Di roja 52’emîn a nobeda berxwedanê ya gel de konvoyeke nû ji bo dewrgirtina nobedê bi rê ket.
Her roj ji herêmên cuda mirov tevlî berxwedanê dibin.
Li gorî agahiyan ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û Til Berakê bi sedan kes ji bo çûyîna bendavê bi rê ketin.
Xelkê Cizîrê ji bo dewamkirina berxwedanê wê nobedê ji xelkê Firatê dewr werbigire.