Pêncşem, 21 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: ‘Statuya Abdullah Ocalan, statuya gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê meclîs bikeve dewrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata rêveberiya xwecihî de mijara ‘aboriya komînal’: Modelên cuda pêkan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desthilatdarî li cihê xwe disekine, divê pêvajo bigihêje zemîneke yasayî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo çareseriya mayinde pêwîstî bi gavên şênber ên cihê baweriyê heye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sîpan Sîdar navê coş û moralê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza mirina bi guman a jinekê de bersûc hemû hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya kongreya TAJÊ: Komîn wê pergala me ya nû be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik: Ji kongreya destpêkê bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne
Kurdistan

Bayik: Ji kongreya destpêkê bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ne weke damezrînerên li kongreya destpêkê, lê ji wan bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne. Divê em li gorî Rêber Apo erk û berpirsyariyên xwe fêhm bikin û bi cih bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin û biryarên kongreyê di 12’ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di axaftina xwe ya li kongreyê de got, “Rêber Apo niha bi paradîgma û manîfestoyeke nû dixwaze pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê çareser bike.”

Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi vî rengî ne:

“Di serî de girêdan û hurmeta xwe ji bo Rêber Apo diyar dikim. Di şexsê hevalê Fûat û Riza de hemû şehîdên PKK’ê û şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim û hurmet û mineta xwe diyar dikim.

EGER XETA RÊBER APO LI CÎHANÊ HATIBE QEBÛLKIRIN, EV YEK JI ENCAMÊN MANÎFESTOYA DESTPÊKÊ YE

Niha pirsgirêka me ya esas helbet fêmkirin e. Niha bi kongreyê 1’ê re Rêber Apo manîfestoyek da pêşiya me, bi hemû kêmasî, şaşitî û niyeta xwe me ew manîfestoyê meşand. Bi vê re me gelek encam jî derxist. Ev rasîtiyek e kes nikare înkar bike. Encax kesên ku wîjdana wan nebe dikare van înkar bike. Yên xwedî wîjdan dizanin ku di bin rêbertiya Rêber Apo de têkoşînek hat meşandin û ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd, ji bo mirovahiyê û ji bo jinên cîhanê çi encamê derxistiye dizanin. Encamê ku derketin encamên pir mezin in. Di van şertan de bi vê manîfestoyê PKK’ê ava kirin, têkoşîn pêş xistin, vêya hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo jinên Kurd nasname çêkir, vêya ji bo gelê Kurd û jinên Kurd keramet çêkir. Eger ku îro li cîhanê gelê Kurd, jinên Kurd, Rêber Apo, xeta Rêber Apo tê qebûlkirin, her kesek dixwaze mînak werbigre, hêviya xwe pêk bîne, ev encamê we ne. Yanî ez çi dibêjim, di raporên navendê PKK’ê de jî hatibû nivîsandin, ev Tevger wexta ku hat çêkirin rast çêbû û têkoşîn kir, ev hemû rast in. Ez bi vê dîrokê di vî aliyê de kêfxweş im, dikarim vê bibêjim. Helbet wexta ku ez vê dibêjim, ez ji kêmasî û şaşitiyan narevim, serê wê nagirim, naxwazim serê wê jî bigrim, lê dîrokek me ya bi rûmet heye. Ev dîrok bi hemû kêmasî û şaşitiyên xwe ji bo gelê Kurd jî ji bo mirovahiyê jî keramet û nirxên mezin çêkir. Ev rastiyek e.

RÊBER APO TÊKOŞÎNA ESASÎ DI NAVA PKK’Ê DE MEŞAND

Niha têkoşîna Rêber Apo hemû ji bo çi bû? Ew bû ku gelekî di her şert û mercî de xwedî li azadiya xwe derkeve, têkoşîn bike. Rêber Apo bi berdêlên mezin, bi êşên mezin, bi tênegihîştinên mezin zêdetir di nav PKK’ê de, ev yek pêk anî. Ji bo ku pirsgirêka Kurd û rastiya gelê Kurd bi her aliyê ve derbixe pêş her kesî, xwest li ser vê esasê pirsgirêkê bi rêya demokratîk û siyasî çareser bike. Ji bo vê gelek gav pêş xist. Lê hem di hundirê PKK’ê de û hem jî di derveyî PKK’ê de ji bo ku ev pêngavên ku hatin avêtin bi ser nekevin gelek mudaxile çêbûn. Niha dikarim vê jî bibêjim, dema Rêber Apo li dijî şaşitî, kêmasî û sûcan sekînî, hê zêdetir di nav PKK’ê de sekinî. Dibe li dijî derve jî sekînî û têkoşiya, lê têkoşîna esas di nava PKK’ê de pêş xist. Ji ber ku civakê Kurd, mirovê Kurd, dagirkeran li pişt van sîstemên kapîtalîzmê, NATO civakekî çawa, mirovekî çawa çêkirin baş fêmkirin. Bi vê civakê, bi vê şeklê, bi vê mirovê têkoşîna azadî û demokrasî li Kurdistan nehat pêşxistin ne mimkun e. Rêber Apo hê di serî de ev tespît kiribû li ser wê esasê, teorî, felsef, îdeolojiya xwe, rêbertî, rêxistin, milîtaniya vê civaka pêş xist ku bikaribe li cihekî wekî Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixe. Ji bo vê lazim bû di civaka Kurd û mirovên Kurd de guhertin çêbûban. Eger ku di zîhniyet û kesayetê civakê de guhertin çênebûba ne pêkan bû têkoşînek azadî û demokrasiyê wisa pêş ketiba û ev tevgerê hem ji bo gelê Kurd hem ji bo mirovahiyê bûba hêvî. Ji bo vê hê di destpêkê de fedayîtî esas wergirt. Ji bo vê hê di destpêkê de îrade esas wergirt. Li ser vê esasê vê têkoşînê pêş xist. Li Enqereyê bigre heta niha li Îmraliyê li ser vê esasê Rêber Apo têkoşînê dimeşîne. Li Îmraliyê jî çi got, got tenê di şertê min de guhertinê bikin ez vê dixwazim, wekî din derfeta min teorîk û pratîk heye ku bikaribim vê pirsgirêkê bikşînim ser zemînê siyasî û çareser bikim.

DIVÊ EM MANÎFESTOYA DUYEMÎN WEKE RÊBER APO FÊHM BIKIN, BIXIN PRATÎKÊ

Ev tevger tevgerekî îrade û fedayî ye, bi temamî xwe xistiye xizmetê Rêber Apo û tevlîbûn li ser vê esasê çêkirine. Ji ber ku em wisa tevlî vê tevgerê bûn. Tevlîbûna me tevlîbûna li Rêber Apo ye. Madem ku em tevlî Rêber Apo bûne, lazim e ne ji hinek aliyan ve, ne hinek aliyên ku tê hesabê me, bi her aliyê ve bi Rêber Apo re yekîtiya xwe çêbikin. Fedayîtî di me de heta dawiyê ye, wêrekî, fedakarî, xwe hesab nekirin ev hemû hene. Rêber Apo jî vana di wextê de anî ser ziman. Niha jixwe erk li pêş me ye, em ê çawa bikin ku Rêber Apo bi her aliyê ve bigihînin cîhanê? Ha bi têgihiştina Rêber Apo ya sosyalîzmê em li cîhanê pêş bixin. Ji ber ku asta Rêber Apo pêş xistî, ne tenê asta ku di manîfestoya yekem de pêş xistiye, bi manîfestoya duyemîn re ast dibe gerdûnî êdî, lazim e em vêya baş fêm bikin. Em wek berê fêm nekin, wek Rêber Apo fêm bikin û wisa em tevlî bibin û wisa pratîkê bimeşînin. Rêber Apo er tim pirsgirêkê di nav tevgerê û nav civakê de wekî pirsgirêka xwe dît, da pêşiya xwe ku çawa dikare van pirsgirêkan çareser bike. Ev yek esas wergirt. Di xwe de tîştê ku çareser kir, di nav Parî û gel de çareserkirinê jî esas wergirt. Di nava kadro û gel de hezkirin, yekîtî ji bo Rêber Apo pêşxistin ev e. Dijmin çiqas xwest Rêber Apo reş bike, eger nekarî reş bike û her ku çû hezkirina li hemberî Rêber Apo mezin bû ku îro li cîhanê belav bûye, ev li ser vî esasî ye. Pêvajoya ku Rêber Apo dayî pêş me, em ê çawa rast pêş bixin ez li ser vê disekinim. Eger ev tevger carekî din şaşitî û kêmasiyan jiyan neke, di serî de ez û hevalên ku niha tevlî vê kongreyê dibin tevahî em damezrînerê pêvajoya nû ne, lazim e em wesf û mesûliyeta xwe ne wek xwe wek Rêber Apo dayî pêş me fêm bikin û li ser vê em bikevin pratîkê. Ji bo vê pratîkê li pêş me bi rastî gelekî girîng û giran e. Ne wekî damezrînerên kongreya yekemîn e, yanî zêdetir û girantir erk li pêşiya me ne.

DIVÊ EM TEHLÛKEYAN JÎ BIBÎNIN

Talûke jî hene, em ne tenê erkan bibînin, lazim e talûkeyan jî bibînin. Van talûkeyan jî encex bi pêkanîna erk û mesûliyeta xwe em dikarin bibînin û van talûkeyan ji holê rakin. Eger ev nebe, hedefa dijmin ew e ku PKK’ê bi navê Kurd û Kurdistan çi çêkiriye bi temamî ji holê rake. Niha ev tevgera Rêber Apo bi Kurdan da qezenckirin. Eger îro di qada navneteweyî de ji bo Kurdan hurmet çêbûye, ev encama têkoşîna ku Rêber Apo pêşxistiye û mudaxeleya ku kiriye ye. Niha li ser wê mudaxeleya dîrokî, mudaxelayekî dîrokî ya hê mezintir hê kûrtir pêş dixe. Bi paradîgmayê ku me destpê kirî, bi manîfestoya ku me destpê kirî, xwest ku pirsgirêka Kurd derxe holê û bi her kesekî bide fêmkirin, li ser vê esasê çareseriyê pêş bixe, Ez dikarim bibêjim hemû kêmasiyên ku çêbûn, niha Rêber Apo bi paradîgmaya nû û manîfestoya duyemîn dixwaze pirsgirêka mirovahiyê ya azadî û demokrasiyê çareser bike. Ji bo bê erk û mesûliyeta me pir pir mezin bûn, giran bûn, lazim e em jê re bibin bersiv. Bangê ku Rêber Apo kirî, li ser vê esasî ye, li ser vê esasê ez ji bo kongreyê serkeftinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karayilan: Hevalê Fûat projektoreke îdeolojîk bû
Nûçeya Pişt re Bîra sondajê ya li çêrgehê: Koçberî li gel tê ferzkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

Bi merasîmekê di salvegera 20’an de Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li Şirnex û Rihayê jin li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?