Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di navbera 15-17’ê Îlonê “mafê hêviyê” yê ku divê ji bo Rêber Apo were naskirin, bigire rojeva xwe. Komîteyê di civîna xwe ya 12’ê Hezîranê de bi sernavê “Koma Gurban” ev rojev li lîsteya xwe ya civîna meha Îlonê zêde kir. Di vê çarçoveyê de wê were nirxandin ku Tirkiye ji bo mafê hêviyê ji Rêber Apo, Emîne Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan re were naskirin, berpirsyariyên xwe bi cih tîne yan na.
Hevseroka Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Zeynep Karayilan têkildarî “mafê hêviyê” ji ajansa me re axivî û diyar kir ku mafê hêviyê îfade dike ku mirovek tevahiya emrekê li girtîgehê nayê girtin û divê teqez rojekê azad bibe.
Zeynep Karayilan ev tişt got: “Mafê hêviyê mafeke ku di encama biryarên DMME’yê de hatiye pêşxistin. DMME di biryarên ku navbera salên 2001 û 2008’ê derbarê welatên cuda dayî de, destnîşan kiriye ku cezayê hepsê yê heta hetayê di şert û mercên roja me ya îro de cihê wê nîne; divê mafê mirov yê ku wê bigihije azadiya xwe, hebe. Derbarê welatên ku ji bo vê yekê sererastkirina qanûnî pêk neanîn, hikûm da ku ‘qanûna êşkenceyê’ ango madeya 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kirine.
Di encama van biryaran de mafekî hatî pêşxistin. Di vê nuqteyê de derbarê Birêz Ocalan di sala 2014’an de biryar hate dayîn. Weke tê zanîn di sala 1999’an de cezayê îdamê li Birêz Ocalan hatibû birîn. Piştre di sala 2002’yan de bi sererastkirina qanûnî cezayê îdamê veguherandin cezayê hepsê yê heta hetayê.
Parêzerên Birêz Ocalan serlêdan kirin û di encamê de sala 2014’an dadgehê ji Tirkiyeyê xwest ku sererastkirina qanûnî pêk bîne. Lê belê Tirkiye ev 11 sal in biryara DMME’yê pêk nayîne, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ya ku biryarên DMME’yê kontrol dike, 10 sal in ev biryar kontrol nekir û di vê nuqteyê de ti gav neavêt.
Di nava van 10 salan de di encama serlêdana bi israr a rêxistinên maf û hiqûqê de, komîteyê sala borî girte rojeva xwe û wext da Tirkiyeyê ku heya vê meha Îlonê sererastkirinê pêk bîne. Lê Tirkiyeyê got, ew ê mafê hêviyê bi kar neyîne.”
Zeynep Karayilan diyar kir ku Tirkiye ji bo mafê hêviyê bi kar neyîne israr dike û destnîşan kir ku eger Tirkiye israra xwe di vî alî de bidomîne, wê rû bi rûyê pêkanînên cur be cur bimîne.
Zeynep Karayilan ragihand ku ji bo tevkariya li pêvajoyê, divê demildest mafê hêviyê were naskirin û ev tişt got: “27’ê Sibatê Birêz Ocalan bangek dîrokî kir. Piştî vê bangê PKK’ê yekalî agirbest îlan kir. Piştre biryara xwe fesixkirinê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî da. Bi pêşengiya Besê Hozat 30 gerîlayên bi çek, çekên xwe şewitandin. Êdî divê aliyê dewletê jî gav bavêje.
Birêz Ocalan berpirsyariyek cidî girt ser xwe û PKK’ê jî bi samimiyet bersiva vê berpirsyariyê da. Li aliyê dewletê jî di bin sîwana Meclîsê de komîsyonek hate avakirin û vê komîsyonê guhdarî gelek kesan kir. Lê belê li pêşberî van gavan komîsyon hêdî û dereng tevdigere, ev yek fikarên cidî çêdike. Gav divê bi bersiv bên avêtin. Divê sererastkirinên qanûnî çêbibin ku pêşiya mafê hêviyê, entegrasyon, guhertinên qanûnî û siyaseta demokratîk were vekirin.
Li ser vê esasê her çendî ku Birêz Ocalan bêje ew ji bo azadiya xwe ya fîzîkî tiştekê naxwaze, weke hiqûqnas divê em vê bînin ziman. Destpêkê, divê mafê hêviyê yê ji bo Birêz Abdullah Ocalan hatî diyarkirin û zêdeyî 11 sal in nayê bicihanîn, bikeve meriyetê. Di vê pêvajoyê de divê şert û mercên ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan bên afirandin ku girîngiya wî eşkere ye.”