Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Xakurkê gerîlayek şehîd bû
Kurdistan

Li Xakurkê gerîlayek şehîd bû

HPG'ê ragihand ku li Xakurkê gerîla Argeş Hewraman şehîd bûye û got, "Em ê hêjayî têkoşîna wî bin û teqez bi ser bixînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrê Argeş Hewraman di 22’yê Adara 2025’an de li herêma Xakurkê di encama qezayekê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Hêvrêyê me Argeş ê ku ji roja ewil a naskirina têkoşîna me ya azadiyê ve bi ruhekî fedaî tevlî bû û ji bo ku hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî dijmin di pratîkê de jî nîşan bide xwe ji erkên herî dijwar pêşniyar kir, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi baldarî û cidîyeteke mezin bi cih anîn. Hevrêyê me yê Argeş hezkirina gel ku yek ji pîvaneke sereke ya şoreşgertiya Apoyî ye gelekî hîs kir,  ji bo ku sonda xwe ya tolhilanîna ji komkujiyên dijmin ên li ser gelê me û koçberiya bi darê zorê bi cih bîne bû xwediyê fedekarî û kedên mezin. Bi saya van taybetmendiyên xwe hem di dilê gelê me de û hem jî di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî pîroz. Hevrê Argeş ji ber hezkirin û dilsoziya xwe ya bêdawî yên ji bo xwezaya Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê weke milîtanekî Apoyî dizanîbû ku divê xwezaya Kurdistanê biparêze û cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de girt. Di pêvajoya ku êrîşên dijmin ên herî dijwar de ji xwe re fermandara me ya fedaî  Zîlan (Zeynep Kinaci) mînak girt û bû xwedî tevlîbûneke girêdayî xeta fedaîbûnê. Ji ber wê yekê jî hemû deman li hemberî êrîşên li ser herêma Xakurkê amade bû û di lêxistina derbên giran de bû xwediyê kedeke mezin.

Şehadeta hevrêyê me Argeş ya zû û bêtalîh ku karî bi gelek taybetmendiyên weke duristî, sadebûn, dilnizmî, exlaqê paqij û gelek taybetmendiyên Apoyî yên pîroz di kasayeta xwe de temsîl bike, weke hevrêyên wî em gelekî xemgîn kirin. Em ê têkoşîna hevrêyê xwe yê ku ji bo şoreşa Kurdistanê bi serkeftinê were tacîdarkirin kedeke mezin e nîşan da, bi hişmendiya layiqbûnê tegez bigihînin serkeftinê.  Girêdayî vê yekê em ji malbata hêja ya hevrêyê me Argeş ê milîtanê Apoyî yê fedayî, Hewremana welatparêz  û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Argeş Hewraman bi vî rengî ne:

Nasnav: Argeş Hewraman
Nav paşnav: Îkbel Edwayî
Cihê jidayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Ayşe- Muhiyeddîn
Dem û cihê şehadetê: 22’yê Adara 2025’an/ Herêma Xakurkê

Rojhilatê Kurdistan, hişmendiya neteweyî ya ku di encama keda Rêbertî û şehîdên me de pêş ketiye her tim zindî hiştiye. Ev herêm her tim sekna xwe ya bi rûmet di nava her şert û mercî de parastiye û îradeya berxwedanê ya gelê me nîşan daye. Tevgera Apoyî ya ku çarenûsa gelê me guherand, tevî bi hezaran qehremanên xwe ji bo bigihêje serketinê û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne, kedek bêhempa raberkiriye. Hevrêyê me Argeş li herêma Hewramanê di nava civakek wiha de ku ev kevneşopiya berxwedanê lê tê jiyîn, ji dayik bû. Hevrê Argeş bi welatparêzî û exlaqê kurdewariyê ku ji malbata xwe wergirtiye mezin bû. Hevrêyê me di temenê xwe yê biçûk de li hemberî Tevgera me girêdana wî pêş ket. Mîna her zarokek Kurd nakokî jiyan û li dijî zîhniyeta tekparêz a li dibistanên sîstemê nerazîbûnên wî pêş ket. Hevrêyê me ji ber ku nedikarî bi zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad biaxive û xwe di bin zextê de hîs dikir,  ev yek bû wesîle ku li dijî sîstemê her tim bi hêrs be. Hevrêyê me her ku mezin bû lêpirsîna wî ya li hemberî sîstema tekparêz a dewleta netewe û modernîteya kapîtalîst zêde bû û pê re meraqa wî ya li hemberî Tevgera me zêde bû. Hevrêyê me ji şehîdên me yên ku di çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêbertiya me de bi awayekî fedaî gihiştin şehadetê, gelek bi bandor bû. Hevrêyê me Argêş bi taybetî piştî vê pêvajoyê lêhûrbûnên kûr jiyaye û ji bo ku Tevgera me ji nêzîk ve nas bike, ketiye nava hewldanên mezin.

Di pêvajoyeke ku hêzên hegemonîk demek ji bo partiya me PKK’ê diyar kiribû de, hevrê Argeş bi baweriyeke xurt beşdarî xebatên Partiyê bû û ji ber ku bi milîtanên Apoyî re xebitî, gelekî di bin bandora wan de ma. Hevrêyê me ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên şehîdan bû, her ku Tevgera me nas kir, girêdana wî ya li hemberî xebatan jî bêhtir bû. Bi taybetî ji jiyana dilnizim, germ û jidil ên kadroyên PKK’ê hêzek mezin girt û di gelek xebatên serketî de cih girt. Hevrêyê me ku bi hesasiyetek mezin nêzî xebatên xwe dibû, hemû wezîfeyên ku Partiya me dida pêşiya wî bi layiqî bi cih dianî. Hevrê Argeş piştî xebatên bajar demek xebatên milîsiyê kir. Bi dîtin û naskirina gerîla re heyraniya wî zêdetir bû. Ew gerîlayên ku ji her aliyê Kurdistanê ji bo doza hevpar hatine û ji bo azadiya gelê me têdikoşin ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me ku hem zanîngeh dixwand û hem jî karê Partiyê dikir, bi zanabûna divê êdî biryarek bide tevgeriya. Hevrêyê me li ser vê bingehê hemû îmkanên sîstema kapîtalîst red kir û jiyana xwezayî û bi rûmet hilbijart. Bi vê hişmendiyê dev ji zanîngehê berda û biryar da ku bibe Gerîlayê Azadiyê. Hevrêya me Argeş sala 2010’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û gava xwe ya destpêkê li nava jiyana ku heyranê wê bû avêt. Hevrêyê me ku di warê rêxistinî û jiyanî de bi tecrûbe bû, di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me ku tevlî perwerdeya şervanên nû bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û meraqa wî ya ji hînbûnê re, bû şervanekî nû yê mînak. Hevrêyê me ku bi perwerdeya îdeolojîk û leşkerî re lêhûrbûnên kûr jiyan, xwe di her wateyê de amade kir ku di vê pêvajoya ku Şerê Me yê Gel ê Şoreşgerî lê xurt bû de bi awayekî çalak cih bigire. Bi taybetî di dersên dîroka Kurdistanê de dema hînbû ku dewletên dagirker çi li hemberî gelê me kirine, hêrsa wî mezintir bû. Bi saya tecrûbeyên xwe ya li bajêr û milîsiyê ku berê kiribû, ji gelek aliyan ve alîkarî da hevrêyên xwe. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, hevrêya me Argeş berê xwe da qadên pratîkî û xwest li ser her detaya jiyana gerîla serwer be. Her ku jiyana gerîlatî, xweza û têkiliyên kûr ên hevrêtiyê jiya, manewiyeta xwe xurt kir. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî, di gelek xebatên stratejîk de ku ji bo Partiya me girîng bûn cih girt. Hevrêyê me di nava xebatên ku hemû planên dijmin vala derbixe de cih girt û xebatên ku veşarîbûn û hesasiyet divê bi awayekî serketî bi cih anîn. Hevrêyê me yê ku erkên xwe bi cidiyetek mezin bi cih anî, hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me Argeş ji bo li dijî operasyonên bi armanca tasfiyekirina gerîla û gelê me hatî destpêkirin bigire û di aliyê leşkerî de pispor bibe pêşniyar kir ku tevlî perwerdehiyê bibe. Di van perwerdeyan de pêşketineke mezin bi dest xist û ji bo derbasî qadên lê şer giran e, israr kir. Hevrêyê me yê ku pêvajoya perwerdeyê baş nirxand û li ser taktîkên demê lêhûr bû, ji bo ku darbeyên giran li dijmin bixe kete nava lêgerînan. Hevrêyê me ji bo ku tiştên li qada perwerdeyê hîn bûye di qada piratîkê ya şer de pêk bîne û ji tecrûbeyên gerîla yên mezin sûd bigire, carek din berê xwe da qadên pratîkê. Hevrêyê me her karê ku digirt li gorî pîvanên Partiya me pêk dianî û di şert û mercên herî dijwar de jî hewl da ku jiyana Apoyî bijî. Piştî pratîkeke demdirêj, hevrêyê me ku di kesayetî û pratîka xwe de dixwest lêhûrbe û tevlîbûneke xurttir nîşan bide, tevlî perwerdeyên bîrdozî bû. Di dema perwerdeyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek dijwar bibûn. Vê rewşa şer îradeya hevrêyê me ya çûna qada şer hîn xurtir kir. Hevrêyê me Argeş ku bi saya jêhatîbûna wî ya di qada leşkerî û kûrbûna wî ya di aliyê îdeolojîk de pêşniyara wî hate qebûlkirin, piştî qedandina perwerdeyê berê xwe da herêma Xakurkê.

Hevrêyê me Argeş ê ku li Xakurkê li gorî mîsyona xwe tevgeriya û erka xwe bê dudilî bi cih anî, her kêliya jiyana xwe ji bo layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibe, feda kir.  Hevrêyê me bi fedekarî, dilnizmî û jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî de navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me di 22’yê Adara 2025’an de li Xakurkê di encama qezayek de şehîd bû. Hevrê Argeş bi ruhê fedayî, exlaqê paqij û helwesta xwe ya milîtaniyê wê her tim bê bîranîn. Em jî weke hevrêyên wî dê ala şoreşê ya ku wî radestî me kiriye, bilintir bikin û bi hişmendiya di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin tevbigerin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kutahyayê erd hejiya
Nûçeya Pişt re Dîmenê çalakiya li Metînayê hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Estarrona: Azadiya Abdullah Ocalan garantiya pêvajoyê ye

Ji Herêma Xweser a Baskê Senator Josu Estarrona Elizondo anî ziman ku azadiya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Amûdê cenazeyê şehîd Baz veşart

Cenazeyê şervanê QSD’ê Baz Amûdê (Hesen Hacî) ê ku 19’ê Çileya îsal li Reqayê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêx Seîd hat bibîranîn: Roja zilm û berxwedanê ye

Li Şirnexê û navçeya Xinûsê ya Erziromê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?