Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û ragihand ku bi wesîleya Cejna Qurbanê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk aniye.
Omer Ocalan di peyama xwe de got, “Birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya cejnê silavên xwe ji gelê me re ragihand û got, ‘Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne, cejna gelê me pîroz dikim’.”

