Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJ: Rojnamevanên jin bûn dengê jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga 6-8’ê Cotmehê: Divê bi her alî ve bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li seranserê Fransayê li dijî tiryak û çetetiyê kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê wê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersînê 3 şaredar hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema azadiya Rêbertî pêk hat, komplo wê bi temamî pûç bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê: Em azadiyê digihînin lûtkeyê
Jin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê: Em azadiyê digihînin lûtkeyê

Di çalakiyên 8'ê Adarê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyama: "Li ser şopa paradîgmaya Rêber Apo û mîrateya şehîdan, em xeta xwe ya têkoşînê bilind dikin û azadiyê digihînin lûtkeyê” hate dayin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” dewam dikin.

HESEKÊ

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanan a Sûriyeya Demokratîk panelek bi sernavê “Bi piştgiriya jinên ciwan em Sûriyeke demokratîk ava dikin” li dar xist. Panel li Xwaringeha Semerqend a bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk hat.

Axaftina desptêkê ya panelê ji aliyê hevseroka Meclisa Ciwanan a Sûriyeya Demokratîk Lîna El Zahir ve hat kirin. Lîna îşaret pê kir ku têkoşîna jinan ne nû ye, lê belê berdewama rola wan a dîrokî di avakirina şaristaniyan de ye. Her wiha got, jin di dîrokê de xwedawend, dayik, rêveber, cotkar, bijîşk, şervan û rêveber bûn.

Mijara duyemîn a bi navê “Çawaniya sepandnina ezmûna jinên ciwan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser asta welat” ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanan a Sûriyeya Demokratîk Naiya Yûsif ve hat birêvebirin. Nadiya Yûsif bal kişand ser siyasetên desthilata nû ya Şamê jî û diyar kir ku desthilata Şamê hewl dide jinên ciwan paşguh bike û wan ji nivisandina destûra nû ya Sûriyeyê dûr bixe û got: “Em van siyasetan red dikin. Em teqez dikin ku temsîla jinên ciwan di destûrê de gava bingehîn a pêşxistina siberoja Sûriyeyê ye.”

Beşdaran jî li ser mijarên panelê nêrînên xwe anîn ziman û di dawiyê de wekî encam ev pêşniyar derketin pêş; bi mijarên pirsigrêkên jinan de semînerên zanistî werin lidarxistin, têkilî bi jinên ciwan ên li parêzgehên din ên Sûriyeyê re werin avakirin, piştevaniya jinên ciwan ên li herêmên din ên Sûriyeyê, ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherînin herêmên wan, balkişandina ser rola jinan di qada siyasî de û pêşxistina wan di navendên biryarê de, mîsogeriya beşdariya jinên ciwan di destûra nû ya Sûriyeyê de.

HOL

Li bajarê Holê jî jinan bi munasebeta 8’ê Adarê serdana saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Jinan di serdanê de plaketa bi wêneyên şehîdan diyarî endamên jin ên saziyan kirin.

Di serdanan de rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Holê Bedriya El Hisên 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û bal kişand ser rola jinên ku di qada parastinê de cih digirin.

Bedriya El Hisên her wiha got: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza xwe ji mîraseya berxwedan û têkoşînê digirin. Em ê rêya şehîdên ku ji bo azadî û wekheftyê têkoşîn kirine, bidomînin.”

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê jî endamên Kongra Star  bi boneya 8’ê Adarê serdana saziyên sivîl û xizmetguzarî kirin.

Endamên Kongra Star di serdanan de 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û diyarî pêşkêşî wan kir. Rêvebera Kongra Star Emîna El Seed 8’ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahiya cîhanê û Rêber Abdullah Ocalan û dayikên şehîdan pîroz kir û got: “Beriya niha jin ji ber pergala baviksalar dihatin biçûxistin, lê îro bi saya Rêber Abdullah Ocalan cihê xwe di tevahî qadên jiyanê de digirin û gavên girînng ber bi wekhevî û azadiyê ve avêtin.”

DIRBÊSIYÊ

Bi heman armancê jinên ji Hesekê, Dirbêsiyê û Zirganê, endamên Tevgera Jinên Ciwan, tevgerên jinan, nûnerên sazî û meclisan ên kantona Cizîrê serdna Jinwar ê li bajarê Dirbêsiyê kir. Jinan ku bi cilên xwe yên neteweyî serdana Jinwar kir, 8’ê Adarê li jinên ku li gund dimînin pîroz kirin.

Jinan li Jinwarê dar jî çandin, piştre govend gerandin û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Copernicus: Tebeqeyên qeşayê gelekî dihelin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê û Helebê coşa Newrozê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyên Newrozê bi coş dewam kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kongoyê karesata madenê: Zêdeyî 200 kes mirin

Li eyaleta Kivu ya Bakur a Komara Kongo ya Demokratîk, ji ber hezaza li qada…

Ji aliyê Stêrk TV

Komek çekdar êrîşî malbatên Serêkaniyê kirin

Malbatên Serêkaniyê yên vedigeriyan malên xwe rastî êrîşa hin komên çekdar hatin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

YRJ: Rojnamevanên jin bûn dengê jinan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DEM Partiyê banga 6-8’ê Cotmehê: Divê bi her alî ve bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurdan li seranserê Fransayê li dijî tiryak û çetetiyê kampanya dan destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump: Divê Îran bombeyan li Los Angeles û San Diegoyê bibarîne!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?