DEM Partî ya Îzmîrê, di çarçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê civîna gel li dar xist.
Ji bilî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, gelek welatî jî beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û merasîma şewitandina çekan a PKK’ê.
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku wan mijara aştiyê bi gelek kesên li Tirkiyeyê re nîqaş kiriye û wiha got: “Aştî bi siniyeke zêrîn nayê pêşkêşkirin. Ji ber ku kesek ji xwe ber nayê û nakeve gotina ‘werin em aştiyê bikin’, heke ev dewlet, ji ber geşedanên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyeyê, di çareseriya pirsgirêka Kurd de guhertineke stratejîk bike, heke aliyekî din ê vî şerî û pevçûnê PKK’ê be, heke gelê Kurd be, divê li ser maseyê rûnên û biaxivin. Em bi hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re, ji bo vekirina riya demokratîkbûnê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk, çawa dikarin bi hev re tevkariyeke herî zêde bikin, çawa dikarin aştiyê civakî bikin, me ev yek bi awayekî cidî û kûr nîqaş kir.”
ABDULLAH OCALAN AKTORÊ SEREKE YE
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê komîsyona meclisê bi lezgînî bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û wiha domand: “Birêz Ocalan ne tenê sermuzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê ye, Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Em ji vir careke din dibêjin ku divê ev komîsyon bi awayekî lezgîn pê re hevdîtinê bike.”
Tulay Hatîmogullari gavên ku divê di pêvajoya aştiyê de bên avêtin wiha rêz kir:
• Ji bo pêşiya beşdsrbûna PKK’iyan a ji bo siyaseta demokratîk bê vekirin divê zagoneke taybet bê derxistin,
• Divê zagona înfazê ku azadiya girtiyên siyasî misoger bike, têxin rojeva xwe,
• Zagona rêveberiyên xwecihî bi awaywkî demokratîk bê birêkûpêkkirin û dawî li sepana qeyûman bê anîn.
ME BERDÊLÊN MEZIN DAN
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di têkoşîna aştiyê de berdêlên mezin hatine dayîn û wiha axivî: “Bila tenê aştiyeke bi rûmet were vî welatî. Bila pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Bila jin li vî welatî neyên kuştin, azad bijîn. Wekî jin, me mafên xwe yên li Tirkiye û Sûriyeyê bi dest xistiye, ji kesekî re nehîştiye û em ê nehêlin jî. Em jin, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ heta dawiyê têbikoşin.”
Civîn bi rûniştina girtî ya ji bo çapemeniyê domiya.