Yekşem, 7 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aydin: Divê pêvajo civakî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhangîr Îslam: Rûniştina li hev, mirovan wekhev dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome
Rojane

Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

Ji bo pirsîna aqûbeta windayan û daxwaza darizandina sûcdaran, bi pêşengiya ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin, “Heta ku kesê herî dawî yê windabûyî bê dîtin wê têkoşîne me bidome.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Nerazîbûnên ku ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve bi daxwaza dîtina windayan û darizandina sûcdaran hatin destpêkirin, vê hefteyê jî berdewam kirin.

AMED

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 874’emîn de çalakiya heftane lidar xist. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, hate lidar xistin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên windayan hatin hildan.

Vê hefteyê serpêhatiya Alî Tekdag ku di sala 1994’an de li Amedê hate windakirin, hate pirsîn.

Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş di çalakiyê de axivî û da zanîn ku Alî ji ber ku Kurd bû her roj polîsan diavêt ser mala wî û got: “19 caran birê min hat binçavkirin. Ji sala 1994’an ve em li Alî digerin. Dadgeh û polîs dizanin çi hate serê Alî. Lê dibêjin em nizanin. Em heqê xwe ji kujeran re nehêlin. Birê min kuştin û birin avêtin ser rêya Farqînê. Dema ez diçim Farqînê bang dikim û dibêjim; Alî tu li ku yî? Ji şivanan re dibejim gelo we gorekî bêkes neditiye?”

Serpêhatiya windakirina Alî Tekdag ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Firat Akdenîz bi bîr xist ku Alî Tekdag bavê 7 zarokan bû û wiha axivî: “Alî Tekdag di sala 1982’yan de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye hate binçavkirin û 3 sal di girtîgehê de ma. Ji ber ku her roj polîsan diavêt ser mala wî paşê neçar ma û koçî Îzmîrê kir. Lê di demek nêz de vegeriya Amedê. Piştî vegeriya Amedê gefên polîsan ên li ser Alî Tekdag berdewam kir. Di 12’ê Sibata 1993’yan de birayê wî Mehmet Tekdag hat kuştin. Alî Tekdag di 13’yê Mijdara 1993’yan de dema bi hevjina xwe re li Deriyê Çiyê bû ji aliyê 4 kesên di destê wan de telsîz hebû, hate binçavkirin. Alî Tekdag heta roja ku hate windakirin bi giştî 19 caran hat binçavkirin û bi êşkenceyan re rû bi rû dimîne.”

Firat Akdenîz, destnîşan kir ku hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê dide lê tu agahî wernagire û got: “Dema Alî Tekdag hat binçavkirin nêzî cihê bûyerê polîsên trafîkê hebûn lê tu tişt nekirin. Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da lê gotin bûyer nûye paşê were. Piştî 3 rojan her roj çû lê tu agahî nedanê. Seyfettîn Demîr ê ku li gel Alî Tekdag di heman demê hatibû binçavkirin ji rojnameya Ozgur Gundem re axiviye û gotiye; ‘Ez bi Alî Tekdag re hatim binçavkirin û Alî Tekdag digot agahî bidin malbata min dê min bikujin’. Lê dozgerî got; tenê dosyeya Seyfettîn Demîr heye lê dosyeya Alî Tekdag tune ye. Endamekî JÎTEMê paşê axivî û gotibû 120 roj êşkence li Alî Tekdag hatiye kirin û paşê wî birine avêtine ser rêya navçeya Farqînê ya Amedê. Malbata Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî vê yekê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hate lidar xistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

ÊLIH

Çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Malbatên Windayan li Êlihê di hefteya 710’an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nihat Aydogan ê ku di Mijdara 1994’an de li gundê Dogançay ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsin.

Rêveberê ÎHD’ê Alî Karadogan çîroka windabûna Aydogan xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

GEVER

Şaxa ÎHD a Colemêrgê û Xizmên Windayan ji bo hefteya 200’emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê kom bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan li ser hat vekirin. Vê hefteyê, xizmên windayan li ser dîtina kujerên Îslam Bartin, Abdulhaluk Geylanî û Engîn Mengeş ku di sala 2005’an de piştî ku ji bo mafên xwe yên demokratîk beşdarî xwepêşandanên li navenda navçeyê bûn, hatin kuştin, sekinin.

Çîroka qetilkirina her sê kesan ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Eren Baskin ve hat xwendin.

RIHA

Şaxa ÎHD a Rihayê di hefteya 60’emîn a çalakiya xwe de li ber Parka Novada kom bû û daxwaza dîtina windayan û darizandina sûcdaran kir. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de li ser kujerên bav û kur Sadik û Seyîthan Ûlûmaskan ê di 4’ê Kanûna 1997’an de li Amedê hatin windakirin hat sekinandin. Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Kiliç çîroka Sadik û Seyithan xwend.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin
Nûçeya Pişt re DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Başûrê Kurdistanê 40 gorên antîk ên 2.300 salî derketin holê

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber bandora ziwatiyê keşfeke dîrokî hate kirin. Li Dihokê bi kêmbûna…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin

4 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li Amedê hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin: Divê pêvajo civakî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cîhangîr Îslam: Rûniştina li hev, mirovan wekhev dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?