Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanistiyê ya li Elmanyayê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya înstîtûtê bi vî rengî ye:
“Weke ku tê zanîn, di roja 21’ê Sibata 1952’yan de xwendekarên Bengalî ji bo ku zimanê Bengalî bibe zimanekî fermiyê Pakistanê çalakiyek bi wate lidar xistin. Ew çalakî di sala 1956’an de gihîşt encameke pîroz û zimanê Bengalî bi zimanê Urdu re bû zimanekî fermî yê Pakistanê. UNESCO’yê jî di sala 1999’an de roja 21’ê Sibatê ev roj weke roja zimanê dayikê îlan kir. Ev roja zimanê dayikê ji aliyê hemû neteweyên cîhanê ve hat pejirandin û îro li hemû cîhanê roja 21’ê Sibatê weke roja ‘Zimanê Dayikê’ tê pîrozkirin.
Şermeke mezintirîn e ku hê jî li ser ziman û çand, wêje û dîroka gelê Kurd qirkirin heye û siyaseta bişaftinê bi gelek şêwazên cûr bi cûr berdewam e. Dîsa şermeke navneteweyî ye ku hê jî zarokên Kurd li welatê xwe bi zimanê xwe yê dayikê nayên perwerdekirin. Dîsa jî şermeke mezintirîn e ku îro li bakur û rojhilatê Kurdistanê zêdeyî pêncî milyon Kurd hê jî di bin qirkirineke dijwar a ziman û çandê de ne.
Divê bê zanîn ku ji destpêka mirovahiyê hetanî îro Kurdistan bi deşt, çiya û zozanên xwe, bi kanî, çem û robarên xwe, bi rehek/nebat û ajalên xwe ve erdnîgariyeke gelek dewlemende. Ji ber ku hemû heyiyên vê erdnîgariyê bi ziman tên pênasekirin, di warê aborî, çandî, wêjeyî, hunerî, zanistî, dîrokî û civakî de her wiha di warê avahîsazî û avakirinê de çi berhênan û afirînderî hatibin kirin, hemû di zimanê Kurdî de hene. Tê dîtin ku zimanê gelê me hafizeya wî bi xwe ye. Ji ber van egeran zimanê Kurdî bi dewlemendiya xwe jî di nava deh zimanên sereke yên cîhanê de cihê xwe girtiye.
Zimanê Kurdî, wekî gelek zimanên din, ji zarava û devokan pêk tê. Gelên ku xwedî neteweyîbûna xweser in, zimanê wan bûye zimanê bazara aborî û perwerdeyê. Her çiqas zimanê Kurdî heta vê rojê xwe parastibe jî, bi taybetî li bakur û rojhelatê Kurdistanê bi bişaftinê re rû bi rû maye.
– Li başûrê Kurdistanê: Ji ber ku di destûra dewleta federala Iraqê de fermiyeta zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin di hemû dezgeh û saziyên fermî de zimanê Kurdî tê bikaranîn. Lê belê ji ber sedema tunebûna siyaseteke stratejîk a li ser ziman û planên zexelên li ser ziman, li vê herêmê rewşa zimanê Kurdî aloz û şerpeze ye û bi gelek astengiyan re rû bi rû ye. Divê hikûmeta herêma Kurdistanê bi lezgînî van alozî û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî çareser bike. Bi şêwazeke cidî ji bo birêxistinkirin û bisazîkirinê di kenal û platformên ziman û perwerdeyê de xebatan bike.
– Li rojavayê Kurdistanê: Her çiqas rojavayê Kurdistanê bi rewşeke hestiyar, di bin şert û mercên ne asayî de û di bin metirsiya dagirkerî, şer û berxwedanê de be jî, di warê xwedîlêderketin û bikaranîna ziman de vîneke xurt nîşan dide. Rêveberiya xweser di saziyên xwe yên perwerde û fêrkirinê de li gorî demografiya herêman proseya xwendina bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ava kiriye û perwerdeya bi zimanên dayikê bi kar tîne.
– Li bakur û rojhilatê Kurdistanê: Li Tirkiye û Îranê, ji bilî zimanê fermî (her weke zimanên Tirkî û Farisî) perwerdeya bi zimanê dayikê ne pêkan e. Pergala nîjadperestî ya desthilatdariya dewletên dagirker, bi hêncetên mezhebî -olî û yasayî zimanê Kurdî û zimanên din ên pêkhateyên Kurdistanê di bin metirsiyeke mezin de ne. Bi taybetî jî zarava û devokên ‘Hewramî, Maço, Dimilî (Kurmanckî-Zazakî), Kelhurî û yên din, her wiha zimanên Asûrî, Suryanî, Kildanî û Ermenî jî’ di bin heman rewşa xirab de ne. Her wiha hin ji zaraveyên Kurdî li başûr jî bi vê metirsiyê re rû bi rû ne. Bi taybetî armanca van dewletên mêtinger, bişaftin û ji holê rakirina zimanê Kurdî ye. Di heman demê de zimanê pêkhateyên din jî bi tunebûne re rû bi rû ne.
Her wiha, heke ku gelek zimanê xwe ji bîr bike û ji zimanê xwe qut bibe, wê ji mîrateya gelê xwe, ya di warê çand, wêje, dîrokî û ji xwezaya welatê xwe jî bêpar bimîne. Dîsa heke zarokên gelekî bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin, ne dahatûya wan zarokan, ne jî dahatûya wî gelî mîsoger e û wê ew gel di encamê de têk biçe.
Bi vê boneyê, bangawaziya me ew e ku di her qada jiyanê de em li zimanê xwe xwedî derkevin, pê biaxivin, pê bixwînin, pê binivîsin û pê bijîn. Ya herî girîng jî ew e ku zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û li ser vî hîmî bibin xwediyê nirxên neteweyî.
Bi vê hêviyê em, ‘Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî’ li hemû gelên cîhanê, bi taybetî li gelê Kurd û li gelên din ên Kurdistanê pîroz dikin.”