Di panela yekem a forûmê de ku li Salona Ramada ya Silêmaniyê pêk hat de, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, Wasiyê Rêber Apo û Parêzerê Buroya Sedsalê Mazlum Dînç û Endamê Rêxistina CPT Kameran Osman amadebûn.
Di panela yekem de despêkê Parlementer Newroz Uysal axivî.
Newroz Uysal, behsa giringiya pêvajoya aştiyê kir û got: “Her çiqas piştî banga Bahçelî yekem pêngav ji aliyê Rêber Apo ve dest pê kir jî, lê tecrîd hîna didome. Ya dikare zemîna siyasî û hiqûqî pêş bixe jî komîsyon û meclîs e. Dewletê li gor tê xwestin pêngav ne avêtiye. Astengiya herî mezin li pêş vê pêvajoyê jî berdewamiya tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber ku muxatebê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo ye, ger tecrîd berdewam bike, wê çawa pêvajo birêve biçe?”
Di dewama axaftina xwe de Newroz Uysal, da zanîn ku bi despêkirina pêvajoyê re kampanya azadiya Rêber Apo jî hat ragihandin û got: “Niha jî carek din em dubare dikin ku pêwîste Rêber Apo azad bibe. Ji ber ku ev qonax ne tenê ji bo Kurd û Tirka ye, di heman demê de ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelên herêmê ye.”
Newroz Uysal, di dawiyê de destnîşankir ku ew bi hêvîne ku pêvajoya aştî û qonaxa demokratîkbûnê bi serkeve û hemû bi azadî bikarin di jêr sîwana civaka demokratîk de bi azadî bijîn.”
DÎNÇ: GER HEWLDAN Û PÊNGAV BILEZTIR BIBIN, WÊ BIRÊZ OCALAN ZÛTIR AZAD BIBE
Piştre Wasiyê Rêber Apo û Parêzerê Bûroya Sedsalê Mazlûm Dînç jî axivî, da diyarkirin ku tişta girîng ya were kirin bicihanîna mafê hêviyê ya ji bo Rêber Apo ye û got: “Pêwîste Yekitiya Ewropa vî mafî bicih bîne. Wek tê zanîn tecrîd berdewame û ti bingehekî wê yê qanûnî tineye.”
Mazlum Dînç got: “Pêwîste pêngavên ku Birêz Abdullah Ocalan avêtin baş bên dîtin. Ji ber ku pêngavekî sedsaliye û ji bo bidestxistina mafên gelên herêmê girînge. Pêngava yekem jî ew e ku meclîs wan qanûnên ku li pêş pêvajoyê dibin asteng biguhere.”
Parêzer Mazlûm Dînç, got ku wê ev pêvajo ne tenê bandorê li ser Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bike, di heman demê de bandorê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê jî bike.
Mazlum Dînç herî dawî jî got; “Bêdengiya li hemberî tecrîdê qonaxê zehmet dike, lewma pêwîstî bi têkoşînek mezin ya civakê heye da ku birêz Ocalan bikare bi awayek azad pêngavên pêvajoyê bicih bîne. Ji ber ku heya niha ji bo birêz Ocalan gavek erênî nehatiye avêtin, tevî tecrîdê birêz Ocalan baldikêşe ser bicihanîna pêngavên pêvajoyê û 27 sal in têdikoşe. Lê Tirkiyeyê heya niha ti gavek ne avêtiye. Eger em ji bo azadiya fizikî ya birêz Ocalan bi israr bin û pêngavên xwe bileztir bavêjin, dibe ku demek nêzîk de birêz Ocalan bi awayek fizikî azad bibe.”
Di beşek din ya panelê de endamê Tîma CPT ya Emerîkayê Kameran Osman, derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û got; “Pêvajoya aştiyê ne pêvajoyek ku were redkirine, xwedî gelek xalên erênî û bandor in. Tenê di sala 2023’yan de 12 welatî û di sala 2024’an de jî 35 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Îsal 6 welatî bûne qurbanê êrîşên dronên Tirkiyeyê. Salên borî 62 gund ji ber êrîşên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê vale bûn. Bi giştî ji hezar û 190 gundan ku bandora êrîşan li ser heye, 183 gund bi temamî çol bûn. Xelkê 504 gundan jî nikarin biçin nav zeviyên xwe. Lê bandora erênî ya pêvajoya aştiyê bûye sedem ku rêjeya geştiyaran zêde bibe û liv û tevgera aborî li cihên geştiyarê destpê bike.”
Kameran Osman, di dewama axaftina xwe de got; “Beriya pêvajoya aştiyê hezar û 548 êrîş hatin tomarkirin. Lê piştî pêvajoya aştiyê hezar û 696 êrîşên Tirkiye yên li ser Herêma Kurdistanê pêk hatin. Yanî li gorî salên borî 150 êrîş zêdetir bûn. Ji sala 2017’an ve dewleta Tirk nekariye cihek helîkopteran ava bike, lê piştî pêvajoya aştiyê hewl dide vê bike. Her wiha dest bi birîna darên xwezayê yên Kurdistanê kiriye û bi rêya traktoran daran dibe Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Herî zêde îsal dar hatine birîn. Li gorî min ger pêvajoya aştiyê bisernekeve, wê dewleta Tirk hemû sînorên Başûrê Kurdistanê kontrol bike, ji xwe niha bi kûrahiya 30 heya 40 kîlometre ketiye nav xaka Başûr û di nav sînor de sînorek din ya xwe daniye.”
Kameran Osman, da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji pêvajoyê ne qute, lê weke ku tê xwestin nekariye erkên xwe yê sereke pêk bîne û got; “Ji bo ku Tirkiye hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne, li Herêma Kurdistanê ti hewldanek nehatiye kirin.”
Osman herî dawî got; “Heya niha gelek kesên ku xwestine leşkerên Tirk ji nav xaka Başûr derbikevin, ji aliyê konsolxaneyê ve hatine cezakirin.”
Piştî axaftvanên panelê, pirs hatin kirin û panelîstan bersiva pirsan dan.

