakirin. Em ê hemî hewl û têkoşîna xwe di vî warî de bidomînin. Ne tenê komîsyon, lê di heman demê de hikûmet, dewlet û muxalefet jî divê vê hişmendiyê bi zelalî bilind bikin û di vê heyamê de bixin pratîkê. Ev pêvajo ji bo me ji bo aştiyê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn derfetek dîrokî ye. Ne hewce ye ku tirs, dudilî, an tenê li dû berjewendiyên partîyê biçin. Ji ber vê carekî din dibêjin, wêrek bin, jidil bin  û gavê biavêjin. Heyeta me roja Pêncşemê ya borî bi Birêz Ocalan re civiya. Û ez dixwazim silav û hezkirina Birêz Ocalan ji vir ji we re ragihînim. Em tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Erka me yê herî mezin ew e ku em demokrasiyê li vî welatî ava bikin. Em dizanin ku aştî bê demokrasiyê nabe, û demokrasî bê aştiyê nabe. Werin em careke din soz bidin hemû kesên ku bedel dane û hemû dayikan ku em ê aştiyê, mil bi mil, bi hev re ava bikin.”

 ‘EM DIXWAZIN HEMÛ QEDEXE Û ÊŞ BI DAWÎ BIBIN’

 Piştî vê axaftinê, Bedia Gokyuz, endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, diyar kir ku dayik şer naxwazin û got, “Bi salan e şer heye, lê ti alî di vî şerî de bi ser neketiye. Îro roja aştiyê ye. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Wekî Dayikên Aştiyê, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li benda aştiyê bin. Ez dixwazim vê yekê tekez bikim: Zimanê me qedexe ye, û em zimanê xwe dixwazin. Wekî Dayikên Aştiyê, em dixwazin ku ev hemû qedexe û êş bi dawî bibin.”

 Piştî axaftinan, mîtîng bi derketina ser dikê ya Babetna û Ozlem Baglayan ve bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Holê ji bo azadiya Rêber Apo meşekî girseyî hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava

Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava. Yekîne ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandarê Giştî yê QSD’ê: Ji bo veguhestina bi ewle ya gel li hev hate kirin

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî got, bi mutabaqata ku bi rêya navbeynkarên navneteweyî pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşhilbijartinên DEM Partiyê bi dawî bûn

Pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên ji bo diyarkirina namzetên hevşaredar û endamên meclîsê hatin lidarxistin, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sezer Çakmak: Em weke amûreke siyasî hatin bikaranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Peymana Penaberan a 75 salî ji bo bi milyonan mirovî garantiya jiyanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ev qanûn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê wê bibe gaveke dîrokî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?