Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Milîtanên bêwestan ên xeta fedaî ya Apoyî hevrêyên me Fermandar Rohat, Helo û Ezîz di dîrokên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê.
Hevrêyên me yên ku gav avêtin nav jiyana modernîteya demokratîk a ku Rêber Apo hemû gelên bindest li ser bingeha hevpar anî gel hev û bûye hêviya gelên bindest, li her cihê ku lê bûn xwedî li erkên xwe yên şoreşgerî derketi . Ji bo jiyandina felsefeya Apoyî timî di nava hewldanên bêhampa de bûn. Heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên ku bawer dikirin ve girêdayî man, ew bûn mînakên herî berbiçav ên nifşê şoreşgerî yên li Kurdistanê derketiye holê. Weke hevrêyên wan, em soz didin ku erkên şoreşgerî yên ku hevrê Rohat, Helo û Ezîz dewrî me kirine û serketina ferman wan dane me, em ê bi serketinê tacîdar bikin. Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Rohat, Helo û Ezîz ên ku tevkariyeke mezin dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, gelê welatparêz ê Kurdistanê û gelê Ereb re dixwazin û soza ku em ê timî bîranîna şehîdan zindî bihêlin, dubera dikin.
Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên ku gihîştine şehadetê wiha ne:
|
Nasnav: Rohat Rover |
|
Nasnav: Helo Dersim |
|
Nasnav: Ezîz Ereb |
ROHAT ROVER
Hevrêyê me Rohat ê ku jiyana wî ji destpêkê heta dawiyê nîşaneya têkoşîna azadî û rûmeta gelê Kurd bû, di kesayetiya xwe de hemû taybetmendiyên ku divê milîtanê Apoyî hebe, bi cih kiribû. Her tim ji bo têgihîştin û fêmkirina heqîqeta Kurd û Kurdistanê bêwestan têkoşiya. Hevrê Rohat şoreşgerekî cewherî, hevalekî dilnizm ê hevalên xwe û bi wêrekiya xwe tê nasîn. Hevrê Rohat ji roja ku tevlî refên Partiyê bû heta kêliya ku şehîd bû êşa gelê Kurd di dilê xwe de hîs dikir û ji bo çareserkirina her cûre pirsgirêkên civakê ji hêza xwe wêdetir tevgeriya. Dema ku pêwîst bû şervanekî bêwestan bû, dema ku pêwîst bû ji bo hevrêyên xwe mamosteyek bû, dema ku pêwîst bû fermandarekî gerîla yê bêhna dijmin diçikand bû. Hevrê Rohat, yek ji wan kesên ku ji hêla gelê Kurd ve hatiye mezin kirin. Hevrê Rohat di rapora xwe ya ku di dema perwerdehiya li Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê de li ser jiyana xwe ya berî tevlî refên Partiyê wiha nivîsand;
‘Navê min Rohat Rover e. Ez di sala 1989’an de li gundê Rover (Tanyeri) ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bûm. Malbata me jê 9 xwişk û bira bi tevahî ji 11 kesan pêk tê. Ez zarokê duyemîn ê malbatê me. Tenê xwişkek min heye. Heta sala 1993’yan li gund jiyam. Cara yekem min di salên 1992-93’yan de Tevgerê nas kir. Her çiqasî min di vê demê de cara yekem gerîla dît jî, min tam nizanibû wateya wê çi ye. Piştî demekê, leşker bi domdarî bi ser mala me de girtin û heqaret hem li Tevgerê û hem jî li malbata min kirin. Ev jî hişt ku sz hêdî hêdî vê rewşê di lêpirsînê de derbas bikim. Di vê çarçoveyê de, min ji bavê xwe pirs pirsî û fêm kir ku mesele bi Kurdbûnê ve girêdayî ye. Ji ber temenê min biçûk bû, çend sal şûnde min nû rastî fêm kir. Cara yekem di sala 1993’yan de min navê “Rêbertiyê” nas kir. Di sala 1993’yan de, ji ber zextên dijmin ên li ser gundê me, di destpêkê de hin malbatan cerdevanî qebûl kirin, lê paşê ji ber tevahiya gund cerdevanî qebûl nekir, ji neçarî gund terikandin. Piştî koçberiya ji gund, em li Êlihê bi cih bûn. Her çiqasî me di destpêkê de li Êlihê zehmetiyên darayî yên cidî kişandin jî, paşê em ji hêla darayî ve rewşa me baş bû. Malbat bi xwedîkirina ajalan û xebata li zeviyan debara xwe dikir. Ji ber ku bavê min zû ji malê derket, di destpêkê de me nikarîbû debara xwe bikin û pir caran ji bo xebatê diçûn bajarên cûda. Bi qasî ku tê bîra min, bavê min ji ber welatparêziya xwe gelek caran hat binçavkirin û girtin. Her carê êşkence lê dihat kirin, lê ji ber ku sûcek nehat dîtin, bêyî ceza lê bibirin dihat berdan. Kekên min jî bi heman awayî bi êşkenceyê re rû bi rû man. Li gund pir caran peyva bavê min dihat guhdarkirin. Wî gelek caran zanîna xwe bi birayên min û me re parve dikir û ev jî di me de hesta welatparêziyê xurt dikir. Yekem hevdîtina min a fermî bi tevgerê re di sala 2005’an de çêbû. Wê Dema ku min dest bi lîseyê kir, min Partî nas kir. Beriya wê tenê beşdarî çalakiyan dibûm. Ji ber salvegera Komploya Navneteweyî bertekek jî hebû. Ev bertek di min de veguherî tevlîbûna xebatên fermî. Ez heta sala 2005’an wekî nûnerê dibistanê hatim hilbijartin. Ez bi rêkûpêk beşdarî civînan dibûm. Piştî demekê, bi nîqaşên hevalan re, yan piştî ji dibistanê derdiketim an jî piştî ji kar derdiketim, bi hevalan re dihatim gel hev. Ev hevdîtin bandor li ser min çêkir. Min hewcedariya pêşxistina xwe ya îdeolojîk hîs kir. Di vê serdemê de, hevalê ku herî zêde ji min re eleqedar dibû şehîd Canfeda Welat bû. Wê demê, dema ku ez beşdarî çalakiyan dibûm, xeyala min a zanîngehê jî hebû. Ez difikirîm ku têkoşînê li wir bêhtir bimeşînim. Kekê min ê ku li zanîngehê dixwend, bandorek mezin li ser min hebû. Ew bi berdewamî ji min re qala bîranînên xwe yên zanîngehê û meşandina têkoşînê dikir. Ev jî bandor li min kir. Ez bi vî rengî nêzîkî xebatê bûm. Lê her ku roj derbas bûn, kêm be jî min hem Tevger û hem jî çawaniya têkoşînê fêm kir’.
Jiyana wî ya sivîl ku bi têkoşînê re derbas bû, piştî ku koka saxlem ji ji malbata xwe wergirtibû Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, ji bo bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bibe û li hemberî dijmin bibe neferekî têkoşînê di sala 2005’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku bi salan di xebata ciwanan de bi awayekî çalak cih girtibû, tecrûbeya ku bi dest xistibû û jiyabû kir bingeha têkoşînê. Bi biryara partiya me û ev tecrûbeya ku bi dest xistibû, ji bo dîsa xebatên Komalên Ciwan bimeşîne, bi perwerdehiya dît re pêngaveke xurt avêt. Piştî perwerdeyê, hevrêyê me li herêmên Bakur hat peywirdarkirin û û li wir performansek xurt nîşan da. Di hemû qonaxên têkoşînê de ji bo şikandina êrîşên li ser Rêber Apo û ji bo pêşiya sekna şoreşgerî veke helwesteke xurt nîşan da. Wê demê hêzên dijmin li hemberî gerîlayan operasyonên tinekirinê dimeşandin û di heman demê de li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê zextek cidî li ser ciwanên Kurd dikirin. Hevrêyê me li dijî van çalakî û êrîşên ku armanc dikirin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin û wan ji holê rakin, roleke girîng di xebata ciwanan de lîst. Li cihên ku diçûyê wir komî ser hev dikir, di aliyê rêxistinî de mîsyon bar dikir û rêya îdeolojîk nîşan dida û bi vê şêweyê di vejandina bihêzkirina ciwanên Kurd ên ku dijmin hewl dida wan parçe bike û tune bike, berpirsiyariyeke bi bandor û pratîkî girt ser xwe. Hevrêyê me di xebatên ciwanan de du caran ji aliyê dijmin ve hat girtin û demek di girtîgehê de ma. Bi çavên xwe dît ku Tevgera me çawa zindanan veguherandiye akademiyê, dijmin dihjînê û bi vî awayî hîn bêtir bi têkoşînê ve girêdayî bû. Hevrêyê me pêvajoya zindanê ji bo xwe derftekê û ew bi kelecan li benda rojên ku ew ê bi gerîla re hevdîtin bike bû. Piştî hat berdan, berê xwe da çiyayên azad û bi awayekî çalak beşdarî hewldanên ji nû ve avakirina ciwanan û “Pêngava Êdî Bes e” bû. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de kedeke mezin da, bi fedakarî û taybetmendiyên xwe yên pêşengiyê şopek li ser hemû hevalên xwe hişt.
Hevrêyê me yê ku di zanîna erkên serdemê yên Tevgera me ku ji bo pêkanîna çaremîn serdema stratejîk û berfirehbûna Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê bedelên giran da debû û di sala 2012’an de beşdarî perwerdehiya Ocaxa PKK’ê bû. Di pêvajoya perwerdehiyê de bi gotina,”Piştî ku ez tevlî Ocaxê bûm, min agahiya şehadeta gelek hevalên ku beriya beşdar bibim û piştî beşdarbûm wergirt. Dîsa di vê pêvajoyê dd şehadeta bi dehan hevalan; bi taybetî serî de berxwedana Rêbertî û zindanan, talîmata sekna fedaîtî da” girêdana xwe ya bi şehîdan re anî ziman. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdehoyê de lêhûrbûnek kûr jiya, xwest ji bendewariyên serdema nû re bibe bersiv û perwerde bi serketî qedand. Di serdemeke ku dewleta dagirker a Tirk operasyonên tasfiyekirinê li ser gerîla û operasyonên çewisandinê li ser gelê me dimeşand de di nava xebateke ku ji bo Partiya me stratejîk bû de cih girt. Di hemû xebatên ku tê de cih girt bi jiyana xwe ya dilnizm, kesayetiya xwe ya têgihîştî û hevaltiya xwe ya xurt bû fermandarekî mînak. Hevrê Rohat ji bilî serketinê ti vebijarkek din qebûl nedikir, girêdana bi armanca xwe re, israra serketinê û sekna xwe ya jiyanê şopek bêhempa li ser hemû hevalên xwe hişt.
Hevrê Rohat ê ku lêgerînerê heqîqetê bû û wateya jiyanê bi PKK’ê tacîdar kir, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de xeta Partiyê esaa girt. Bi ramanên Rêbertiyê û bîranînên hevrêyên şehîd re xwe xurt kir di gelek xebatan de bi ser ket. Hevrê Rohat ê ku timî bêwestan bû û her kêlî bi têkoşînê tijî kir, di 10’ê Îlona 2024’an de di êrîşa artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala hevrê Rohat a “Rêberê Azad, Kurdistana Azad” pêk bînin.
HELO DERSIM
Gelê Rojhilatê Kurdistanê zarokên xwe yên hêja û welatparêziya kûr daye Têkoşîna Azadiyê û timî li dijî êrîşên dijmin cewhera xwe parastiye. Hevrê Helo li bajarê Kamyaranê ya ku welatparêziya kûr lê hebû jidayik bû. Ji ber malbata wî welatparêz bû û ji derdora wî ya nêzîk beşdarî nava refên Tevgera me bûbûn hişt ku ew di temenê xwe yê ciwan de bibe dilsozê partiya me PKK’ê. Wekî ciwanekî Kurd li hember ferzkirin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên di dibistanên rejîmê de dihatin meşadim hesas bû, her tim xwedî refleks bû. Hevrêyê me, ji temenê xwe yê ciwan ve nakokî dijiya û li hemberî sîstema ku jiyanek azad pêşkêşî ferdan nake kete nava lêgerîneke kûr û xeyala ku tevlî têkoşîna pîroz a gerîla bibe, kir. Her ku mezin dibû, lêgerîna ji bo bersivên nakokiyan kûrtir kir û bi lêpirsîna wijdanî re li hember şerê li Kurdistanê bêhest nema. Hevrêyê me ji polîtîkayên rejîmê yên xizankirin û muxtackirinê haydar bû û beşdarî gelek xebatan bû. Bi kolberiyê debara malbata xwe kir û li hember jiyana bêrûmet a ku rejîmê li ser gelê me ferz dikir, bi hêrs bû. Hevrêyê me di salên ku zanîngeh dixwend de derfet dît Tevgera me bêtir fam bike û bixwîne, her ku felsefeya Apoyî xwend ronî bû. Rêbertiya me parêznameyên ji bo civaka azad a ku li ser tepsiyeke zêrîn pêşkêş kiriye xwend, bersivên pirsên ku lê digeriya dît û ji bo rojên ku wê tevlî refên gerîla bibe amadekarî kir. Hevrê yê me biryar da ku beşdarî xebarên ciwanên şoreşger ên welatparêz bibe û di gelek xebatan de serketî bû. Beşdariya bi moral û helwesta wî ya dilnizm bandorl li ser kesên li dora xwe kir. Her ku Partiya me nas kir, têgihîşt ku divê têkoşîna xwe berfirehtir bike û di pêvajoya şerê rû dide de roleke çalaktir bilîze. Hevrêyê me li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî destkeftiyên gelê me li Rojava, Başûr û Şengal ji sekna ruhê fedaî yê milîtanên Apoyî hêzek mezin girt û ev yek rê li ber biryardariya mezinkirina têkoşînê vekir. Firotina jinên Êzidî li bazaran û berxwedana destanî ya li Kobanê biryardariya wî xurtir kir.
Mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, wî gelek derfetên ku sîstema kapîtalîst pêşkêş dikir red kirin û di sala 2014’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hevrê Helo perwerdehiya destpêkê ya gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt, bi kesayeta xwe ya bi coş û kelecan zû tevlî jiyana çiya û gerîla bû. Ji ber ku berê di nava xebatan de cih girtibû, tecrûbeya wî ya rêxistinî hebû û di gelek mijaran de alîkariya hevrêyên xwe kir. Tevî ku şervanekî nû bû jî, ew zû gihîşt astek berpirsiyariyê. Hevrê Helo bi awayekî çalak beşdar bû, hewl da ku bersiva êrîşên dewleta dagirker a Tirk yên ku bi taybetî di sala 2015’an de pêşketin, bide. Ji ber vê yekê ew derbasî qada ku şer lê dijwar bû û di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt. Hevrêyê me zanîna xwe ya îdeolojîk bi serkeftina leşkerî tacîdar kir, hewl da ku ji êrîşên dewleta dagirker a Tirk re bibe bersiv, fedakarî û kedeke mezin da. Di pêvajoya amadekirina tunelên şer ên li herêma Zapê ku rê neda dijmin de hewldaneke bêhempa meşand. Hevrêyê me bi aliyên xwe yên fedakarî û kedkarî hezkirina hevalên xwe qezenc kir. Hevrêyê me ji bo layiqî bîranîna hevrêyên leheng ku di dîroka têkoşîna me de şopa xwe ya bêhempa hiştine bibe û ji bo tola şehîdan hilgire linser taktîkên serdema nû sekinî. Hemû xebatên ku hem di nava tîmên bi tevger û tunelan de girtibû ser xwe bi hêjayî pêkanî. Piştî pêvajoya pratîkî ya dijwar, ew tevlî dewreya perwerdehiya îdeolojîk bû. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdehiyê lêhûrbûnên kûr jiya û qet di şêwazê jiyana Apoyî de tewîz neda. Hee ku di aliyê îdeolojiyîk de kûr bû, biryardarî û azweriya wî ya ji bo têkoşînê jî mezintir bû. Hevrêyê me yê ku xwe di felsefeya Apoyî de kûr kir û di şer de jî di zanebûna berpirsiyariyên xwe yên dîrokî de bû û bi awayekî serketî perwerdehiya xwe temam kir. Hevrêyê me dîsa vegeriya qadên berxwedanê û derfet dît ku tiştên ku di dema perwerdehiyê de fêr bûbû, bixe pratîkê.
Her çend bi şehadeta xwişka xwe, hevrêya me ya hêja Viyan Helo, ku di 21’ê Nîsana 2024’an de li Qendîlê şehîd bû, pir bandor bû jî, dîsa jî têkoşîna xwe xurttir kir û di nava lêgerîna derbekê li dijmin bixe de bû. Dizanîbû ku rêya layiqbûna şehîdan di xwedîderketina xeta jiyandina Apoyî de ye. Hevrê Helo di 9’ê Mijdara 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta PKK’ê di dilê hemû hevalên xwe de cih girt. Hevrê Helo wê her tim bi durustî, karakterê xwe yê fedakar û azweriya xwe ya ji bo azadiyê were bîranîn û bîranîna wî bibe sedema mezinkirin têkoşînê. Wek hevrêyên wî, em ê erk û berpirsiyariyên ku hevrêyê me dewrî me kiriye bi hişmendiya ku di şexsê wî de hêjayî hemû şehîdên xwe bin, bi cih bînin.
EZÎZ EREB
Hevrê Ezîz li bajarê ku di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye, li Reqayê di nava malbateke bi eslê xwe Ereb e ji dayik bû. Ji ber ku li Reqaya ku gelek bawerî û gel lê bi hev re lê dijîn ji dayik bû û li wir mezin bû, kesayetiyek ku rêz li hemû gelan û mafên wan digire pê re derket holê. Hevrê Ezîz şeş salan xwend û ji nêz ve zîhniyeta tekparêzî ya rejîma Baasê re rû bi rû ma. Wî qet bi çavekî cudakarî li gelên din ên ku ew bi wan re dijiyan nenêrî. Piştî ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de Reqqa dagir kir, hevrêyê me neçar ma ku di bin kontrola van çeteyan de bijî û zû rûyê wan ê rastîn nas kir. Dema fêm kir ku ew Îslamê temsîl nakin, li hemberî hemû kiryarên wan ên dermirovî pir hêrs bû. Ji ber vê yekê, ew her gav li bendê bû ku hêzek were wan ji destê van çeteyan rizgar bike. Hevrê Ezîz ji Rojava heya herêmên cûda yên Sûriyeyê li dijî çeteyan têkoşînek bênavber meşand û bi kêfxweşiyek mezin şahidiya operasyona ku ji hêla hêzên azadiya Rojava ve ji bo paqijkirina Reqayê ji çeteyên dagirker hatî destpêkirin, kir û di jiyana xwe de guhertinên girîng jiya. Bi taybetî jî hêzên azadiyê hemû gel û baweriyan li ser bingeha wekehvî û azadiyê de anî gel hev, hem bîranînên zarokatiya heval Ezîz vejandin û hem jî hêviyên wî ji bo pêşeroja ku ew xeyal dikir, ji nû ve geş bûn. Piştî vê serdemê, lêgerîna hevrêyê me ya ji bo jiyaneke azad zêde bû bi taybetî jî xwest ku rastiya Rêber Apo yê ku ji hezaran şervanan û bi mîlyonan kesan re bûye çavkaniya îlhamê bêhtir nas bike. Ji bo vê armancê, wî pêşî ji şoreşgerên Apoyî yên ku pê re hevdîtin kir li ser Rêber Apo pirsî. Hevrêyê me bi agahiyên ku li ser bîrdozî, felsefe û jiyana Rêbertiyê bi dest xistibû pir bandor bû, biryar da ku tevlî têkoşîna azadiyê ya ku derfeta jiyana azad pêşkêşî wî dike bibe û bibe şagirtê Rêbee Apo. Heval Ezîz li ser vê bingehê tevlî hêzên azadiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û bi saya perwerdehiya ku li wir wergirt bû şervanekî jêhatî. Hevrêyê me Ezîz şoreşgerên Apoyî yên di vê pêvajoyê de nas kir, sekin û têkiliyên hevrêtiyê bandor li swr wî kir. Hevrê Ezîz hewl da ku di xwe de nasnameyek Apoyî çêbike. Bi baweriya ku ev yek dikare herî baş li çiyayên Kurdistanê were bidestxistin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrê Ezîz ê ku qet li herêmeke çiyayî nejiyabû, bû heyranê çiyayên Kurdistanê yên bi heybet. Van çiyayan ji xwe re wekî çavkaniya jiyanê û têkoşîna ji bo azadiya gelê nirxand. Hevrêyê me destpêkê di jiyana çiyayî de zehmetî kişand; bi beşdariya xwe ya dilxwaz, îradeya xwe ya xurt û motîvasyona ku dixwest pêşerojek azad bijî, hemû zehmetiyan derbas kir. Bi dersên îdeolojîk ên ku di perwerdehiya şervanên nû de wergirt, dest bi famkirim felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir û bawer kir ku mirovahî tenê bi vê felsefeyê dikare jiyaneke azad bi dest bixe. Dizanebûna ku têkoşîna çalak a kesên ku vê felsefeya azadiyê dipejirînin pêkan e. Ji ber vê yekê, wekî milîtanek û hevrêyekî hewcedariya afirandina rêgez û pîvanên Apoyî di xwe de dît. Bi fedakarî û xebata xwe ya bêhempa, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Fedakarî, xebat û durustiya wî ew kir milîtanek mînak. Her çiqasî hin tecrûbeya wî ya leşkerî hebû jî, dixwest ku xwe di hunera şerê gerîla de bêtir pêş bixe. Ji bo vê armancê, eleqeyek mezin nîşanî hemû qursan da û hewl da ku zanîna xwe zêdetir bike. Hevrêyê me dixwest bi taybetî di taktîkên gerîla yên ji nû ve hatine avakirin de pispor bibe û bi dilxwaziya xwe ya ji bo vê yekê dihat naskirin. Hevrê Ezîz tecrûbeyên xwe bi hevrêyê xwe re jî parve kir, di vî warî de erkên xwe yên hevrêtiyê bê kêmanî bi cih anî.
Hevrêyê me piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî temam kir, bi israr xwest ku biçe qadên ku şer lê dijwar bûye. Bi saya israra xwe, barê hevalên xwe sivik kir. Di demek nêz de fêm kir ku dewleta Tirk dijminê hevpar ê hemû gelan e û dizanîbû ku dewleta Tirk piştgirê herî mezin ê çeteyên DAÎŞ’a ku bi salan e zilm li wan kiriye. Ji ber vê yekê, pir dixwest ku li hemberî dagirkerên ku êrîşî qadên jiyana wan a azad dikin, şer bike. Hevrê Ezîz bi saya sekna xwe ya di jiyanê de, jêhatîbûna xwe ya leşkerî û kesayetiya xwe ya pêbawer, hevrêyên xwe îqna kir ku biçe qadên ku şer lê dijwar bûye. Li vir beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di berfirehkirina berxwedanê de roleke çalak lîst. Bi wêrekî û fedakariya xwe re hurmeta hemû hevalên xwe qezenc kir. Xeta fedaîtî ya hemû hevrêyên ku bi hev re têdikoşin bandorek kûr li ser çêkir û hewl da vê xetê di xwe de ava bike. Hevrêyê me ji bo vê jî hewldaneke durustî meşand, di vê hewldana xwe de bi ser ket û bû milîtanek fedaî.
Hevrêyê me di 18’ê Îlona 2024’an de beşdarî çalakiyek serketî ya li dijî dijmin bû, derbeyek giran li dijmin da. Hevrê Ezîz di vegera çalakiyê de rastî êrîşa dijmin hat, şehîd bû û têkoşîna ku bi azwerî pê ve girêdayî bû di ûtkeyê de temam kir. Em soz didin ku em ê xeyala Rojhilata Navîn a azad ji bo hevrê Ezîz ê ku heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê ve girêdayî ma, bi cih bînin.”