Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan qala yek ji pêşengên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan kir ku nêzî 40 salan bi hev re meşiyan. Em beşa duyemîn a hevpeyvînê diweşînin.
Hûn karin qala wê pêvajoyê bikin ku Şehîd Alî Haydar Kaytan di Fermandariya Giştî ya ARGK’ê de bû.
Di demekê de ku zor û zehmetiyên mezin hebûn, hevalê Fûat ji bo Fermandariya ARGK’ê hate wezîfedarkirin. Wê demê gelek pirsgirêk hebûn Weke destwerdana Rêbertî wezîfe dewr wergirt. Her çend tecrûbeya leşkerî ya hevalê Fûat zêde tinebû jî kûrahiya wî ya îdeolojîk, tecrûbeya wî ya rêxistinî û sekna wî cihê baweriyê bû. Fermandaran hemûyan jê bawer dikirin. Bi vî rengî kar kir. Ji berê bêhtir baş meşand.
Weke ku tê zanîn Fermandariya ARGK’ê di heman demê de weke koordîneya giştî bû. Dawiya sala 1995’an, bawerim meha Kanûnê bû, piştî demeke dirêj li qada Dola Şivê ya Zapê civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê pêk hat. Ev civîneke girîng bû û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Nakokî hebûn. Hevalê Fûat ji bo civîn bi ser bikeve heta dawiyê bi tecrûbe û sebreke mezin bi rê ve bir. Di vir de tecrûbeya wî ya rêxistinî roleke mezin lîst. Nêrînên dijberê hev hebûn. Ji aliyê komkirina ser hev de nirxandineke siyasî, felsefî û rêxistinî dikir û performans nîşan dida. Piştî wê civînê Şemo ji bo Alîkariya Leşkerî ya Fermandariya ARGK’ê hate wezîfedarkirin. Ew zivistan bi wî rengî derbas bû. Di Gulana 1996’an de yekemîn civîna Konseya Leşkerî pêk hat û piştî wê civînê jinûve wezîfedarkirin pêk hat. Wezîfeya hevalê Fûat weke xwe ma, lê belê Şemo li şûna min ji Botanê re hate wezîfedarkirin. Ez jî ketim şûna Şemo. 3-4 mehan em bi hevalê Fûat re xebitîn.
JI BO WÎ YA ESASÎ XET BÛ
Wê demê me bi civata biryargehê re civîn lidar xist. Tabûrên biryargehê hebûn. Bi hevalê Riza re me civîn pêk anîn. Di wan civînan de, wê zivistanê me dî tku Şemo gelek xisar kiriye. Yanî ji aliyê şikandina kesan, cezakirina bi neheqî, avêtina ji ders û kar, heqaret ve, yanî ji bo şikandina civatê gelek rê û rêbaz bi kar anî. Me dît ku karê perwerdekirin û amadekirina civatê zêde nehatiye kirin. Me ev yek tespît kir. Wê demê em fikirîn bê divê çi bê kirin. Ev yek jî di bin berpirsyariya hevalê Fûat de hatibû kirin. Em çûn û me bi hevalê Fûat re parve kir. Me got, zivistanê ev yek qewimî. Yanî hevalê Fûat qet neda pey berjewendiyên şexsî û got, ‘Rast e, bi vî rengî ye’. Me hinek mînak dan û îqna bû. Got, ‘Eger ev heval van dibêjin, eger ev şexs biçe Botanê û heman rêbazê dewam bike wê Botanê tasfiye bike. Divê em wî bisekinînin’. Em fikirîn bê çawa rawestînin. Ji ber ku Rêbertî ew wezîfdar kiribû, wê demê me got em bi Rêbertî re parve bikin û me ev kir. Ji xwe wî weke fermandarê berpirsyar bi Rêbertî re parve kir. Piştre jî em axivîn. Rêbertî hinekî rexne kir, wê demê tiştek nebû. Piştre Rêbertî hevdîtin bi hevalên çûn biryargehê re kiribû. Ez jî bi wesîleya destpêkirina lêpirsîna der barê biryargehê de bû. Piştre jî Şemo ji Botanê hate kişandin û girtin.
Ji ber ku lêpirsîneke giştî hate vekirin, bi rengekî otomatîk hevalê Fûat jî ket ber lêpirsînê. Ji ber ku wê demê ew jî li wir bû, lê belê bi van mijaran re mijûl nebû bû. Ji xwe digot, ‘Min her tişt ji wî re hişt, kêmasî kir. Tecrûbeya wî hebû, lê belê xisar da, min şaşitî kir ku ji wî bawer kir’. Wî bi xwe xwest lêpirsîn bê destpêkirin, wî ew pêvajo meşand. Yanî teqez ti fikarên wî yên şexsî nebû. Negot, ez hinekê nerm nêzîk bibim. Berê jî hatibû rexnekirin, ji nişka ve nebû. Asta ku pêk hat bi temamî fêhm nekiribû. Di wê civînê de ev rewş derketibû holê. Di civîna konseyê de jî rexne hatin kirin. Heval rexnedayina xwe kir û rexne kir. Ji xwe civîna Konseyê wî bi xwe bi rê ve dibir. Piştî ku dît alîkarê wî bi rêbazê veşartî di vê astê de xisar kiriye, got ‘Çi pêwîst be bila bê kirin’. Hevalekî welê bû ku ji bo berjewendiyên rêxistinê xwe feda dikir. Di vê mijarê de ti fikarên wî tine bûn.
Ji bo wî ya esasî xet bû. Xeta partiyê û Rêbertî bû. Ev yek jî pêşvebirina kadro û şervanan bû. Bi esasî li ser vê disekinî. Piştî ku dît li wê derê kêmasî bûye rexnedayina xwe kir û got, ‘Min şaşitî kir ku her tişt ji wî re hişt. Ji ber vê yekê xisar da. Van gelek zerar dan partiyê. Eger biçe Botanê wê ev yek hîn mezin bibe. Divê peşî li vê bigirim. Divê vê yekê bixe rojeva partiyê û Rêbertî û ya pêwîst çi be bê kirin’. Yanî wî bi xwe ev pêvajo da destpêkirin û pêşî li tasfiyekariyê girt.
Hevalê Fûat ji aliyê rexnedayinê û bilêvkirina kêmasiyan ve ti pirsgirêka xwe tine bû. Di her asta rêxistinê de wezîfe wergirt, lê belê ti carî li pey fikarên şexsî neket. Wergirtin an jî wernegirtina erkê ji bo xwe girîng nedît. Ji bo hevalê Fûat a girîng berpirsyariya şoreşgerî, meşandin û serxistina xeta Rêbertî bû. Ji bo wî tişta herî bingehîn ev bû.
Di nava HPG’ê de ji aliyê meşandina xeta Rêbertî ve bi roleke çawa rabû?
Hevalê Fûat digot, “Em çiqasî rastiya Rêbertî hînî hevalên ciwan, hêza şer, şervanan û fermandaran bikin wê ewqasî jî bibin şervan û bi ser bikevin’. Digot, ‘Eger mirov Rêbertî bi hêzên parastinê bide fêhmkirin, wê serketin pêk were. Zû yan jî dereng wê pêk were. Eger şervan û fermandarên me bibin xwedî ruhê Apoyî wê teqez bi ser bikevin û encamê werbigirin’. Baweriya xwe bi vê yekê dianî. Ji ber vê jî bi civata HPG û şervanan re eleqedar dibû, perwerde dikir, sohbet dikir, di nava wan de dijiya. Ev kar bi eşqeke mezin dikir. Qet nediwestiya. Di her şert û mercî de bi hevalan re meşgûl dibû, ders dida û nîqaş dikir. Ji ber ku digot, ‘Ev heval ew jin û mêr ên ciwan ên vî welatî yên durust û pak in, eger di fikrên Rêber Apo de kûr bibin wê her yek ji wan bibe Egîd, mezin bibe. Egîdbûyîn bi Apoyîbûn, bi partîbûyînê dibe. Leşkerîbûn bi vî rengî pêk tê’. Me qala leşkerîbûneke profesyonel dikir, ku gelekî piştgirî dida vê yekê. Dİgot, ‘Partîbûyîn û profesyonelbûyîn bi vî rengî dibe. Di bingeha xwe de eger kûrbûna îdeolojîk hebe, leşkerîbûn bi vî rengî pêk tê, leşkerîbûna profesyonel bi vî rengî bi ser dikeve’. Salên dawî xurtkirina YPS’ê jî girîng didît. Ji xwe tevlî konferans û civînên YPS’ê jî bû. Rêbaza birêxistinkirinê ya YPS’ê gelekî girîng didît. Lewma kîjan kar girîng bidîta, diçû wê derê. Ji xwe serbest bû, li ku derê bixwasta bixebitiya, pêşniyar dikir. Tevger bi temamî lê vekirî bû. Ji destpêkê heta dawiyê tevlî konferansa YPS’ê bû û nirxandinên girîng kir.
RÊBAZ Û KARÊ WÎ GELEKÎ KÊRHATÎ BÛ
Bi giranî eleqeya hevalê Fûat a bi hêzên leşkerî re, perwerdekirin û kişandina ser xeta Apoyî weke çavkaniya serketinê dihate dîtin. Ji ber vê yekê gelekî bi daxwaz ev yek dikir. Bi rastî jî uslûb, rêbaza wî li pêş çavan bû. Yanî bandor li hevalan dikir. Ji bo hevalan gelekî balkêş bû û rêbaza wî gelekî bandor li hevalan dikir Di afirandina xeta Rêber Apo de ev rêbaz û karê hevalê Fûat gelekî kêrhatî bû. Dikarim vê jî bibêjim; di nava 9-10 salên dawî de li nava civaka şervanan û HPG’ê ruhekî şervanî û fedaî yê hîn mezin heye. Di afirandina vî ruhî de karên îdeolojîk gelekî girîng e. Yek ji kesên ku ev karê îdeolojîk meşand jî hevalê Fûat e. Her wiha ji bo hevalên xwe dijiya. Vê partiyê çawa destpê kir, ew hevalê destpêkê bû. Wî û serok dabûn destpêkirin. Dema ku ev eşkere dikir, gelekî bala hevalan dikişand û gelekî encamgir bû. Di pêşvebirina xeta Rêber Apo de rola wî gelekî mezin bû. Mîna eynika Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê jî di van xusûsan de ked û karên xwe mezin bû.
Dewam dike…