Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol anî ziman ku Bendava Farqînê wê 50 gund û Geliyê Godernê di binê avê de bihêle û diyar kir ku Geliyê Godernê bi ekosîstem, cûreyên zindiyan û bi nirxên xwe yên civakî û dîrokî yek ji deverên herî bedew ên Kurdistanê ye. Akyol destnîşan kir ku polîtîkaya li vê derê tê meşandin ji bo tasfiyekirina civakî ye.
Bendava Farqînê ku di çarçoveya Projeya Anatoliyê ya Başûrrojhilat (GAP) tê çêkirin, Geliyê Godernê tune dike. Bendav hîn bi temamî neketiye meriyetê, lê ji niha ve li Godernê dar têne birîn, cihên dîrokî bi dînamîtan têne teqandin.
Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol têkildarî wêrankirina xwezayê ya li Geliyê Godernê ji ANF’ê re axivî û got, “Bi Bendava Farqînê re ku di çarçoveya GAP’ê de biryara wê hatiye dayin û sala 2009’an dest bi çêkirina wê hate kirin, wê talan destpê bike. Bi rêya Santralên Hîndroelektrîk (HES) ên di çarçoveya Bendava Farqînê de bêne avakirin, wê talan û wêrankirinê zêde bike. Projeyên li Kurdistanê li gel rantê her wiha ji ber ku bi armanca ‘ewlekariyê’ têne amadekirin, plan jê ew e ku herêm bê tasfiyekirin, hişê herêmê bê tunekirin. Bi Bendava Farqînê re wê 50 gund û Geliyê Godernê di binê avê de bimînin. Geliyê Godernê bi ekosîstem, cûreyên zindiyan û bi nirxên xwe yên civakî û dîrokî yek ji deverên herî bedew ên Kurdistanê ye. Akyol destnîşan kir ku polîtîkaya li vê derê tê meşandin ji bo tasfiyekirina civakî ye. Armanceke xwe ya din jî rant e.”
SEKNEKE DIJBER NÎNE
Akyol bal kişand ser hêza ji ber çavkaniyên av û enerjiyê û got, “Em zanin ku HES êdî li gorî projeyên berê hîn kêm enerjiyê hildiberîne. Armanca esasî hilberandina enerjiyê yan jî bersivdana li pêwîstiyê nîne. Armanc afirandina derfetên rantê ji bo sermayeyê ye. Rabûna gel û rêxistinên civakî yên sivîl bi giranî bêbersiv dimîne. Talankariya sîstemê ji aliyê saziyên sîstemê ve tê mezinkirin. Em nikarin bi hêsanî agahiyan jî werbigirin.”
BENDAVEKE JI BO ‘EWLEKARIYÊ’ YE
Akyol destnîşan kir ku projeyên HES’ê parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser Kurdistanê ye û wiha dewam kir, “Mîna Bendava Ilisûyê Bendava Farqînê jî di çarçoveya GAP’ê de bendaveke ewlekariyê ye. Di encamê de wê 50 gund bêne valakirin. Ya rast wê hebûneyên ekolojîk tune bike, tasfiyeyekê pêk bîne. Têkildarî Kurdên ku di salên 1990’î de gundên wan hatin valakirin û koçberî metropolan hatin kirin, polîtîkayên şerê taybet ên ji bo tunekirina ziman, çand û hişê wan hatin meşandin. Li herêmê ku çandinî û sewalkarî hatineya sereke ya aboriya herêmê ye, piştî ku ev kar hate lawazkirin, mirov ji bejahiyê koçî bajaran dikin. Bi vê yekê re jî mixabin ji aliyê sosyolojîk, çandî û psîkolojîk ve bandorên neyînî rû didin. Li herêmên Kuredistanê civakîbûn timî li pêş e û jiyaneke welê ye ku bi xwezayê re di zikhev de ye û nirxên komunal diparêze. Dewleta neteweya Tirk hewl dide vê civakîbûnê tune bike.”
XWEZA Û DÎROKA ÇANDÎ TÊNE TUNEKIRIN
Akyol anî ziman ku bendavên li Kurdistanê ji bo wêrankirina xwezayê û tunekirinan dîroka çandî ye û got, “Ji roja destpêkê ya çêkirina bendavan ve talanê destpê kir û bi qedandina vê projeyê re wê talan bigihêje asta global. Dar wê bêne birîn, rê bêne çêkirin, av wê ji rêgeha wê bê derxistin, di lûleyan de bê herikandin, zindiyên li wê derê wê bêne tunekirin û veguhere talankirina xwezayê. Mixabin HES’an bi gotina ‘çavkaniya enerjiya nûkirî’ têne rewakirin. Li Kurdistanê gelek proje û talan bi navê ‘hinceta ewlekariyê’ li herêmên ewlekariyê weke qadên leşkerî têne îlankirin û bi vî rengî nerazîbûn û çalakiyên gel têne astengkirin. Têkildarî kar û kiryarên li herêma talanê ji ti saziyan agahî nayên wergirtin. Ya rast baş nayê zanîn ku asta talanê çiqas e, çiqas windahî û wêrankirin çêbûye.”
Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol diyar kir ku li Tirkiyeyê rêveberiyeke antî demokratîk heye ku hiqûq betal kiriye û got, “Li cihê ku demokrasî nîne, li wir rêveber dibin xwedî biryara li ser hilberîn û talankirinê. Li hemberî vê yekê rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, rêveberiyên xwecihî û şêniyên herêmê divê hîn bêhtir bibin yek, pêwîstiyên hevpar ên civakî tespît bikin û di mijara bicihanîna wan de bibin xwedî mafê gotinê.”