Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava xwendekar û mamoste ji bo Kurdî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Împaratoriya narkotîkê ya çeteyên dewletê -IV

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ya ku bi malbata Dîrîl hate kirin ne tenê karê Apro Dîrîl e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Dînç: Divê pêvajo bi lez bê meşandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Doga Pîrdogan li Şengalê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dil û mejiyê xwe dabû têkoşînê: Dilmaf Efrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye
Kurdistan

Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal, di forûma li Silêmaniyê de axivî û got, “Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye. Yên ku zemîna hiqûqî û siyasî pêş bixin komîsyon û meclîs e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di panela yekem a forûmê de ku li Salona Ramada ya Silêmaniyê pêk hat de, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, Wasiyê Rêber Apo û Parêzerê Buroya Sedsalê Mazlum Dînç û Endamê Rêxistina CPT Kameran Osman amadebûn.

Di panela yekem de despêkê Parlementer Newroz Uysal axivî.

Newroz Uysal, behsa giringiya pêvajoya aştiyê kir û got: “Her çiqas piştî banga  Bahçelî yekem pêngav ji aliyê Rêber Apo ve dest pê kir jî, lê tecrîd hîna didome. Ya dikare zemîna siyasî û hiqûqî pêş bixe jî komîsyon û meclîs e. Dewletê li gor tê xwestin pêngav ne avêtiye. Astengiya herî mezin li pêş vê pêvajoyê jî berdewamiya tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber ku muxatebê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo ye, ger tecrîd berdewam bike, wê çawa pêvajo birêve biçe?”

Di dewama axaftina xwe de Newroz Uysal, da zanîn ku bi despêkirina pêvajoyê re kampanya azadiya Rêber Apo jî hat ragihandin û got: “Niha jî carek din em dubare dikin ku pêwîste Rêber Apo azad bibe. Ji ber ku ev qonax ne tenê ji bo Kurd û Tirka ye, di heman demê de ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelên herêmê ye.”

Newroz Uysal, di dawiyê de destnîşankir ku ew bi hêvîne ku pêvajoya aştî û qonaxa demokratîkbûnê bi serkeve û hemû bi azadî bikarin di jêr sîwana civaka demokratîk de bi azadî bijîn.”

DÎNÇ: GER HEWLDAN Û PÊNGAV BILEZTIR BIBIN, WÊ BIRÊZ OCALAN ZÛTIR AZAD BIBE

Piştre Wasiyê Rêber Apo û Parêzerê Bûroya Sedsalê Mazlûm Dînç jî axivî, da diyarkirin ku tişta girîng ya were kirin bicihanîna mafê hêviyê ya ji bo Rêber Apo ye û got: “Pêwîste Yekitiya Ewropa vî mafî bicih bîne. Wek tê zanîn tecrîd berdewame û ti bingehekî wê yê qanûnî tineye.”

Mazlum Dînç got: “Pêwîste pêngavên ku Birêz Abdullah Ocalan avêtin baş bên dîtin. Ji ber ku pêngavekî sedsaliye û ji bo bidestxistina mafên gelên herêmê girînge. Pêngava yekem jî ew e ku meclîs wan qanûnên ku li pêş pêvajoyê dibin asteng biguhere.”

Parêzer Mazlûm Dînç, got ku wê ev pêvajo ne tenê bandorê li ser Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bike, di heman demê de bandorê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê jî bike.

Mazlum Dînç herî dawî jî got; “Bêdengiya li hemberî tecrîdê qonaxê zehmet dike, lewma pêwîstî bi têkoşînek mezin ya civakê heye da ku birêz Ocalan bikare bi awayek azad pêngavên pêvajoyê bicih bîne. Ji ber ku heya niha ji bo birêz Ocalan gavek erênî nehatiye avêtin, tevî tecrîdê birêz Ocalan baldikêşe ser bicihanîna pêngavên pêvajoyê û 27 sal in têdikoşe. Lê Tirkiyeyê heya niha ti gavek ne avêtiye. Eger em ji bo azadiya fizikî ya birêz Ocalan bi israr bin û pêngavên xwe bileztir bavêjin, dibe ku demek nêzîk de birêz Ocalan bi awayek fizikî azad bibe.”

Di beşek din ya panelê de endamê Tîma CPT ya Emerîkayê Kameran Osman, derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û got; “Pêvajoya aştiyê ne pêvajoyek ku were redkirine, xwedî gelek xalên erênî û bandor in. Tenê di sala 2023’yan de 12 welatî û di sala 2024’an de jî 35 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Îsal 6 welatî bûne qurbanê êrîşên dronên Tirkiyeyê. Salên borî 62 gund ji ber êrîşên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê vale bûn. Bi giştî ji hezar û 190 gundan ku bandora êrîşan li ser heye, 183 gund bi temamî çol bûn. Xelkê 504 gundan jî nikarin biçin nav zeviyên xwe. Lê bandora erênî ya pêvajoya aştiyê bûye sedem ku rêjeya geştiyaran zêde bibe û liv û tevgera aborî li cihên geştiyarê destpê bike.”

Kameran Osman, di dewama axaftina xwe de got; “Beriya pêvajoya aştiyê hezar û 548 êrîş hatin tomarkirin. Lê piştî pêvajoya aştiyê hezar û 696 êrîşên Tirkiye yên li ser Herêma Kurdistanê pêk hatin. Yanî li gorî salên borî 150 êrîş zêdetir bûn. Ji sala 2017’an ve dewleta Tirk nekariye cihek helîkopteran ava bike, lê piştî pêvajoya aştiyê hewl dide vê bike. Her wiha dest bi birîna darên xwezayê yên Kurdistanê kiriye û bi rêya traktoran daran dibe Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Herî zêde îsal dar hatine birîn. Li gorî min ger pêvajoya aştiyê bisernekeve, wê dewleta Tirk hemû sînorên Başûrê Kurdistanê kontrol bike, ji xwe niha bi kûrahiya 30 heya 40 kîlometre ketiye nav xaka Başûr û di nav sînor de sînorek din ya xwe daniye.”

Kameran Osman, da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji pêvajoyê ne qute, lê weke ku tê xwestin nekariye erkên xwe yê sereke pêk bîne û got; “Ji bo ku Tirkiye hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne, li Herêma Kurdistanê ti hewldanek nehatiye kirin.”

Osman herî dawî got; “Heya niha gelek kesên ku xwestine leşkerên Tirk ji nav xaka Başûr derbikevin, ji aliyê konsolxaneyê ve hatine cezakirin.”

Piştî axaftvanên panelê, pirs hatin kirin û panelîstan bersiva pirsan dan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘PDK bi tirsa windakirinê gef li hêzên ewlehiyê dixwe’
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ruhê hunerê astengiyan nas nake

Ji Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma ji cih û warê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Alîkarê Serokkomarê Îranê Zarîf îstifa kir

Hate ragihandin ku Alîkarê Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê berê Cevad Zarîf îstifa…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Eger aştî bibe em ê karibin gundê xwe jinûve ava bikin’

Abdulkerîm Yildiz got, "Aştî yekane rêya başkirina birînên berê ye" û anî ziman ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên dîlgirtiyan ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?