Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li ser girtiyê nexweş ê ji Rojava lêgerînê ferz kirin û gef xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafan têkildarî êrîşên GES’ê yên li Pirxûsê rapor pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê operasyona li dijî DAÎŞ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD: Bayram Balci nûnerê têkoşîna heqîqetê ya 35 salan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rojnamevanên li Bendava Tişrînê: Gel bi ruhê berxwedana Kobanê li ber xwe dide
Rojava

Rojnamevanên li Bendava Tişrînê: Gel bi ruhê berxwedana Kobanê li ber xwe dide

Rojnamevanên ku li Bendava Tişrînê berxwedana dîrokî dişopînin, diyar kirin ku gel li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rihê berxwedana Kobanê li ber xwe didin û gotin teqez serketin wê ya gel be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê SMO berxwedaniyeke bêhempa ji aliyê şervanên QSD/YPJ’ê ve tê raberkirin. Ji bo parastina Bendava Tişrînê ji dagirkeriyê, gel di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji 7 salî heta 70’ê salî bi rihê berxwedana Kobanê li ber xwe didin û kom bi kom nobetê dewir digirin.

Ji bo ragihandina berxwedana li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê rojnamevanên li herêmê roleke girîng girtine ser milên xwe. Tevî ku gelek caran rojnamevan li bendava Tişrînê û dervayî wê jî hatin hedefgirtin, lê israra her rojnamevanekî ku bi kamereya xwe rûyê heqîqetê derxe holê bilind dibe. Ew heqîqeta ku bi Gurbetellî Ersoz re destpê kirî, bi Nazim û Cîhanan re berdwam kir.

Rojnamevanên ku şahidî ji vê berxwedana dîrokî re dikin, ji ANF’ê re axivîn. Nûçegîhanê Ronahî TV’yê Berxwedan Hemo, anî ziman ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê ev nêzî meheke berxwedaneke dîrokî tê raberkirin û got, “Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedanê mohra xwe li demê xistine. Çavkaniya vê berxwedaniyê ji Kobanê destpê dike, gelê me jî li vir bi şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dike, şervanên me jî di çeperên şer de dîroka berxwedaniyê dinivîsin.”

‘DIXWAZIN GELÊ ME DI KOMKUJIYAN DE DERBAS BIKIN’

Berxwedan, destnîşan kir ku dagirker dixwazin gelê li vir di bin komkujiyan de derbas bikin û wiha domand, “Çawa ku li Kobanê û Şengalê di salên 2014-2015`an de gel rastî komkujiyan hatin, xwestin careke din wan pêkanînên xwe bixin dewrê û li hemberî gel komkujî pêk bînin. Lê şervanên me li pêşiya çete û dagirkeran sekinîn û gelê me jî li pişt şervanên xwe rabûn. Li Bendava Tişrînê berxwedanek bêhempa heye. Çawa me DAÎŞ’ê têk bir, em ê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên dagirkeriyê jî têk bibin. Ev bertek û helwesta gelê li vire.”

Berxwedan, diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û got ku heta dawiyê dê dengê heqîqetê ragihînin.

‘LI TI DEVERÊ MÎNAKA BERXWEDANEKE BI VÎ RENGÎ NÎNE’

Nûçegîhana Jin TV’yê Rebîa Êto, anî ziman ku berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi awayekî dorveger û bênavber didome û got, “Ji bo parastina ax, av û eletrîka xwe, li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê, berxwedaniyeke ezîm tê kirin. Li ti deverê mînaka berxwedaneke bi vî rengî nîne. Her roj bendav û dora wê bi balafiran tên bombekirin û rasterast sivîl tên hedefgirtin. Em weke rojnamevanên li vir, ji bo ragihandina rastiyê çi ji destê me bê em ê bikin.”

`EM JI MIRINÊ MEZINTIRIN`

Rebîa Êto, diyar kir ku êrîşeke ku nayê wesifkirin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê kirin û behsa berxwedaniya li hemberî êrîşan kir. Rebîa Êto got, “Ez weke rojnamevan bi karwana gelê Kantona Firatê re hatin û min xwest wê berxwedaniya ku dîsa bi pêşengtiya jinan derketiye pêş bi kameraya xwe, ji raya giştî re ragihînim. Her roj dirûşmeya ‘Em ji Mirinê Mezintir in’, ‘Berxwedan jiyane’ bênavber tê berzkirin. Dijmin xwe li ber berxwedana gel ranagire û bi hemû hêza xwe êrîş dike. Di encama êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û sedan jî birîndar bûn. Lê gel bi coş û dîlanên xwe bersiv dide dagirkeran. Di roja salvegera serketina Kobanê de gelê Kobanê ew roja pîroz li vir li ser bendavê pîroz kirin, careke din ew dîlan hat hedefgirtin. Di encamê de 14 kes birîndar bûn.” 

‘EM Ê HETA DAWIYÊ RASTIYÊ RAGIHÎNIN’

Rebîa Êto, da xuyakirin ku wê hemû netew bi çand û nasnameya xwe, xwe bidin îfadekirin û got, “Dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrîş bir ser gelê herêmê. Lê bi şoreşa gelan re dawî li desthilatdariya hat, ew jî destkeftiyên dîrokî ne. Çavên dewleta Tirk li van destkeftiyane, lê gelê me li vire. Lewra ew gel tê hedefgirtin, em ê bibin dengê vî gelî û ji raya giştî re bidin diyarkirin ku em ê heta dawiyê xwedî li gelê xwe û kamereya xwe derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qereqozaxê baregeha dagirkeran hate îmhakirin
Nûçeya Pişt re ‘Dewleta Tirk bi awayekî eşkere qanûnên mirovî û navneteweyî binpê dike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûdanê êrîş: 21 kes mirin

Li bajarê Sennar ê li başûrrojhilatê Sûdanê, li bazarekê di encama êrîşa hêzên paramîlîter de…

Ji aliyê Stêrk TV

Îmam Çelîkdemîr piştî 30 salan serbest hat berdan

Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Dersimê çûn serdana Îmam Çelîkdemîr ê ku di sala…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Em xwedî li îradeya xwe derkevin

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk berdewama polîtîkaya qirkirin û dorpêçkirina herêmê ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji bo Kurdên ku qeyda wan a nifûsê nîne, hevdîtinên hemwelatîbûnê destpê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh krîza heyî çareser nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Hêviyê me jiyan û hezkirina ji jiyanê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Komkujiyên Helincê û Kobanê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?