Di dirêjahiya salên şer de kesên ku herî zêde di nav şer de rastî zirarên mezin hatine jin û zarok bûn. Ji ber vê yekê jî yê li kêleka windahî û zehmetîyên şer li berxweda jin û zarok bûn. Ji ber ku di encama êrîş, şer û pêvçûnên ku di Sûriyeyê de rûdan yek ji dezgehên ku herî zêde zirar dît dibistan bûn. taxa Şêx Maqsûd jî yek ji van cihên ku rastî şerekê hovane hatibû. Çeteyên dewleta Tirk yekemîn hedefgirtinên xwe li ser dibistan û binesazî û gel pêk anî. Ev bû sedem ku bi hezaran ciwanên taxê ji xwendinê dûrbikevin.
Di nav van pêvajoyên zehmet de beşek ji şêniyên Taxên Şêx Maqsûd û Eşrefîyê koçberî Herêma Efrînê bûn, her wiha hejmarek kêm jî di taxê de xwe bi rêxistin kirin û îsrar kirin ku wê xwendina xwe dewam bikin. Piştî çend salan di encama Koçberîya gelê Efrînê ê ku di 2018’an de çêbû bi hezaran xwendekar careke din ji xwendina xwe dûrketin. Ev rewşên ku hatine jiyîn ji pêvajoyên şer û heta bi koçberiyê bandoreke mezin li ser ciwanan kir. Lê xwendekaran careke din xew komkir û biryara berdewamiya zanebûna çanda xwe û parastina zimanê xwe dan û pêkanîn.
Navenda Lêkolînan a Jineolojî, xebat û lêkolînên xwe li ser çand, civak, jin, dîrok û gelek beşên din pêş dixe. Û ji ber ku ciwan beşek ji bingeha civakê ne di derbarê rewşa ciwanan de jî lêkolînên Navenda lêkolînan a Jineolojî bi berdewamî hebûn.
Yek ji kesên ku di navenda lêkolînên Jineolojî de pêşengtî kirî û şopên xwe ji Efrîn û heta bi Dêrîk û gelek Herêmên Kurdistanê hiştiye Şehîda Nagîhan Akarsel bû. Ji ber ku dizanî di her rewşê de ên ku herî zêde ji guhertin û veguhrtinê re vekirî ciwanin û yên ku herî zêde ku dijmin dixwaze bi wan bilîze û civakê xera bike ciwanin. Ji bo wê jî Şehîd Nagîhan Akarsel di nav xebatên xwe de gelek cih dida ciwanan.
Da ku şopên wê li her derê hebin, da ku bîranînên wê li derdor her kesî zindî bin. Navenda Lêkolînan a Jineolojî a Helebê li Taxa Şêx Maqsûd a Şerqî bi armanca pêş xistina ciwanan mala xwendinê a Şehîd Nagîhan Akarsel vekirin.
Endama nevenda Lêkolînên Jineolojî a Helebê Zeyneb Muhemed ji ANF’ê re axivî û behsa pêvajoya vekirina Mala xwendinê û armanca vekirina wê kir. Zeyneb Muhemed got, ”Di Cotmeha 2023’yan de mala xwendinê hate vekirin. Ev mal weke pêkanîna xeyalekî ji xeyalên Şehîd Nagîhan Akarsel e. Ji ber Şehîd Nagîhan didît ku ciwan dema xwe ya herî zêde li ser dijîtal medya derbas dikin û ji çand û xwendinê dûr dikevin. Ji bo wê her tim dixwest projeye ji bo ciwanan û xwendekarana were avakirin da ku ciwan berê xwe bidinê û tê de çanda xwendin û naskirina dîrok û çanda xwe zêdetir pêş bikeve.”
Zeyneb Muhemed, diyar kir ku di destpêka vekirina Mala Xwendinê de eleqeya ciwanan kêm bû, lê bi demê re dest bi naskirinê kirin û hejmara wan zêde bû. Zeynep Muhemed wiha got, “Niha gelek ciwan tên xwendinê, ji bo dersên dibistanê dixwînin, pirtûkan dixwînin û lêkolînan dikin. Bi taybetî ciwanên ku berê hatibûn, eleqeyek zêde bi wêje, dîrok û gotaran re çêbûye.
Weke endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê hedefa me ya destpêkê ciwan bûn, lê îro ne tenê ciwan belkî kesên temen mezin jî eleqeya xwe bi xwendinê re nîşan didin. Van kesan nivîsên Rêber Apo xwendine. Ji bo zêdekirina asta zanîna ciwanan û misogerkirina pêşketinê dê li Mala Xwendina Şehîd Nagîhan Akrsel gelek proje û çalakî bên lidarxistin.”