Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Zarîn Kobanê: Azadkirina Kobanê ji bo gelan deriyê ronahiyê vekir
Rojava

Zarîn Kobanê: Azadkirina Kobanê ji bo gelan deriyê ronahiyê vekir

Gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir ku çawa ji bo parastina Kobanê li dijî çeteyan şer kirin û bi ser ketin, îro jî heman berxwedanê raber dikin û got, “Azadkirina Kobanê ji bo pêkve jiyana herî bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû gelan re vekir.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çeteyên DAÎŞ’ê bi arastekirina dewleta Tirk a faşîst 15’ê Îlona 2014’an bi awayekî hovane dest bi êrîşên li hember Kobanê kirin. Şervanên YPG û YPJ’ê bi îradeyeke mezin li hember êrîşan sekinîn. Berxwedana her kêliya wê xwedî keramet û heybeteke bêhempa bû ku 136 rojan dewam kir, 26’ê Çileya 2015’an bi serketinê tacîdar bû û Kobanê bi temamî hat rizgarkirin.

Gaziya şer Zarîn Kobanê ya di roja 25’an a berxwedana Kobanê de bi giranî birîndar bibû, bi wesîleya 10’emin salvegera azadkirina bajarê Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.

‘BI ÇALAKIYA ARÎN MÎRKAN RE DÎROK GUHERÎ’

Zarîn Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de gelê Kobanê yê berxwedêr silav kir got, “Em weke gaziyên şer 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê di serî de li Rêberê gelan Rêber Apo, gelên azadîxwaz, şehîdên me û tevahî hevrêyên xwe yên li Kobanê birîndar bûne pîroz dikin.”

Têkildarî armanca êrîşa li ser Kobanê jî gaziya şer Zarîn ev xisûs anî ziman, “Di van êrîşan de encam ew bû ku şoreşa Rojava were tesfiyekirin, li hember gelê Kurd komkujî bên kirin, di serî de Bakurê Kurdistanê Kurdên li parçeyên din ên welat dijîn bixin nav tirseke mezin û hemû hêviyên wan ên azadiyê careke din binax bikin. Yek ji sedema din a wan êrîşan jî ew bû çirûska yekem a şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an li vî bajarê qedîm hatibû pêxistin. Lewma dagirkeran dixwestin Kobanê ya ji tevahiya Rojava re bibû ava jiyanê ziwa bikin, talan bikin û hilweşînin.  Tişta çeteyan û dagirkeran hesab nekiribûn ew bû Rêber Apo dema ji Bakur derbasî Rojava bibû gava xwe ya pêşî avêtibû Kobanê. Ev bajarê bi gel û axa xwe, timî serbilind û wêrek e bi şervanên YPG-YPJ’ê yên xwe di bîrdozî û ramanên Rêbertî de kûr kirine dest bi berxwedaneke herî bi şeref û rûmet kirin.”

Zarîn Kobanê bal kişand ser çalakiya fedaî ya şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan û wiha axivî: “Dema hevrêya me ya pîroz Arîn Mîrkan 5’ê Cotmeha 2014’an li girê Miştenûr çalakiya fedaî pêk anî, êdî ji bo hemû Kurdan û gelên azadîxwaz rêya qederê û dîrokê bi awayekî bêveger guherî. Kurdistanî û dostên wan li her devera cîhanê rabûn ser piyan û behsa çalakiya şêrejina hêja Arîn a li hember hêzên herî tarî dihat kirin. Li dû wê çalakiya bi rûmet êdî sînorên ku dagirkeran ji bo Kurdan xêz kiribûn, bi têl û mayînan ava kiribûn di yek carê de hatin parçekirin. Bi hezaran ciwanên Kurd û enternasyonal berê xwe dan Kobanê ya serbilind û di şerê li hember tarîtiyê de cihê xwe girtin.”

‘EV BERXWEDAN DI HEMAN DEMÊ DE BERXWEDANA JINÊ YE’

Zarîn Kobanê, destnîşan kir ku Kobanê êdî di dîroka mirovatiyê de ji bo gelê Kurd bû nîşaneya serketina ruh û yekrêziya neteweyî û got, “Her wiha ev serketin bûye hêviya jiyaneke azad û wekhev a li ser esasê xwişk û biratiya gel û neteweyan. Ev berxwedana di heman demê de berxwedaneke jinê ye, ji bo pêkve jiyana herî bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû bawerî û gelan re vekir.”

Li ser rola gaziyan a di vê pêvajoya ku li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş bi dijwarî didomin jî Zarîn Kobanê ev tişt anîn ziman, “Hevalên me yên di berxwedana Kobanê de birîndar bûn û gazî ne îro jî bi heman ruh, moral û hêza ji rizgarkirina Kobanê digirin, li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin di nav berxwedanê de ne. Weke gaziyên şer çawa ji bo parastin û rizgarkirina Kobanê me şer kir û em bi ser ketin, li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê jî em ê bi ser kevin. Em soz didin gelên xwe û tevahî şehîdan heya dawiyê em ê xaka xwe biparêzin. Bi ruh û îradeya berxwedana Kobanê teqez em ê li hember her cure êrîşan bi ser kevin.”

Gaziya şer Zarîn Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Em ê ti carî nehêlin destên qirêj û mejiyê tarî bikevin xaka me. Çawa dengê berxwedana Kobanê cîhan hejand, îro jî em ê bikin ku berxwedana me ya li hember çeteyên hov û dagirkeran sînoran derbas bike û ji sedî sed wê serketina şervanên me rêya hemû gelên azadîxwaz ronî bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Jiyana li Kobanê hate hûnandin, ji bo jinan bû çavkaniya sûdwergirtinê’
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin: Rojava rûmeta me ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Encamnameya Konferansa Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê hat eşkerekirin

Di encamnameya Konferansa Meclisa Jinan a DEM Partiyê de peyama, "Şerê li Herêma Federal a…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê bi hezaran: Bê Serok jiyan nabe!

Bi hezaran kes beşdarî şahiya Newrozê ya li Mêrdînê bûn. Di şahiyê de bê navber…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Wanê: Berxwedan jiyan e

Çalakiyên parastina Şaredariya Wanê ku di roja 4’an de ye, bi bernameyeke têr û tije…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?