Duşem, 29 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îro roja nûkirina soza me ya ji bo azadî û rûmeta gelê me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîwaniyeyê 2 rêveber hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hesreta gora kurê xwe koç kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê derbarê pevçûna li herêma Mihabadê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Rojnamevanên jin hêza xwe ya ragihandina dengê civakê ispat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Divê Komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Divê Komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Rêber Apo aktorê sereke ye û destnîşan kir ku divê komîsyona meclisê demildest pê re hevdîtinê bike. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

DEM Partî ya Îzmîrê, di çarçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê civîna gel li dar xist.

Ji bilî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, gelek welatî jî beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û merasîma şewitandina çekan a PKK’ê.

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku wan mijara aştiyê bi gelek kesên li Tirkiyeyê re nîqaş kiriye û wiha got: “Aştî bi siniyeke zêrîn nayê pêşkêşkirin. Ji ber ku kesek ji xwe ber nayê û nakeve gotina ‘werin em aştiyê bikin’, heke ev dewlet, ji ber geşedanên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyeyê, di çareseriya pirsgirêka Kurd de guhertineke stratejîk bike, heke aliyekî din ê vî şerî û pevçûnê PKK’ê be, heke gelê Kurd be, divê li ser maseyê rûnên û biaxivin. Em bi hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re, ji bo vekirina riya demokratîkbûnê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk, çawa dikarin bi hev re tevkariyeke herî zêde bikin, çawa dikarin aştiyê civakî bikin, me ev yek bi awayekî cidî û kûr nîqaş kir.”

ABDULLAH OCALAN AKTORÊ SEREKE YE

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê komîsyona meclisê bi lezgînî bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û wiha domand: “Birêz Ocalan ne tenê sermuzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê ye, Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Em ji vir careke din dibêjin ku divê ev komîsyon bi awayekî lezgîn pê re hevdîtinê bike.”

Tulay Hatîmogullari gavên ku divê di pêvajoya aştiyê de bên avêtin wiha rêz kir:

• Ji bo pêşiya beşdsrbûna PKK’iyan a ji bo siyaseta demokratîk bê vekirin divê zagoneke taybet bê derxistin,

• Divê zagona înfazê ku azadiya girtiyên siyasî misoger bike, têxin rojeva xwe,

• Zagona rêveberiyên xwecihî bi awaywkî demokratîk bê birêkûpêkkirin û dawî li sepana qeyûman bê anîn.

 

ME BERDÊLÊN MEZIN DAN

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di têkoşîna aştiyê de berdêlên mezin hatine dayîn û wiha axivî: “Bila tenê aştiyeke bi rûmet were vî welatî. Bila pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Bila jin li vî welatî neyên kuştin, azad bijîn. Wekî jin, me mafên xwe yên li Tirkiye û Sûriyeyê bi dest xistiye, ji kesekî re nehîştiye û em ê nehêlin jî. Em jin, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ heta dawiyê têbikoşin.”

Civîn bi rûniştina girtî ya ji bo çapemeniyê domiya.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozel: Bi vekirina Meclisê re divê bi lez sererastkirinên qanûnî bên kirin
Nûçeya Pişt re Halîde Turkoglu: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li sînorê Qamişloyê li dijî êrîşan nobet dest pê kir

Li sînorê Qamîşloyê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrişên li ser Bakur û…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Ronakbîrî: Bersivek ji Bo Aştî û Avakirina Civakeke Demokratîk

Beşdarên Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê diyar kirin ku ev kongre dikare bibe bersivek girîng ji…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê û rolê DAÎŞ’ê bang kir

YPJ’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Îro roja nûkirina soza me ya ji bo azadî û rûmeta gelê me ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?