Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de, li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclîsa Tirkiyê hatiye avakirin axivî. Gûleç axaftina xwe bi bîranîna Serokê Baroyê yê berê Tahir Elçî, ku sala 2015an hatibû qetilkirin, dest pê kir û got: “Ez hêvî dikim ku tawanbar li ber dadgeheke serbixwe û bêalî werin darizandin û rûbirûbûna bi rabirdûyê re pêk were”
‘KOMÎSYON DIVÊ JI TOMARKIRINA BÎRANÎNA WÊDETIR BIÇE’
Gûleç destnîşan kir ku divê komîsyon tenê bi bîranîn û qeyîtkirina dîroka nêzîk re sînordar nemîne û wiha axivî: “Divê komîsyon roleke çalak bilîze û bi xebatên xwe hem ji bo pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tevkariyê bike.”
‘QANÛNEKE TAYBET PÊWÎST E’
Gûleç, bal kişand ser pêvajoya şewitandina çekan û diyar kir ku tunekirina çekan a PKK’ê qonaxeke girîng e. Gûleç got ku ev pêvajo ji bo aştiya civakî deriyekî vedike û wiha domand: “Ji bo ku bi hezaran kesên di girtîgehan de ne û hemwelatiyên ku li Ewropayê di sirgûniyê de ne dîsa bi civakê re bibin yek, divê qanûneke taybet bê derxistin.”
‘PÊWÎSTIYA CIVAKÊ BI GUHDARKIRINA HEVDU HEBE’
Gûleç anî ziman ku daxwazên rewa yên Kurdan bi salan e bi têgihiştinên şaş hatine redkirin û bi zimanê nefretê bersivandine. Gûleç got: “Divê komîsyon zimanê cudaxwaz red bike û zimanê aştiyê û çareseriyê esas bigire. Ya ku civak herî zêde pêdiviya wê pê heye, guhdarkirin û têgihiştina hevdu ye.”
‘DIVÊ DEWLET BI KURDÎ RE LI HEV BIKE’
Gûleç behsa “krîza zimanê dayikê” ya di civînên berê yên komîsyonê de qewimî jî kir û dayikeke aştiyê ya ku destûr nehatibû dayîn bi Kurdî biaxive bibîr xist: “Mafekî bingehîn e ku dayikek derdê xwe yê ji bo zarokê xwe bi zimanê ku herî baş dizane bibêje. Ger Meclîs ev destûr bidaya, ji bo normalbûna Kurdî û bûyîna zimanê aştiyê gaveke pir girîng bû. Êdî divê dewlet bi Kurdî re li hev bike.”
BIRYARÊN DADGEHA DESTÛRÎ Û DADGEHA MAFÊN MIROVAN, GIRTIYÊN NEXWEŞ
Gûleç destnîşan kir ku biryarên Dadgeha Destûrî (AYM) û Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (AİHM) divê bêne cîbicîkirin û got: “Divê Selahattin Demirtaş, Osman Kavala, Can Atalay, Figen Yûksekdag û gelek girtiyên din bên berdan. Bi taybetî divê ji bo berdana girtiyên nexweş bi lezgîn qanûnek were derxistin.”
‘DESTÛRA NÛ PÊWÎSTIYEKE DÎROKÎ YE’
Gûleç bibîr xist ku Tirkiyê ev 45 sal in bi Destûra darbeyê tê birêvebirin û got ku Destûra heyî nikare aştiya civakî misoger bike. Wî got: “Destûreke nû êdî ne bijarde ye, pêwîstiyeke dîrokî û civakî ye.” Gûleç diyar kir ku bi cîbicîkirina ruhê nemerkezî yê Destûra 1921ê, dê rê li ber perwerdeya bi zimanê dayikê jî veke.
‘DIVÊ ASTENGIYÊN LI SER PEYMANÊN NAVNETEWÎ BÊN RAKIRIN’
Gûleç got ku divê Meclîs ne tenê ya desthilatê, lê ya muxalefetê jî bibe mekanîzmayeke çalak. Gûleç daxwaz kir ku astengiyên li ser Peymana Otonomiya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê, Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Sivîl-Siyasî bên rakirin. Herwiha, Gûleç tekez kir ku ji bo parastina jin û zarokan ji tundiyê, divê tedbîrên qanûnî yên bi bandor bên girtin.