Her asta berxwedana Tişrînê bi destanên şervanan tê afirandin. Ez niha şahidekî berxwedana şervanên QSd û YPJ’ê me. Di wê baweriyê de me ku divê van destan û çîrokên berxwedanê yên şervanan vebêjim, ji ber ku kêliyên dîrokî ne.
Belê, komek ji şervanên QSD-YPJ’ê li tunelên berxwedanê bi hev re bûn. Di van rojên berxwedanê de ji hev re qala vê têkoşîna bi zehmet dikin. Ez jî wan şervanan dişopînim û li wan guhdarî dikim. Ji sohbeta şervanan tê fêhmkirin ku li hemberî çeteyan şerekî giran tê kirin. Ew roj gelekî zehmet derbas bûye. Lê belê ya ku di vir de bala min dikişîne kelecana şervanan e ku dema qala şer û berxwedanê dikin, her wiha li hev guhdarî dikin gelekî kêfxweş dibin. Kelecana wê kêliyê ji gotinên wan tê fêhmkirin. Di heman demê de li ser rê û rêbazên stratejiya li dijî dijmin jî diaxivin û pêşniyaran dikin.
Di berxwedana şervanan de ev mijar êdî bi şênberî tê dîtin. Çi dibe bila bibe ev şervan bi stratejiya têkoşîna gel a şoreşgerî, bi cihêrengî û dewlemendiya taktîkî, bi tecrûbeyên xwe tevlî vê berxwedanê dibin. Ev rewş bi şênberî radixe pêş çavan bê şervan çawa berê xwe dane armancên xwe yên dîrokî û li gorî vê yekê jî stratejiyê diafirînin. Di heman demê de nîşan dide ku şervan ne tenê di nava têkoşîneke fîzîkî de ne, her wiha ji bo pêkanîna mîsyoneke dîrokî bi biryardarî tevdigerin. Ev nêzîkatiya wan a stratejîk ne tenê ji bo şer, her wiha ji bo pêkanîna edalet û azadiyê bi roleke krîtîk radibe. Berê xwe dane vê armancê.
Gava ku guhê xwe didim sohbeta şervanan wêrekî, biryardarî û dilxwaziya wan min motîve dike, jê bi bandor dibim. Şervanên QSD û YPJ’ê li hemberî êrîşên çeteyên dijmin û zehmetiyan berxwedanê dikin. Ev berxwedan û biryardariya şervanan, hêvî û baweriyê nîşan dide. Lewma berxwedana şervanan, bi biryardarî dîrokê derbasî qonaxeke nû dike.
Şervan wê rojê piştî şerekî giran bêhnê vedidin û bi hev re bîranîn û tecrûbeyên xwe parve dikin. Çete li gel piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nikarin bi berxwedana şervanan. Artêşa Tirk a dagirker ji hev belav bûye û neçar maye ku xwe vekişîne. Ev yek ji bo şervanan bûye çavkaniyeke mezin a moralê û wan hîn bêhtir motîve dike. Di nava şert û mercên giran de li tunelên berxwedanê ji bo şervanan firsend gelekî kêm e; tupekî biçûk heye. Şervan ji bo çêkirina qehweyê hewl didin. Lê belê cezweya qehweyê nîne, dîtina wê jî zehmet e. Ji ber vê yekê şervan li gorî derfetên heyî bi zehmetî jî be qehweyê çêdikin. Ez jî li wan temaşe dikim. Weke kêliyeke bi wate û bedew a jiyanê xwe nîşan dide. Min wêneyê vê kêliyê kişand, ku kêliyeke gelekî bedew bû.
Sedemeke vegotina bîranîna qehweyekê heye. Çima? Li qada şer û têkoşînê gotineke kûr û bi wate heye: ‘Mirov di nava jiyanê de çawa be di nava şer de jî bi heman rengî ye’. Sekn, fikir, pratîk, karakterê mirovan di nava jiyanê de çawa be li qada şer jî bi heman rengî ye.
Ji bo amadekirina qehweyê şervanan gelekî hewl dan û ya ji dest hat, kirin. Li tundên berxwedanê yên Tişrînê peydakirina qehweyê hêsan nîne. Ji aliyekî ve şervanan tupekî biçûk xistin nava tunelê, li aliyê din jî şervaneke jin qehwe anî. Ji ber ku cezwe nebû, lalîk (şûşe) bi kar anîn. Dawiya dawî encamek jê derket. Şervanên QSD û YPJ’ê di vî şerî de bi vî rengî tevdigerin. Yanî berxwedana şervanan piralî û gelekî xurt e. Mînak beriya ku çeteyên leşkerên Tirk li aliyekî tunelê êrîş bikin, şervan manewrayê dikin û li aliyê din ê tunelê êrîşî wan dikin. Çekê bi kar tînin, dema ku bi bandor nebe bi rêbazeke din dewam dikin. Dawiya dawî şervan ji bo bigihêjin armanca xwe çi ji destê wan tê, dikin. Bi yekbûna hêza xwe li tunelên berxwedanê yên Tişrînê bi ser dikevin.