Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA-GEL cejna Remezanê pîroz kir
Kurdistan

KONGRA-GEL cejna Remezanê pîroz kir

KONGRA-GEL Cejna Remezanê pîroz kir û got, "Hêvî dikin ev Cejna Remezanê jî wekî Newrozê bibe wesîleya yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Cejna Remezanê li Rêber APO, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn di navbera gelan û baweriyan de bibe wesîleya aştî û aramiyê.”

Peyama KONGRA-GEL bi vî rengî dewam kir:

“Gelê me vê Cejna Remezanê di şert û mercên pir taybet de pêşwazî dike. Banga Rêbertî ya ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşkêş kir, wek ‘Banga Sedsalê’ û ‘Manîfestoya Azadiyê’ hat binavkirin. Li hemû cîhanê deng veda, ji ber ku ji bo pirsgirêkên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn çareseriyeke mayînde pêşkêş dike. Li ser vî esasî jî dikare li hemû cîhanê ji bo şer û pevçûnên dimeşin jî bibe riya çareseriyê.

Ev meha Remezanê rojeva gelê me jî bi giştî banga Rêbertî bû. Bandora wî li ser çalakî û pîrozbahiyên 8 ê Adarê destpê kir û di Cejna Newrozê de gihîşt asta herî jor. Cejna Newrozê bû Newroza ‘Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk’. Di vê çarçovê de ewil li Rojhilat destpê kir, li hemû parçeyên Kurdistanê, li metropolan û li derveyî welat, gelê Kurdistanê û dostên me bi awayekî bi heybet banga Rêber APO xwedî derketin û azadiya Wî xwestin. 

Lê belê ev a yek meh e li ser banga Rêbertî dem derbas dibe, lê ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve tu bersiv nîne. Berevajî ji bo ku rojev bê guhertin, bûyerên wek girtina Ekrem Îmamoglû û derdorên wî plan kirin û pêk anîn. 

Pirsgirêka ya herî mezin a ku dest û piyên Tirkiyeyê pê hatiye girêdanê meseleya gelê Kurd e. Çareseriya wê jî bersîvdayîna banga Rêber APO ye. Lê belê ji bo ku li ser vê mijarê bê girtin û rojev bê guhertin, AKP êrişê îradeya gelê Stenbolê ya 16 milyonan dike. Ev jî diyar dike ku çareseri û demokrasî di rojeva Erdogan de nîne. Erdogan niha hewl dide bi zext û zordarî emrê desthilata xwe dirêj bike.

Bersîvdayîna dîrokî ya vê pêvajoyê, girêdayî têkoşîna gelê me û ya hêzên demokrasiyê ye. Rêber APO di banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de, xebatên avakirina ‘Civaka Demokratîk’ wek plansaziyek stratejîk daye pêş qada civakê. 

Di ziyaret û pîrozbahiyên Cejna Remezanê de pêwîste rojeva me; li ser bingeha şaxên neteweya demokratîk, em ê civaka demokratik çawa ava bikin? Em ê çawa rejîma AKP’ê mecburî Rêber APO bikin. Em ê çawa hêza xwe û tekoşîna demokrasiyê mezin bikin? Em ê çawa destê Rêber APO xurt bikin?

Rojên Cejna Remezanê ji bo guftugo û bersîvdayina pirsên pêvajoyê, ji gelê me yê welatparêz re derfeteke mezin e. Em wek gel û tevger ketine pêvajoyeke nû. Bi coş û kelecana Newrozê em ê xebatên xwe dewam bikin, li ser vî esasî em ê fîzîkî azadiya Rêber APO pêk bînin.

Di vê çarçovê de em dîsa Cejna Remezanê ya gelê xwe pîroz dikin. Hêvî dikin ev Cejna Remezanê jî wekî Newrozê bibe wesîleya yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzeran ji bo Îmraliyê banga ‘lezgîn’ li CPT’ê kir
Nûçeya Pişt re Îranê bersiv da nameya Trump
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara 5’emîn a Kovara Hunerê derket

Hejmara pêncemîn a kovara çandî, hunerî û wêjeyî ya Hunerê derket pêşberî xwendekaran.

Ji aliyê Stêrk TV

Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

Tîrêj Roj: “Hunera wê bûye pêşenga tarzeke neteweyî ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike. Li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Mexmûrê li Bexdayê hate girtin: Gel dest bi meşê kir

Piştî ku heyeta Mexmûrê ya ji bo hevdîtinê çû Bexdayê hate girtin, xelkê Mexmûrê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Êlihê civîna gel

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?